Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...
Pazartesi - 1 Temmuz 2024

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Rastiya zaroktiyê

Em weke mirov di xwezaya xwe de zindiyekî pir hişyar in. Em her tiştî bi rêya hest, hîs û pêhesên xwe digirin. Bedena me...

Li Herêma Kurdistanê jî zozan hatin qedexekirin

Ji ber êrişên Tirkiyeyê çûna zozanên li Herêma Kurdistana Federe hat qedexekirin. Yûsûf Elî Şerîf ê mêşvan wiha got: "Her derî bombe dikin. Leşkerên Tirkiyeyê nahêlin em biçin zozanên xwe."

Bi dehan malbatên li navçeya Mexmûr a Mûsilê debara xwe bi mêşvaniyê dikin. Malbat zivistanê li navenda navçeyê mêşên xwe xwedî dikin û bi hatina biharê re jî berê xwe didin zozanan. Ji ber ku Mûsil pir germ e, malbat havînan diçin zozanan. Lê îsal ji ber êrşên bi tevkariya AKP-PDK’ê yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên başûrê Kurdistanê çûna wan zozanan hatiye qedexekirin.

Yûsûf Elî Şerîf ku ji sala 2006’an ve mêşvaniyê dike, anî ziman ku ji ber qedexeyên Tirkiyeyê û hevkarê wê PDK’ê nikarin biçin zozanan. Şerîf wiha got: “Qanûnên mirovan hemû xwe disipêrin pergala mêşan. Girîngiya mêşan a di ekosîstemê de û fêdeya wan a ji bo mirovan pir zêde ye. Bi taybetî jî hunguvê mêşan bi kêrî gelek nexweşînan tên.”

 Hikûmet komeke pasîf

Yûsûf Elî Şerîf ragihand ku leşkeran çûna zozanên Sîdekan, Lûlan û Xinêrê qedexe kirine û ev tişt anî ziman: “Niha Tirkiye nahêle em biçin zozanên xwe. Her roj wan bombebaran dike. Ji xeynî vê Îran jî êriş dike. Yanî em nikarin bi rihetî biçin zozanên xwe. Hêzên ku dixwazin Kurdistanê dagir bikin diher warî de neheqiyê dikin. Li Başûr hikûmeta herêmî heye, lê pir pasîf e. Tirkiye û Îran her roj bi topan û balafirên şer bera me didin. Lê rêvebiriya herêmî tu bertekê nîşanî vê nade. Li gor min ne hikûmeteke herêmî ye, hêzeke çekdar e û li herêmê serwer e. Ji lew re Tirkiye û Îran hem bi êrişên xwe yên eskerî hem jî bi teknolojiyên xwe xwezaya Kurdistanê talan dikin. Lê li hemberî vê deng ji hikûmetê dernayê.”

 ‘Em dixwazin bi awayekî azad bijîn’

Yûsûf Elî Şerîf diyar kir ku hunguvê mêşan li gor salan diguherê û got, sal heye 10 ton hungiv bi dest wan dikeve car heye qet dest bi wan nakeve. Şerîf da zanîn ku ji ber şert û mercan û qewimînan niha tenê 500 mêşên wî mane û wiha got: “Bi hezaran moz jî ji germa û ji ber tozê mirin. Hikûmet bi tu awayî alîkariya me nake û xwedî li me dernakeve. Em hunguvê xwe bi derfeta xwe dibin li bazarên Bexda, Hewlêr û Kerkûkê difiroşin. Êdî divê rêvebir çareyekê ji bo vê rewşa me bibînin. Ev dê heya kengî wisa bidome. Êşa ku çar parçeyê Kurdisyanê kişandiye divê bê dîtin. Hêvîdar im zilma û dagirkeriya li Kurdistanê bi dawî bibe. Em jî wekî hemû gelên din ên cîhanê dixwazin azad bibin û wekî mirovan bijîn. Em ê heya kengî li ber devê kêrê bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar