Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

‘Em di rojên serketinê de ne’

Gerîlayên YJA Starê yên li qada Biradostê diyar kirin ku gerîlayên li Zap û Avaşînê di tunelên şer de li ber xwe didin ji bo gerîlayên li Xakurkê dibin hêz û moral û wiha gotin: "Dibe ku çend heval di nava vî şerî de ne, lê belê gerîla hemû bûne yek dil."

Ji 17’ê Nîsanê ve ye li Zap, Metîna û Avaşîn êrîşên dewleta tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê bêş dixe berdewam dike. Li dijî van êrîşên dagirkeriyê gerîlayên azadiya Kurdistanê jî bi canbexşane li ber xwe didin, têdikoşin û derbên giran li dagirkeran dixin. Ev berxwedana gerîlayên azadiyê ji bo gerlê kurd û şervanên din ên azadiyê dibe hêz û ruh û vîneke fedaî derdixe bêş. Ji gerîlayên YJA Starê yên li herêma Biradostê Ararat Nûda û Dilzar Rêber ji ANF’ê re axivîn û bal kişandin ser têkoşîna gerîla.

Ararat Nûda çalakiyên gerîlayên li Zap, Avaşîn û Metînayê silav kir û gotina ‘Ez di nava vê rêxistinê de serketinê dibînim’ bi bîr xist ku di dema berxwedana 1982’an de Kemal Pîr bilêv kiribû. Ararat Nûda got: “Em di rojên serketinê de ne. Haya dijmin ji vê heye, lewma bi ser me ve tê.”

‘Gerîla yek dil e’

Nûda destnîşan kir ku berxwedanê nîşan da ku îsal wê bibe sala serketinê û wiha dewam kir: “Ev şer ne tenê li Zap, Metîna û Avaşînê tê meşandin. Em jî xwedî vî ruhî ne, em bi hevalên xwe re ne. Gel jî bi gerîla re ye. Dibe ku beşek ji hevalan di nava vî şerî de ne, lê belê gerîla bûye yek dil, yek ruh. Gerîla bi yek wicûdî li ber xwe dide. Ev ruh ruhê şehîdan, ruhê berxwedanê yê Rêber Apo ye. Ya ku serketinê misoger dike jî rêbaza Rêbertî ye. Çalakiyên me yên li dijî dijmin jî bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye. Li vê derê çalakiyên leşkerî têne lidarxistin, lê di heman demê de yên ku ji aliyê dîrokî ve li ber xwe didin mirovahî ne, jinên serî natewînin, nirx in. Çawa ku Babek li ber sêdarê got, ‘Tu nizane bê azadî tiştekî çawa ye, dema kete nava dilê te ti tişt li pêşiya te nikare bibe asteng’, me jî bi saya Rêber Apo tehma azadiyê kirine. Tiştek li pêşiya me nikare bibe asteng. Têkoşîna me, şerê me wê heta serketinê dewam bike. Ji hevalan hemûyan re serketinê dixwazim.”

‘Em ber bi serketınê ve diçin’

Dilzar Rêber jî destnîşan kir ku gerîlayên li Zap û Avaşînê di tunelên şer de li ber xwe didin ji bo gerîlayên li Xakurkê hêz û moral e û wiha got: “Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê radixe pêş çavan bê armanca dijmin çi ye, dixwaze çi bike. Şerê li Avaşîn û Zapê jî nîşan dide ku em ber bi serketinê ve diçin. Yên ku vê îrade, hişmendî, coş û moralê didin me jî Rêbertî û şehîd in.”

‘Leşkerên xwe yên dimirin diavêjin’

Dilzar Rêber çalakiya li Lêlikan a li Xakurkê bi bîr xist ku 28 leşkerên tirk lê hatin kuştin, çar gerîla jî di dema vekişînê de şehîd bûn û wiha got: “Bi vê çalakiyê re ruhê Bêrîtan hate nîşandan. Faşîstên tirk ên bi rengekî bêexlaq şer dikin, leşkerên xwe yên mirin xistin nava kîsan û ji tehtan avêtin. Divê gelê me li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nerazîbûnê nîşan bide. Em bang li ciwanan dikin ku berê xwe bidin qadên azadiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar