PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Ji bo Malbata Şenyaşar Xelata Aştî û Demokrasiyê

Çalakiya “Nobeta Edaletê” ya malbata Şenyaşar 441 roj in didome. Malbat çalakiya xwe îro li Stenbolê berdewam bike. Her wiha Odeya Tabîban a Stenbolê dê “Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê” bide Malbata Şenyaşar.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) a li ber Edliyeya Rihayê di roja 441’emîn de berdewam dike. Malbatê di 9’ê adara 2021’an de dest bi nobedê kiribû.

Malbat wê îro nobeda xwe li Stenbolê berdewam bike. Malbat dê du rojan li Stenbolê be û daxwaza edaletê bike. Malbat dê êvarê beşdarî merasîma xelatdayînê ya Odeya Tabîban a Stenbolê bibe. Odeya Tabîban îsal biryar girt ku “Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê ya Dr. Sevînç Ozguner” bide Malbata Şenyaşar. Malbat ê êvarê di vê merasîmê de amade be û xelat diyarî wan bê kirin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Em ê îro ji bo Xelata Mafê Mirovan, Aştî û Demokrasiyê li Stenbolê bin. Heta ku edalet bi cih were em ê li her deverê Tirkiyeyê bêjin ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar