Dewlata tirk a dagirker di şerê qirkirina kurdan de hemû sûcê li dijî mirovî dike, çekên kîmyewî yên qedexekirî li dijî gerîlyên azadiya Kurdistanê bi kar tîne û li bakur, başûr û rojavayê kurdistanê bi balafiran mirovên sivîl qetil dike. Bi taybetî jî li başûrê Kurdistanê bi alîkariya PDK’ê vî sûcî dike.
Îro careke din li başûrê Kurdistanê û Mexmûrê welatiyên sivîl bûn hedefa balafirên artêşa tirk a dagir ker. Dewleta tirk bi balafirên bêmirov û bi çek li Çemçemalê ya Silêmanî û li Mexmûrê wesyîtên sivîlan kirin hedef. Li Çemçamalê di bombebarana li bajaroka Axcelar ya Çemçemal a Silêmanî de 5 kesan jiyana xwe dest dan û kesek birîndar bû. Cenazeyê du kesên di êrişa Çemçemalê de jiyana xwe ji dest dabûn anîn Saziya Tipa Edlî
Îro di wextê nîvro de li gorî saeta herêmî saet di 13.00’an de balefireke Bêmirov û Biçek a dewleta tirk li Mexmûrê jî wesayîtek bombebaran kir. Agahiyên berfireh ên derbarê vê êrîşê de neha zanîn.