Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Pêşmergeya 55 salan: Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan

Ji Pêşmergeyên Dêrîn Dayê Gelawêj diyar kir ku dîroka PDK’ê bi xiyanetê dagirtî ye û wiha got: “PDK, xiyanetê li nirxên neteweyî dike. Divê hemû kurd li dijî xiyanet û dagirkeriyê dakevin qadan.”

Desthilatdariya AKP-MHP’ê di 17’ê nîsana îsal de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê kir. Ji ber hevkariya PDK’ê ya bi AKP-MHP’ê re, raya giştî ya kurd nerazî ye û bertekên tund nîşan didin. Yek ji van jî Pêşmergeya Dêrîn Dayê Gelawêj (75) e. Dayê Gelawêj di 20 saliya xwe de bû pêşmerge û dibêje ku dîroka PDK’ê bi xiyanetan tije ye û divê gelê kurd li dijî vê xiyanetê dakeve qadan.

Dayê Gelawêj, anî ziman ku li dijî êrişên ser gelê kurd, di 20 saliya xwe de bû pêşmerge û wiha qala wan rojan kir: “Ev bû 55 sal ku ji bo Kurdistanê têdikoşim. Ji malbateke kurd im û em du xwîşk bûn. Li rexekê em têdikoşiyan û li rexa din jî em bi ruhekî neteweyî mezin dibûn. Min di 20 saliya xwe de çek rakir û ji bo gelê xwe şer kir. Armanc û mebesta min ew bû ku xaka welatê xwe ji hikûmetên dîktator biparêzim. Bêguman tiştekî zehmet bû ku jin çekê rakin lê jin bi xwe bawer bûn û di têkoşînê de gelek serkeftî bûn. Di şer û pevçûnan de em bi rolên girîng rabûn. Me di şer de rolekî girîng lîst. Bi ruhê kurdayetiyê me ji bo xaka xwe şerekê bêeman kir.”

Bi domdarî Gelawêj bi bîr xist ku Ofîsa Pêşmergeyên Jin ên Dêrîn di sala 2011’an de ji hêla pêşmergeyên jin ve hatiye avakirin û wiha domand: “Pêşmergeyên jin kar û barên xwe di bin vê sîwanê dimeşînin. Jinên pêşmerge li dijî dagirkeriyê her tim amade bûn ku bi serbilindî û serfirazî şer bikin. Piştî ku jinên pêşmerge di bin vê sîwanê de hatin ba hev, bêhtir bala xwe dan ser azadiya jinê û rêxistinên rizgariya siyasî.”

 ‘PDK ev 75 sal in xiyanetê dike’

Di berdewamê de Gelawêj got ku 75 salên PDK’ê, dîroka xiyanetê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heyf û mixabin ku PDK ev 75 sal in xiyanetê li kurdan dike. Di şerê Iraq-Îranê de xiyaneteke mezin li kurdan kirin. Ev şer di sala 1980’an de dest pê kir û 8 salan dom kir. Di vî şerî de PDK’ê kurd radestî Îranê kirin. Yên ku nedixwestin teslîm bibin jî ji welêt koç kirin. Kurd bi tena serê xwe man. Di salên 1980’an de li Başûr hilweşîn û komkujî çêbûn. Çekên kîmyewî hatin bikaranîn, gelek gund hatin şewitandin û mirov neçar man ku malên xwe biterikînin. Heke PDK’ê 75 caran xiyanet li kurdan nekiribûya û ew bi tenê nehiştibûna, em niha civakeke gelek xurt bûna û dewleteke me ya serbixwe hebûya. PDK, partiyeke kevn e û xiyanetê wê jî ewqas kevn e.”

 ‘Pêşmerge piştgiriyê nadin PDK’ê’

Gelawêj, da zanîn ku divê tu pêşmerge piştgiriyê nedin xiyaneta PDK’ê û wiha pê de çû: “Têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê her tim domiya. Divê hemû kes li dijî xiyaneta PDK’ê ya îro jî bertekên mezin nîşan bidin û destûrê nedin. Cihê xemgîniyê ye ku welatê me îro ji ber alîkariya xayînan tê dagirkirin. Li ser hemû destkeftiyên kurdan xetereyeke. Ji bo berjewendiyên welatên din, bi trîlyonan dînar tên xerckirin. Xiyaneta niha li herêmê tê kirin, ne tenê xiyaneteke li dijî PKK’ê ye. Êrişeke li dijî xak û nirxên neteweyekê ne. PDK’ê destûr da vê dagirkeriyê. Weke jin û dayikekê ez wan şermezar dikim.”

Têkoşîna jinên kurd

Di berdewamê de Gelawêş bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û ev tişt anî ziman: “Têkoşîn û berxwedana jinên kurd a li dijî şer û êrişan, cihê serfirezî û şanaziyê ye. Jinên kurd çawa ku li dijî êrişên Tirkiyeyê li ber xwe didin, pêşmergeyên jin jî li dijî xiyaneta li herêmê di nava têkoşînê de ne. Piştî ku Hevrîn Xelef hatî qetilkirin, ez çûm ser gora wê û gelek hestiyar bûm. Ji ber ku wê dema têkoşîneke birûmet dida hate qetilkirin. Em jî hêza xwe ji jinên berxwedêr û têkoşer digirin. Ji bo xaka xwe têkoşiyan û jiyana xwe ji dest dan. Jin, îro li dijî xiyanet û şer têkoşîneke mezin didin. Lê li gel van tevan, li hêla din jî xiyaneta PDK’ê heye.”

 Bang li xelkê Başûr kir

Pêşmergeya Dêrîn Dayê Gelawêj axaftina xwe wiha qedand: “Banga min li gelê kurd ew e ku li dijî xiyaneta PDK’ê û êrişên Tirkiyeyê dakevin qadan. Divê hemû kurd nîşan bidin ku li dijî dagirkeriyê ne û divê her deverê veguherînin qadên têkoşîn û berxwedanê. Serkeftinê ji bo her çar parçeyên Kurdistanê dixwazim. Dê serkeftin a têkoşîn û berxwedaniya li dijî xiyanet û dagirkeriyê be.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar