Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: Li Serhedê 13 dagirker hatin cezakirin

HPG’ê diyar kir ku di mehên zivistanê de di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de herî kêm 13 dagirker hatine cezakirin. HPG’ê diyar kir ku aghiyên li ser şehedeta 11 gerîlayan jî nerast e

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê  ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yen li Serhedê daxuyaniyek da. HPG’ê aşkera kir ku di mehên zivistanê de li Serhedê herî kêm 13 dagirker hatine cezakirin. HPG’ê da zanîn ku agahiyên derbarê şehadeta 11 gerîlayên wan jî ne rast e.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Hêzên me yên li Serhedê di zivistanê de li hemberî dagirkeran çalakiyên xurt kirine. Medyaya şerê taybet a dewleta tirk nexwestiye çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li Bakur bibîne û ev çalakî ji raya giştî re ranegihandiye.

Hêzên me ji ber şertên zivistanê hê nû agahî dane û li ser esasê van agahiyan li eyaleta Serhedê ev çalakî hatine kirin.

Di 19’ê mijdara 2021’an de li qada Demîrkapi ya herêma Gilîdaxê hêzên me yekînyeke veşartî ya dagirkeran dîtine û piştî ku ev yekîne xistine bin kontrola xwe, di 19’ê mijdarê de saet di 15.30’an de tîmên me yên gerîla li vê yekîneyê dane. Li vir 3 dagirker hatine cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûne. Dagirkeran piştre bi wesayîtên zirxî û helîkopterên Skorsky mirî û birîndarên xwe ji qadê birine.

Di 13’ê sibata 2022’an de li Gilîdaxê ya herêma Demîrkapî tevgera keşfê ya artêşa tirk a dagirker dest pê kir. 20’ê sibatê saet di navbera 08.00-09.30’an de cihê ku hêzên me weke nuqte li vê herêmê bi kar tînin 5 caran bi balafirên şer hatiye bombekirin. Heman rojê bi desteka helîkopterên êrîşê, 25 dagirker bi helîkopterên bi tîpa Skorsky anîne qadê, wesayîtên zirxî anîn herêmê û ji sê aliyan ve dorpêç kirine. Di 25’ê sibatê de jî dagirkeran bi kepçe, dozer û maşînên mezin kîlometre û nîv meşiyan û gihiştin nuqteyeke ku hêzên me berê bi kar anîbûn. Hêzên me yên YJA Starê bi taktîka sabotajê bi 15 kemînên cuda di heman demê de li dagirkerên ku dixwestin bikevin vê nuqteya kevn de, xistin. Li vir zêdetirî 10 dagirker hatin cezakirin. Di vê çalakiya dewleta Tirk a ku bi rojan dewam kir de hêzên me ti windahî nedan.

Li ser agahiyên derew ên Wezareta Karên Hundir a Tirk ji çapemeniya şerê taybet a Tirk re senaryoya lehengiyê ya bi temamî sexte hate nivîsandin ku di 9’ê gulana 2022’an de li Gilîdaxê 11 rêhevalên me şehîd bûne. Lê belê bi agahiyên hêzên me yên li herêma Serhatê dane, hatiye fêhmkirin ku hêzên me di cihên xwe de bi hêz in, di vê operasyonê de me ti windahiyek nedaye, berovajî derbên giran li dagirkeran hatiye xistin û ev senaryo ya dewleta tirk, li ser bingeha derewan, hatî pûçkirin. Eşkere bû ku ev operasyona ku bi mehan dewam kir, bi tevahî bê encam bû û bi sedan dagirker, alavên înşaatê, kamyon, wesayîtên zirxî, helîkopter, balafirên şer û balafirên keşfê beşdar bûn hate pûçkirin. Vê bûyerê careke din îspat kir bêhna Gerîlaya Azadiya Kurdistanê çiqasî tirs xistiye dilê dagirkeran.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar