Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Hewldanên dewleta tirk ên parçekirina Sûriyeyê

Dewleta tirk di destpêka meha gulanê de jinûve dosyaya penaberên sûrî vekir. Behsa projeya mêtîngeriyê ji bo bicihkirina milyon penaberên sûrî li herêmên dagirkirî dike. Projeya ku dewleta tirk behsa wê dike vedigere destpêka aloziya Sûriyeyê.

Dewleta tirk a dagirker di rojên borî de dest bi derxistina beşan ji penaberên sûrî ji xaka xwe kir û ew ber bi herêmên dagirkirî (Serêkaniyê, Girê Spî, Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û Idlibê) ve şand. Bi vê yekê nasname, çand, hebûn û demografiya herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef.

Dewleta ku îdiaya “herêma ewle” dike, penaberên Sûriyeyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ev herêm ên herî zêde ku xwîn li ser erdnîgariya Sûriyeyê hatine rijandin.

3 milyon û 700 hezar penaber ji herêmên cuda yên Sûriyeyê li Tirkiyeyê hene. Li gorî berpirsên dewleta tirk, Tirkiye di nava 11 salan de û di hemû waran de sûd ji wan girt nexasim di warê aborî de, her wiha ew weke kaxezeke zextê li dijî dewletên Yekitiya Ewropayê  bi kar anî. Lê armancên wê pêk nehatin.

Wezîrê karê derve yê Tirkiyeyê di wê demê de Ahmed Davutoglu got, ji ber “sedemên mirovî” dibe ku welatê wî bi koordîneya civata navneteweyî herêmeke tampon li ser sînorê Sûriyeyê ferz bike.

Projeya ku îro dewleta tirk pêk tîne ne nû ye. Di 26`ê tîrmeha 2012`yan de piştî destpêkirina Şoreşa Rojava dest pê kir. Davutoglû di wê demê de got “herêma ewle herêmeke tampon e û ev hemû jî beşek ji vebijarkên me ne.” daxuyaniya Davutoglû ji aliyê civaka navneteweyî ve hat redkirin.

9`ê cotmeha 2014`an Davutoglu banga avakirina herêma ewle kir û derxistina çalakiyên li dijî DAIŞ’ê wekî hincet nîşan da.

Dewleta tirk bangên ji bo avakirina “herêma ewle” ne rawestand. Di 11`ê mijdara 2015`an de Erdogan jinûve bang li civaka navneteweyî kir ku destekê bide pêşniyara wî ku di demeke berê de hatibû redkirin û ew jî avakirina “herêma ewle” di hundirê xaka Sûriyeyê de ye.

Piştî ku dewleta tirk di 18`ê adara 2018`an de Efrîn dagir kir û bi sed hezeran şêniyên wê yên resen koçber kir, dest bi projeya bicihkirina malbatên çeteyan li şûna wan kir. Di vê yekê de dewleta tirk a dagirker alîkarî ji komeleyên kiwêtî îxwanî û qeterî wergirt. Niha jî projeyên mêtîngeriyê ji bo tunekirina şêniyên wê yên resen e.

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertin a Niştimanî ya Demokratîk Îbrahîm Cûma Xelîl got, di demên dawî de çavnebariya dewleta tirk bi awayekî sîstematîk aşkere bûn ku hewl dide penaberan bikşîne aliyê xwe û niha jî dixwaze wan li herêmên bakurê Sûriyeyê bi cih bike da ku guhertina demografî pêk bîne.

Xelîl diyar kir ku armanc ji vê yekê ew e ku bi hincetên derew împratorya osmanî berfireh bike û bi hêsanî herêmê desteser bike û wiha domand: “Dewleta tirk penaberên Sûriyeyê ber bi Tirkiyeyê ve kişand. Niha jî wan dersînor dike. Ev ne tenê kaxeza zextê li ser gelê Sûriyeyê ye, lê belê dewleta tirk vê yekê li dijî cîhanê bikar tîne da ku bi hestên wan bilîze. Ev axaftin ne rast e. Destpêkê divê şêniyên herêmê parastina herêma xwe bike û lê bimîne.”

Îbrahîm Xelîl got dewleta tirk dixwaze dagirkeriya xwe berfireh bike û jinûve serweriya xwe li ser herêmê ferz bike û wiha domand: “Di nava dîrokê de dewleta osmanî li ser lawaz û xizanan hat avakirin. Em bang li NY`yê û meclisa mafên mirovan dikin ku bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bisekine, destekê bide helwestên wan li dijî guhertina demografî ku dixwazin gelan qir bikin, nasnameya herêmên Sûriyeyê biguhêre.”

Têkildarî rêbazên sekinandina li hemberî plan û projeyên dewleta tirk ên guhertina demografiya herêmê armanc dikin, Îbrahîm Cûma Xelîl ev tişt anî ziman: “Bi nêrîna me, divê em destekê bidin gelên herêmê da ku bi hemû rêbazên aştiyane û ne aştiyane, li hemberî dagirkeriyê bisekinin.”

Xelîl bang li hemû gelê Sûriyê yê li hundir û derve kir ku bi şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re li dijî siyasetên AKP`ê li Sûriyeyê, deşta Neynewa û hemû herêmên li sînorê nêzî wê pêk tîne, bisekine.

Di dawiyê de Îbrahîm Cûma Xelîl teqez kir ku şerê ku dewleta tirk pêk tîne destpêka guhertina giştî ya demografiyê û dê ne tenê li ser hesabê Sûriyeyê be, her wiha dixwaze li hemû herêmên berê di bin serweriya dewleta Osmanî de bûn, pêk bîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar