Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Parêzer Ezer: Biryara Şûraya Dewletê destkeftiyeke têkoşîna jinan e

Parêzer Sezen Ezer diyar kir ku biryara Şûraya Dewletê ya derbarê Peymana Stenbolê de destkeftiyeke têkoşîna jinan e û wiha got: “Heya Peymana Stenbolê bi awayekî çalak neyê pêkanîn dê têkoşîna me bidome.”

Peymana Stenbolê ku di 11’ê gulana 2011’an de Tirkiyeyê îmzeya xwe danîbû binî, di 1’ê tîrmeha 2021’ê de bi biryara serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan hatibû feskirin. Bi vê biryarê re di serî de jin gelek partiyên siyasî, baro, rêxistinên civaka sivîl û sendîka daketibûn qadan û bertek nîşandabûn. Her wiha ji bo betalkirina vê biryarê jî serî li Şûraya Dewletê hatibû dayîn.

Desteya Daîreyên Dozên Îdarî ya Şûraya Dewletê îtiraz red kiribûn. Piştî vê bi hezaran jin serî li Şûraya Dewletê dabûn. Daîreya 10’an a Şûraya Dewletê di 28’ê nîsanê de daxwaza 10 saziyên jinan nirxand û ji bo betalkirina biryara Dozgerê Şûraya Dewletê mutalaa berpêş kir.

Ji parêzerên tevli danişînê bûn Sezen Ezer doza didome nirxand û ev tişt anî ziman: “Biryara Şûraya Dewletê ya têkildarî Peymana Stenbolê biryareke erênî ye û vê biryarê wekî destkeftiyeke têkoşîna jinan e. Dewlet mudaxeleyî binpêkirinên mafan û tahdeya li jinan tê kirin nake. Di vê demê de jin li hemberî vê biryara li dijî hiqûqê serî li Şûraya Dewletê dan. Ji van serlêdanan danişîna 10 heban jê di 28’ê nîsanê de li Enqereyê hat lidarxistin. Jin li kuçeyan û hemû qadên jiyanê têkoşîna xwe domandin. Her tim destnîşan kirin ku dê dest ji Peymana Stenbolê bernedin, heya peyman careke din neyê îmzekirin û bi awayekî çalak neyê pêkanîn dê bitêkoşin. Û me bandora vê têkoşînê di biryara Şûraya Dewletê de dît.”

Ezer bal kişand ser girîngiya peymanê jî û wiha domand: “Li eywana danişînê nêzî hezar heb jin hebûn û gelek jê jî li derve bûn. Eywan tije bûbû. Şûraya Dewletê ewilî got, ‘cara ewil e ez dibim şahidê dozeke wisa.’ Bi destpêkirina danişînê re em pê hesiyan ku polîsan mudaxileyî hevalên me yên li derve kirine. Jinan dixwest têkevin hundir û bibin şahidê wê kêliyê. Di vê navberê de jinên li hundir jî îtiraz kirin û xwestin jinên li derve jî têkevin hundur. Lê heyeta dadgehê got, ‘dibe ku eywan hilweşe.’ Me wê rojê li wir hêza tevgera jinan dît. Atmosfera li eywana dadgehê, ji biryara Şûraya Dewletê wêdetir, têkoşîna salekê ya ji bo Peymana Stenbolê da der.”

Ezer anî ziman ku dozger di mutalaaya xwe de diyar kiriye ku serokkomar li gor usûla heyî hereket nekiriye û wiha axivî: “Di danişînê de parêzerên serokkomar jî dîtinên xwe gotin. Parêzeran derpêş kir ku karbidestiyeke texdîrê ya bi vî rengî ya serokkomar heye. Her wiha gotin, ‘Li Tirkiyeyê jixwe qanûnên ku jinan diparêzin hene. Pêdiviya me bi peymaneke ku îcada rojavayê ye, tune ye. Qanûnên me hene. Jixwe ev peyman têra parastina jinan nedikir.’ Em jî li ber vê rabûn. Me diyar kir ku bê çima ev biryar divê ji texdîra serokkomar re neyê hiştin. Ger di Qanûna Bingehîn de karbidestiyeke ji bo serokkomar tune be, serokkomar nikare karbidestiya xwe ya texdîrê bi kar bîne.”

Ezer destnîşan kir ku dozger di mutalaayê de diyar kiriye ku peymaneke navneteweyî ya bi pesendkirina meclisê bes bi biryareke navneteweyî dikare bê betalkirin û biryara hatiye dayîn dijî hiqûqê ye. Ezer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hê derbarê vê de biryarek nehatiye dayîn. Li gor usûlê Şûraya Dewletê divê di nava 15 rojan de biryara xwe teblîx bike, lê rabû heya 30 rojî taloq kir. Niha em li benda biryara Şûraya Dewletê ne. Dê di 10’ê hezîranê de çend dosye bên vekolandin. Helbet mutalaaya dozgeriyê girîng e. Di vê biryarê de bandora têkoşîna jinan heye. Lê heya Peymana Stenbolê bi awayekî çalak neyê pêkanîn dê têkoşîna me bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar