Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Daxuyanî û nûçeyên ‘operasyona şikeftê’ derew derketin

Wezareta Karên Navxweyî ragihandibû ku di operasyona şikefta li gundê Kulê bi ser navçeya Bazîda Agiriyê de 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane. Derket holê ku nûçeyên derbarê 11 endamên HPG’ê ku jiyana xwe ji dest dane de manûpulasyon e. Hat zanîn ku 90 roj in li stargehê ango şikeftê operasyon didome û heta niha tu endamek HPG’ê jiyana xwe ji dest nedaye. Li wê deverê kolandin tê kirin û ketin û derketin bi temamî hatiye qedexekirin. Li derdora şikeftê hê jî kolandin didome û li herêmê baregehek leşkerî hatiye avakirin.

Li ser gilîkirinekê sê meh berê dijî stargehê operasyon hat destpêkirin. Hat ragihandin ku derûdora stargehê hatiye kolandin û bombeyên gazê avêtine hundir. Piştî çend roj derba dibin bi helîkopterê leşkeran datînin hundirê stargehê. Bi du ku leşker dikevin hundir stargeh diherife û gelek leşkeran di bin xirbe de dimînin. Ji bo derxistina leşkeran tîmên AFAD, 112 û gelek makîneyên kar dişînin cihê bûyerê. Bi rojan xebata rizgarkirina leşkeran didome û nehat zanîn ku leşker mirî an sax ji wir hatine derxistin.

Welatiyan derdorê diyar kirin ku heta mehekê jî ambûlans sewqî cihê stargehê dihatin kirin û ambulans hê jî li wir tên rawestandin û wiha gotin: “Bi mehan e li wir kolandin tê kirin. Lê me nedîtiye ku heta niha cenaze ji wir hatine derxistin. Heke wek ku dibêjin cenazeyên aydê HPG’ê bûna niha li ser hev nûçe çêkiribûn û belav kiribûn. Her wiha tu agahiyek ku cenaze rakirine nexweşxaneyan jî nîne. Hê jî li wir kolandin tê kirin. Li wir baregehek leşkerî tê avakirin. Tê gotin ku cenazeyên çend leşkeran ji bin xirbe derxistine. Heya kesê jê nîne ku bi mehane li wir çê tê kirin. Her roj gelek makîneyên kar û wesayîtên leşkerî diçin wir.”

Di vê navberê de HPG’ê du roj berê derbarê mijarê de daxuyanî dabû û daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ku gotibû 11 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dane derewandibû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar