Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ehmed: Helwesta kurdan a li ber qirkirinê divê yek be

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Qada Xak a Silêmanî li ser geşedan, bûyer û krîzên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn semînerek da û li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser kurdan ji bo yekhelwestiyê bang kir.

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed li Qada Xak a Silêmanî ya başûrê Kurdistanê li ser mijarên giring ên wekî krîzên li Sûriye, Iraq, Rojhilatê Navîn û cîhanê û êrîşên li ser kurdan semînerek da. Bi dehan kesayetên rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan beşdarî semînerê bûn.

Li vir seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed anî ziman ku pêşketinên giring û kirîzên mezin hene û got: “Sedemên van krîzan sîstema heyî ya hêzên serwer in. Şerê Ukraynayê bandor li hemû cihanê kir, her kes jê zirarê dibîne. Di warên çandî, aborî û civakî de zirar jê çêdibe. Dewlet nemaye û rewabûna wê nemaye. Li qada navneteweyî dewlet in, lê mekanîzmaya dewletê têk çûye, parçe bûye. Welatên ditirsin şerê xwe li derve dikin. Dewleta tirk li Sûriye, Iraq, Ermenistan û Lîbyayê, bi hinceta ewlekariyê şer dike. Êrîşên xwe li derve dide kirin, Îran jî vê dike.”

Ehmed diyar kir ku krîz li her dera cîhanê kûr bûye û wiha pê de çû: “Krîza xwarin, gaz û petrolê heye. Sûriye bûye 3 parçe, rejîma Baas, Rêveberiya  Xweser, çeteyên Tirkiye û partiyên muxalîf xwe nîşan didin hene. Ji tu civînan encam nehatin girtin.’’

Ehmed bal kişand ser krîza li Rojava û ev nirxandin kir: “Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava krîz û êrîşan de xwe ava kir. Tirkiye îro jî êrîşan dike, bi israr dixwaze bi navê terorê vê herêmê dagir bike. Tirkiye bi peymana Mîsaqî Milî dixwaze herêmê dagir bike. Rewşa Erdogan û partiya wî li ber çavan e, wê hilbijartinê winda bikin. Lewma êrîş dikin.’’

Di berdewama axaftina xwe de Ehmed bal kişand ser helwestên aliyên kurdan û ev nirxandin kir: “Helwesta me ya li ber qirkirênê divê yek be. Gelek alî li ser berjewendiyan kar dikin, êrîş li ser kurdan tevan e. Kurdê baş, xirab nîn e, kurd hemû ji xwe re kirine armanc. Divê sîwaneke kurdan hebe, li dijî qirkirinê. Divê sîwaneke leşkerî û siyasî hebe. Divê li ser vê bê rawestin, tiştekî nebenabe ye.

Rewşa Efrînê pir giran e, revandin, kuştin, girtin, darbirîn, talan heye. Rewşeke cidî heye. Eleqeya aliyê kurd baş bi derve re heye, eger her alî behsa Efrînê bike, wê ev rewş biguhre. Em dixwazin statû çêbibe. Rewşa aborî ne baş e, li Rojava tim şer e. Sûriyeyeke demokratîk bi gelên Sûriyeyê re pêkan e. Têkilî hene, civîn hene.”

Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li başûrê Kurdistanê jî axivî û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Bi êrîşên dawîn dixwaze Başûr vala bike, kirina hinceta a PKK’ê belasebeb e. Em li dîrokê binihêrin kurdan qir kiriye, çima êrîşê PKK’ê dike, PKK biqede wê Hewlêr û Silêmanî ji holê rake. Mijar kurd û Kurdistan e. Helwest divê zelal be. Mafê gelê Başûr û Iraqê heye ku heta dawiyê li qada navnetewî dawaza mafê xwe bike û helwesta xwe nîşan bide.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar