Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Kongreya Civaka Azad kongreya xwe ya 7’emîn lidar xist

Rêxistina sîwanî ya organîzasyonên kurd ên li Awûstûryayê Kongreya Civaka Azad, kongreya xwe ya 7’emîn a asayî lidar xist.

Kongre roja şemiyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, dîwana kongreyê hat hilbijartin.

Kongre bi dirûşma “Em tecrîda li Îmraliyê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Ocalan azad bikin” û “Kurdistanê biparêze” pêk hat û zêdeyî 70 delege û mêvan tev li bûn.

Hevserokê dema derbasbûyî Xalîs Sever di destpêka kongreyê de axivî, bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re û berxwedana gerîla silav kir. Sever li hemberî êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî nerazîbûn nîşan da.

Di kongreyê de rapor hatin xwendin, pêşkêşî dengdana delegeyan hatin kirin û herî dawî jî ji bo hilbijartina hevserokan, endamên komîsyonên kontrolkirin û dîsîplînê hilbijartin hat kirin.

Zulkuf Karatekîn û Nûrcan Guleryuz bûn hevserokên nû yên kongreyê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar