Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li zimanê kurdî xwedî derketin

Her sal 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Vê rojê de gelek sazî û partiyên kurdan xwepêşandanan pêktînin, daxuyaniyan didin û banga xwedîderketina li zimanê kurdî dikin.

Dibêjin, zimanê kurdî şîrîn û xweş e! Zimanê kurdî hebuna me ye! Zimanê kurdî rumeta me ye! Zimanê kurdî çand û dîroka me ye û hwd.

Bi kelecan û bi coşeke mezin ev cejn tê pîrozkirin. Gotinên xweş û dile mirovan rehet bike têne gotin. Bang li dewletê û rêveberiya wî tê kirin. Ji wan tê xwestin ku zimanê kurdî bibe zimanê duyemîn ê fermî. Heman qadên jiyanê de bê axaftin û li hemû cureyên dibistan û zankoyan de bibe zimanê perwerdê.

Ev daxwaz wekî yek ji daxwazên sereke yê gelê kurd tê nişandan û tê xwestin. Belê piraniya gelê kurd dizane ku ev sed sal e dewlet dixwaze gelê kurd bi bişaftinê bike tirk û hebûna wî ji holê rake.

Heman demê tiştek din jî tê zanîn. Heta ku dewleta tirk vê armanc û hişmendiya xwe neguhere dest ji vî karî bişaftinê bernade. Ji ber ku dibine zarokên kurdan bi hawarî li ber çerxa bişaftinê dihelin û zimanê kurdî her diçe lehwaz dibe.

Bo hindê ji bo bişaftinê hemû cureyên amur bi kar tîne. Dest ji israra xwe jî bernade. Pirsa herî girîng em ji xwe bikîn ev e, gelo divê li hemberê bişaftinê em çî bikin? Peyvîrên me yên esasî û lezgîn çi ne?

Bi salan e aliyê siyasî de gelek gotin hatin gotin. Çalaki jî hatin kirin. Ji bo parastin û pêşxistina ziman sazî hatin avakirin. Pirtûk, rojname, kovar hatin nivîsîn û pêşkêşî gel hat kirin. Televizyon, radyo hatine avakirin û kete bin xizmeta gel. Flim, şano hatine çêkirin.

Belê sed mixabin bandora tê xwestin li ser gelê me çênekir. Ne tenê li ser gel, li ser xwendekaran, siyasetmedaran, rêveberên partî û saziyan, hunermendan, nivîskaran, heta yên ji xwe re dibêjin em ronakbîrîn jî nekir…

Ji ber ku gotin pir e, kirin kêm e. Dema pêşengên civakê gotin û kirinê de ji civakê re nebin mînak nikarin bandoreke mezin a guhertinê li ser civakê pêkbînin. Ji gelek pirsgirêkên esasî yek jî ev e. Derdê me yê herî giran, dibêje lê nepêje ye.

Ev pirsgirêk pirsgirêkeke civakî û derûnî ye. Cîhê lêkolîneke kur û berfireh e. Ji bo azadî, nasname, çand û ziman ev qas têkoşîn tê dayîn, bedelên giran tê dayîn. Lê asta tê xwestin li ziman xwedî derketin pêknayê.

Hema bêje dê û bav tirkî nizane, zarokê malê jî kurdî nizane. Ronakbîr, sîyasetmedar, xwendekar, hunermend û gel yên kurdî diaxivin di nava giştî de dikevin hindikahiyê. Yên kurdî dizanin jî kêm diaxivin.

Tişta herî sosret, bi salan nava siyesetê û saziyan de cîh digirin û dibêjin em nikarin xwe bi kurdî îfade bikin. Ji bo hînbunê jî nakevin nav tevgereke esasî.

Televizyon, radyo, pirtûk, rojname, kovar û sazî bi ked û bedelên giran têne afirandin û amadekirin. Belê ji bo sud girtina ji van derfetan gorî tê xwestin nakevine nava tevgerê.

Dema ev rewş tê rexnekirin, hincet dikevin dewrê. Dibêjin dibistan tirkî ye, bazar tirkî ye, mal de televîzyonên tirkî sereke ne û hwd.

Vê mijarê de hemû kes rexnedayîna xwe dide lê ji bo xwe û malbata xwe, cîranê xwe, hevalê xwe ji vê rewşa kembax rizgar bike nakeve nava hewldaneke cidî.

Dewlet bişaftinê bi armac û stratejiyek kur didomîne. Em kurdê Bakur jî bi zanîn an jî nezanîn dibîne alîkarê wan.  Vê mijarê de serê me tevlihev e. Armancên xwe de em ne zelal in. Hêz û helwesta me de lehwazî heye. Ji ber hindê aliye pêşxistina axaftin, xwendin û nivîsandina kurdî de em qels dimînîn.

Pêwîst e her rojên me bibe rojên cejna zimanê kurdî. Bi plan proje seferberiyek bênavber bête îlankirin. Kurdî axaftin, xwendin, nivîsandin bibe karek ji karên esasî. Malê de kolanê de, sazi û partiyan de, li hemû qadên jiyanê de ji bo me kurdan bibe zimanê sereke.

Li zimanê xwe xwedî derkevîn. Zimanê me hebuna me ye.

Nûçeyên Têkildar