Rojnamevanên kurdistanî û xebatkarên medyayê yên li Ewropayê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk li Brukselê daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.
Bi navê bi dehan saziyên medyayê yên li çar parçeyên Kurdistanê, Yekitiya Ewropayê û Federasyona Rûsyayê, komek ji rojnamevan û xebatkarên medyayê li Navenda Çapemeniyê ya Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist. Nêzî 400 xebatkarên çapemeniyê mohra xwe danîn binê daxuyaniya hevpar.
Daxuyanî bi gelek zimanan hat dayîn û hat ragihandin ku dewleta tirk li dijî kurdan ‘şerê qirkirinê’ dike. Her wiha bêdengiya çapemeniya Ewropa û cîhanê hat şermezarkirin.
Daxuyanî ji aliyê Diler Akreî, Hîwa Aryen, Heval Arslan, Aysel Avesta û Selahattîn Işildak ve bi kurdî (kurmancî-soranî), îngilîzî, fransî û erebî ve hat xwendin.
Daxuyaniya ku bi navê Platforma Rojnamgerên Kurdistanî ve hat dayin wiha ye: “Dewleta tirk li her derê Kurdistanê şerê xwe yê qirkirina kurdan didomîne. 17’ê nîsanê, li başûrê Kurdistanê li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê ku Hêzên Azadiya Kurdistanê lê bicih bûne, êrîşek berfireh da destpêkirin. Ev êrîş bi desteka leşkerî-îstixbaratî û bi erêkirina rêveberiya PDK’ê pêk tê.
Artêşa tirk çekên kîmyewî jî di nav de ku li gorî peymanên navneteweyî hatine qedexekirin, her cure çekan bikar tîne. Çiyayên Kurdistanê bi mehane bi balafirên şer bombe dike. Rojane hem ji hewa ve hem ji bejahiyê ve êrîşê rojavayê Kurdistanê dike, bi balafirên bêmirov ên biçek sûîqestan pêk tîne.
Dewleta tirk tevî çeteyên DAIŞ, El Nûsra û çeteyên din ên cîhadîst herêmên Efrîn, Cerablûs, Ezaz, Bab, Girî Spî û Serêkaniyê dagir kiriye.
Artêşa tirk bi giştî dixwaze destketiyên kurdan ên li başûrê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rake. Bi taybetî jî dixwaze welatê kurdên êzidî Şengalê ku di 3’ê Tebaxa 2014’an bûbû hedefe êrîşên qirker ên DAIŞ’ê, bifetisîne û jenosîda ku DAIŞ’ê nivco hîştibû temam bike.
Dewleta tirk dixwaze konjonktûra nû ya ku bi şerê Ukraynayê derketiye holê, veguherîne firsendekê ji bo temamkirina qirkirina kurdan. Li Tirkiyeyê li dijî gelê kurd û derdorên demokrasîxwaz û azadîxwaz terora dewletê tê meşandin. Bi hezaran siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan ên kurd dîl hatine girtin.
Dewletên endamên NATO û Yekitiya Ewropayê li dijî terora bê sînor a dewleta tirk bêdeng in. Raya giştî ya Kurdistanê vê bêdengiyê weke pişgtgiriya ji bo qirkirina kurdan dibîne û nerazîbûna xwe beyan dike.
Weke her gelî, mafê kurdan jî heye li ser axa xwe azad bijî û çerenûsa xwe bi xwe diyar bike.
Divê neyê jibîr kirin ku dinya deyndarê kurdan e. Şervanên kurd li dijî belayeke mezin a cîhanî, DAIŞ’ê ku li navendên wekî London, Madrîd, Parîs û Brukselê xwîn rijand tekoşîneke bêhempa meşand. Bi dehhezaran kurd di vî şerê bêeman yê li hemberî DAIŞ’ê de, li Iraq û Suriyeyê canê xwe feda kirin da ku dinya di aramiyê de bijî.
Çapemeniya Ewropa û cîhanê jî li pêşberî sûcên mirovahiyê artêşa tirk yên li hemberî kurdan bêdeng e. Ev bêdengî cesaretê dide dewleta tirk ku hîn zêdetir qirkirinê bidomîne.
Ji ber vê yekê em wek rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê; Şerê qirkirinê yê dewleta tirk yê li dijî kurdan bi tundî şermezar dikin. Em KDP’ê ji ber hevkariya wê ya bi êrîşên qirker ên artêşa tirk re, bi tundî şermezar dikin û bang lê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya qirej ku zerar dide kurdan û gelên herêmê, berde.
Em bang li welatên endamên NATO û Yekitiya Ewropayê dikin ku piştgiriya xwe ya leşkerî, siyasî û aborî ya ji bo Tirkiyeyê qut bikin û nebin hevparê qirkirina kurdan.
Em dixwazin hemû hevkarên me yên li Yekitiya Ewropa û cîhanê li hemberî şerê qirkirinê yê dewleta tirk hesastir bin û tiştên li Kurdistanê diqewimin bi xurtî ji raya giştî re ragihînin.”
ÎMZEKAR
Barış Abbasoğlu, Kozhiar Cemal Abdulla, Hawas Ablou, Elî Aesen, Arian Ekram Ahmad, Tewar Adel, Karzan Alî, Hikmet Aslan, Emin Aslan, Fuat Ateş, Turaj Asperi, Daban Ayub, Rebun Aka, Mizgîn Akman, Nuri Akman, Saburov Ali, Yusuf Alkan, Rahşan Aksoy, İsmet Akurt, Derav Ala, Hacer Altunsoy, Dewrim Alp, Vera Andreevna, Heval Arslan, Devrim Arslan, Nurdoğan Aydoğan, Aysel Avesta, Mücahit Avras, Ebru Aydın, Fatma Gulçiçek Ari, Aslan Aslan, çalak Arbaba, Diler Akrei, Mihemed Badilî, Bayram Balcı, Barış Balseçer, Barış Barıştıran, Murat Bakur, Firaz Baran, Xeyrî Baran, Harûn Baran, Afat Baz, Halil Baysoy, Amara Bawer, Şnyar Bayaz, Barış Boyraz, , Serhat Bucak, Mahsun Budak, Haki Bulut, Duygu Bozkurt, Mihemed Hemûd Cefa, Dilyar Cizîrî, Cahide Bulut, Ceren Ceylan, Kozhiar Cemal, Zinar Bekrî Cafer, Hannah Chomani, Hüseyincan Berkant Ceylan, Ciwanaa Cimaa, Azad Cûdî, Kendal Cûdî, Azad Cûdî, Medya Cebe, Halil İbrahim Cengiz, Lokman Coskun, Ronahî Çetin, Ali Çelik, Alan Çeto, Hayrettin Çelîk, Kemal Çomanî, Hêlîn Cûdî, Huseyin Dag, Arzu Demir, Newroz Demhat, Leyla Deniz, Sozdar Dersim, İzzet Dersim, Bilal Dersim, Amed Dicle, Mazlûm Dîkmen, Deniz Devrim, Riyad Debax, Nazli Duman, Ceyhun Dönmez, Ridvan Doner, Dizgûnê Dewrêş, Memed Drewş, Rodîn Çawîş, Sara Çekdar, Alan Hesen Kor Ebdo, Welat Hisnî Kor Ebdo, Cîhan Erebo, Cemal Ekinci, Berivan Eminoğlu, Rolav Elî, Raperîn Elî, Cûdî Elî, Dicle Elias, Ehmed Efîf Elyunis, Hîwa Elî, Erdal Er, Füsun Erdogan, İdris Erdem, Hazhar Enwer, Dilşad Enwer, Îsa Ebdulqehar, Hêvîn Ehmed, Malwa Elî, Fadî mehdî Elxenafir, Nêvîn Yûsif Elhesen, Serbast Qane Ehmed,, Warya Husên Ehmed, Jiyan San Ehmed, Ebdullah Ehmed, Bahoz Elî, Tawana Elî, Îmad Elî, Sozyar Elî, Serbast Qane Ehmed, Warya Husên Ehmed, Hemo Fatimê, Mihemed Eyîd Fireh, Medenî Ferho, Letîf Fatîh Ferec, Seydi Fırat, Novîn Fetho, Hassan Ghazi, Serdar Goyî, Ali Güler, Bozo Gundî, Menice Gunay, Menice Gunay, Dicle Guner, Selim Günenç, Sabahattin Gultekin, Necmettin Güven, Latife Güzel, İbrahim Gümüş, Azad Ahmet Göçer, Lydia Gottschalk, Ranjdar Grawî, Jangin Hasan, Sale Haji, Nêvîn Al Hasan, Gulan Heyder, Şîrîn Hesen, Genco Ferhan Hesen, Merwa Hekarî, Sîlva Fethela Hisên, Zîn Hesen, Mazlûm Hessen, Handren Hewramî, Rojîn Loqman Hesen, Feysel Hesen, Lewend Hesen, Rêzan Hesinkar, Tuğba Hezer, Warya Husên, Rêbaz Hesen, Mihemed Husên, Payam Hosseini, Şîndar Mislim Hinko, Arnesto Îbo, Mûhened Îbrahîm, Fenya Igrek, Aras Îbrahîm, Deniz İke, Mahir İniz, Îsam Îsa, Jiyan Îsa, Miroev Ishkhan, Selahattin Işıldak, Veysel Işık, Fehim Işık, Evîn Îbrahîm, Merva Îlyas, Laleş Ebdulrehman Îbrahîm, Awaz Îbrahîm, Robin Jan, Yilmaz Kaba, Ahmet Kahraman, Süleyman Kalender, Karox Kamran, Serdar Karakoç, Nazik Kêtkanî, Muhammet Kaya, Karamanov Kadir, Ismet Kem, Olcay Kızılpınar, Berîvan Kemal, Lava Kurda, Alan Meîş, Evîn Mêrdîn, Tahir Kara, Viyan Karahan, Leyla Kobanê, Meral Kuçuk, Lezgieva Kurdistan, Rojbin Masho Kurt, Filiz Koçali, Dilar Rojen Kok, Berhem Letîf, Mihemed Letîf, Nêçîrvan Letîf, Mgoyan Liana, Elî Malatya, Mustafayev Mammad, Ertuğrul Mavioğlu, Renda Mecîd, Ayhan Metîn, Cahit Mervan, Xelîl Mêrxas, Şivan Mêsî, Ciwan Mistefa, Arjîn Fatimê Medya, Aram Malekşa, Shuan Mariwan, Sasan Mehrabî, Farman Mohammed, Warya Mohammadi, Chawan Latif Mohammed, Hîwa Gul Mihemedî, Suren Mihemed, Mihemed Mehmûd, Darya Mihemed, Hawar Mohammed, Yasîn Mihemed, Salar Mehmûd, Ako Mejid, Lavîn Mehmûd, Aysel Hacî Mehmûd, Asûda Mihemed, Tawana Mistefa, Nêçîrvan Letîf Mihemed, Mihemed Letîf Mihemed, Hemo Salih Medya, Sozê Mexmûr, Fewaz Mihemed, Mheme Hisên Murad, Allo Mussa, Fatma Cesas Mûrad, Awaz Mihemed, Raperîn Mihemed, Îmad Mihemed, Lezgîn Mihemed, Jiyan Mihemed, Ebdulreşîd Mihemed Mihemed, Deysam Ahmed Mihmed, Ebdulcebar Welîd Mihemed, Kendal Mihemed, Ebdulmuhsin Mihemed, Delîl Faris Murad, Mohammed Mustafa, Roştiyam Munzur, Avan Nader, Aras Nizami, Evîn Nesrîn, Hogir Necar, Eduard Namoyan, Suna Tunç, Ramazan Olçen, Meltem Oktay, Celal Önen, Avesta Osman, Ayfer Ozdogan, Mihemed Osê, Hebûn Omer, Azad Osman, Dilcan Osman Oso, Ehmed Elae Osman, Hebûn Ebdulezîz Osman, Cihan Özgür, Ezgi Özer, İnan Özel, Uğur Özalp, Elena Petrovna , Rêwî Rêdûr, Kemal Rewf, Hesen Remo, Delîl Mihemed Remo, Ronahî Reşîd, Karox Kamran Resûl, Cîdad Roj, Evin Roni, Cudî Ronahî, Zeki Rüzgar, Veysi Sarısözen, Medî Sevgat, Faruk Sakık, Arif Selîmî, Efser Serhanoglu, Şêrwan Salih, Hêvî Salah, Şêrwan Sali, Semîra Seîd, Ferhad Sengawî, Mihraban Selam, Osman Ezîz Silêmanî, Hawzhin Shokur, Berşîr Salih, Duaa Seado, Estirvan Fexir silêman, Berîvan Silo, Midya Silêman, Ciwan Şamîran, Edhem yasir Şêxmûs, Şêrîvan Hisên Şaibo, Bêrîvan Şaho, Barzan Shahsuvar, Aliko Shaboev, Ömer Sever, Mihemed Seydî, Salihe Silêman, Mehdmûd Sîdo, Behrooz Sohrabî, Erdoğan Sürgeç, Osman Şahin, Adar Şaman, Cano Şakir, Zêdan Şaqûlî, Ejder Şêxo, Zîwer Şêxo, Rojîn Şêxo, Eylem Şoreş, Ayhan Tayfur, Suleyman Tewil, Songul Turhal, Mahir Üzmez, Erdoğan Yener, Pervin Yerlikaya, Güler Yıldız, Arzu Yıldız , Zeynep Guner, Ülkem Zeremya, Filiz Zeyrek, Raxib Ehmed Ziyab, Şêrîn Zêrevan, Berîtan Xalid, Xalid Xelîl, Sarbast Qane , Midya Qaşom, Kashahi Vazir, Negîn Şîxoalîslamî Watanî