Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Rêxistinên Ciwanan: Dê ev êrîş jî bi ser nekevin

Rêxistinên ciwanan diyar kirin ku desthilat her ku qels dibe serî li polîtîkayên şer dide û Tirkiye dê wekî êrîşên xwe yên berê di vê êrîşa nû de jî bi ser nekeve.

Êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17’ê Nîsanê ve didomin. Rêxistinên ciwanan bertek nîşanî êrîşên Tirkiyeyê dan û gotin, ev êrîş gelan xizantir dikin.

Endamê Hêzên Şoreşger a Ciwanan Candaş Îşcan êrîşên Tirkiyeyê wekî””hewldana dagirkirinê” nirxand. Îşcan, bilêv kir ku Tirkiyeyê berê jî bi feraseta şer serî li êrîşan daye. Îşcan destnîşan kir ku ev feraseta şer ji xeynî mirin û xizaniyê tiştekî nayne û wiha got: “Dê ev helwdana wan a dagirkeriyê ya îsal jî bi ser nekeve. Armanca vî şerî ew e ku nixumandina ser krîza li welêt e.”

Îşcan destnîşan kir ku tifaqa AKP-MHP’ê bi van êrîşan û çapemeniya xwe xizanî, kedxwarî û talanê rewa dike. Dixwaze ser derzên li hundur bigire û bibêje hemû mesele li derve ye.” Îşcan bi lêv kir ku desthilat dizane ku dawiya wê hatiye û lewma êrîşên xwe yên li hemberî muxalefetê zêde kirine. Divê ji dêvla di nava pergalê de bêna sêkirin divê pêngavên radîkal bavêjin û ji bo vê jî divê şoreşger tevbigerin. Em hem wekî tevgereke şoreşger hem jî wekî tevgereke welatparêz divê van gavan bavêjin. Tenê ne li navenda bajaran, li hemû deverên Tirkiye û Kurdistanê divê ev têkoşîn hebe. Divê em bi ser vê pergalê de bimeşin. Divê em derdora şoreşger û muxalif li her derî li dijî van polîtîkayên dagirkirinê bitêkoşin.”

Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ahmet Bayazit jî destnîşan kir ku konsepta şer a Tirkiyeyê konsepta ku hemû qadên jiyanê yên kurdan veguherîne ‘dojehê’ ye û wiha got: “Faşîzma AKP-MHP’ê dizane ku ev demên wê yên dawî ne. Ber bi têkçûyîn û rûxandinekê ve diçe. Çareya vê jî di şer de dibîne. Lewma êrîşê dibe ser kurdan. Çend roj berê du welatiyên 80 salî girtin. Girtina van welatiyan tengijandina wan nîşan dide.”

Bayazit bi lêv kir ku şerê tê kirin ne şerê gelan e, şerê rejîma “yekzilamî” ye û  wiha got: “Ev şer şerê AKP-MHP’ê ye. Ên cezayê êrîşên li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dikişînin gelên Tirkiyeyê ne. Gel şer naxwaze. Şer bi kêrî gelan nayê. Di şer de zarok dimirin, mirov dimirin. Ên ji şerê Ukrayna û Rûsyayê re dibêjin na, niha piştgiriya şerê li Kurdistanê dikin. Ev durûtî ye. Li dijî şer in an na? Divê vê yekê bibêjin.”

Bayazit gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû bi bîr xistin ku gotibû “300 kes man, 400 kes man, dê biqedin” û destnîşan kir ku gelê ku ji bo hebûna xwe şer dike dê neqede. Bayazit wiha domand: “Gelê ku ji bo hebûna xwe têdikoşe tu tiştekî wî yê ku winda bike tune ye, lê gelek tiştên ku bi dest bixe hene. Ji lew re gelê kurd ji bo azadiya xwe û nasnameya xwe şer dike. Gelê kurd dixwaze nasnameya xwe bi dest bixe. Kes nikare wan asteng bike. Ew yekê li me bixin, em ê bi hezaran vegerin. Tu nikarî ji kurdekî re bibêjî tirk. Zimanê bi milyonan kurdan wekî ‘zimanê nenas’ bi nav dikin. Ên bûne sedema vî şerî gelek tiştên wan ên ku winda bikin hene.”

Bayazit di dawiya axaftina xwe de got: “Şer ji pêşeroja mirovan dixwe. Ev êdî tenê ne li kurdan, bandorê li tevahiya gelên Tirkiyeyê dike. Gel êdî serî radike. Nikare biçe bazarê tiştekî bikire. Enflasyon firiyaye. Tayyîp Erdogan fiyetê fîşekekê dipirse. Gelo haya wî jê heye bê gel di çi halî de ye? Gel ne li fiyetê fîşekekê li fiyetê tiştê ku dê bixwe mêze dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar