Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a Bernameya Taybet a Stêrk Tv’yê de êrîşên li ser HDP’ê, şerê ku dewleta tirk li hemberî gelê kurd dimeşîne, êrîşa ku Iraqê bir ser Şengalê, planên çeteyên Erdogan ên ku dixwazin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bibin, nirxand.
Bayik ji ser dijminatiya ku Erdogan li hemberî kurdan dike, dijberiya wî ya ku naxwaze Fînlandiya û Swêd tevlî nav NATO’yê bibe wiha nirxand: “Hinek welatên NATO’yê dibêjin em bi lez daxwazên dewleta tirk qebûl bikin. Dibêjin em tasfiyeya PKK’ê, qirkirina li ser gelê kurd qebûl bikin, em daxwaza dewleta tirk bi cih bînin. Ev gelekî xetere ye. Ez wan hişyar dikim. Bila dijminatiya kurdan û PKK’ê nekin. Bila alîkariyê nedin dewleta tirk. Bila li hemberî şantaja dewleta tirk stûyê xwe xwar nekin. Bila daxwazên dewleta tirk qebûl nekin. Heke qebûl bikin wê xisareke mezin bibînin. Kurd êdî ne kurdên berê ne, baş bi van lîstikan dizanin. Kes nikare êdî ji ser kurdan siyasetê bike û berjewendiyê bi dest bixe.”
Bayik qala êrîşa ku dewleta Iraqê li hemberî Şengalê pêk aniye jî kir wiha got: “Dewleta Iraqê dît heke ew li dijî gelê Êzidî şer bike, ew ê jî xisarê bibîne. PDK’ê xwest peyamê bide her kesî û bibêje li Şengalê ez dikarim îstîkrarê pêk bînim. Bi vî awayî xwest Şengalê dagir bike. Iraqê jî ev dît. Ji ber vê êrîşên xwe dan sekinandin. Beşeke gel jî vê plana PDK’ê dît. Ji ber vê Iraq xwest pirsgirêkan ji dêvila şer bi diyalogê çareser bike.”
Roportaja bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:
Li Bakur û Tirkiyeyê li ser gelê Kurd û HDP’yiyan zextên faşîzan didome. HDP’ê herî dawîn ji ber êrişa polîsan konferansa xwe ya li Amedê li derve li dar xist. Li hemberî zextan berxwedana HDP’ê jî didome. Hûn van zext û berxwedanê çawa dinirxînin?
Dewleta tirk, desthilatdariya AKP û MHP’ê li hemberî gelê kurd siyaseta qirkirinê dike. Vî tiştî venaşêre. Di polîtîkayên qirkirinê de yên ku li ser gelê me pêk tînin, hemû hiqûqa navxweyî û navneteweyî bin pê dike. NATO, DYA, Îngîltere û Elmanya jî di her warî de piştgiriyê didin vê siyaseta dewleta tirk. Heke nikaribe piştgiriyê ji van hêzan bistîne, dewleta tirk wê nikaribûya siyaseteke wisa bidomanda. Dewleta tirk her roj çekên kîmyewî bi kar tîne, lê deng ji kesî dernakeve. Dewleta tirk Başûr û Rojava dagir dike, dest datîne ser bajaran, axa gel dişewitîne, demografiyê diguherîne, ligel vê jî deng ji kesî dernakeve. Wekî ku li holê tiştekî wisa tune, tevdigerin.
Li Bakur gel digirin, diavêjin zindanan, qetil dikin, êrîşî cenazeyan dikin, girtiyên ku cezayê wan qediyane bernadin, dîsa ceza didin wan, hemû tiştên aîdî kurd û Kurdistanê qedexe dike. Ango li hemberî gelê Kurd her cure êrîşan dike. Zimanê wan qedexe dike, dema ku tê xwestin konserên bi kurdî were dayîn, li Mûş, Bedlîs û hemû konserên li metrepolên Tirkiyeyê qedexe dikin. Dibêjin tu nikarî bi Kurdî bistrê, tu nikarî şanoyê bikî, tu nikarî perwerdehiyê bikî, tu nikarî bi Kurdî gavekê jî biavêjî, tu yê dev ji kurdî berdî, tu yê dev ji Kurdbûna xwe berdî, tu yê bibî tirk û ji bo tirkan bixebitî, wê demê tu yê bikaribî bijî. Li hemberî gelê Kurd polîtîkayeke wisa dimeşînin. Naxwazin tiştekî aîdî kurd û Kurdistanê bimîne. Gelê Kurd jî van tiştan qebûl nake û li hemberî van tiştan derdikeve.
Jin, ciwan, kal, pîr û zarokên kurd li hemberî vê siyasetê li ber xwe didin. Dibêjin ‘Ez ê teslîm nebim, tu yê nikaribî îradeya min bişkînî, ez heme û ez ê her dem hebim, divê tu vî tiştî qebûl bikî’ Ew jî dibêjin ‘E civaka kurdan qebûl nakim, ez îradeya te nas nakim, nasnameya te qebûl nakim, bi şertekî ez dikarim te qebûl bikim, heke tu bibî tirk, tu têkevî bin xizmeta tirkan ez ê te qebûl bikim, ez ê mafê jiyanê bidim te, ji xeynî wê ez mafê jiyanê nadim te.’ Ji ber vê li ser gel ambargoyê dikin, birçî dihêlin, êşkence dikin, qetil dikin, axa wê dişewitînin, talan dikin, didin koçberkirin, ango her cure êrişê dikin.
Li hemberî HDP’ê her cure siyaseta lîncê dikin
Li hemberî van êrişan kî têkoşîneke demokratîk dimeşîne? HDP ye. HDP ne bi desthilatdariyê re ye, ne jî bi mûxalefetê re. Siyaseta ku mûxalefet dike jî xizmeta desthilatdariyê dike, xizmeta qirkirina Kurdan dike. Siyaseteke din nameşînin. Lê HDP siyaseta rêya 3’emîn dimeşîne. Ji ber ku HDP siyaseta ku AKP û MHP’ê qebûl nake, ev qas zext li ser wê hene. Ji ber ku HDP’ê wekî tekane astengiyê dibînin. Heke ne ji HDP’ê bûya, gerîla şer neke wê desthilatdariya xwe bidomînin. Wê hemû tiştên aîdî demokrasî û azadiyê ji holê rakin. Wê li her qadê faşîzmê belav bikin. Ango çi kesên xizmeta wan neke, wê nikaribe li Tirkiyeyê bijîn. Dixwazin vî tiştî bikin. Lê ji ber ku HDP li hemberî siyaseta teslîmiyetê li ber xwe dide, desthilatdarî jî dixwaze HDP’ê ji holê rake.
HDP’yiyan digirin, wan diavêjin zindanan, dixwazin HDP’ê bigirin, şaredariyan desteser dikin, guleyan li avahiyên HDP’ê dibarînin, hinek kesan tînin li ber deriyê HDP’ê didin rûniştandin û heqaretê li parlementeran didin kirin. Li hemberî HDP’ê siyaseteke lîncê dimeşînin. Dixwazin derfeta ku partiyeke legal siyasetê dike, ji destê wê bistînin. Herî dawîn konferansa wê qedexe kirin, HDP’ê li nav erdan konferansa xwe kir. Ya rast jî ev bû. Divê vê helwesta xwe bidomînin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê hatiye ber asta têkçûnê, ji ber ku dor lê teng bûye, bi awayekî wisa hovane êrîşî HDP’ê dikin. Li Zapê derban dixwin; ji ber ku li gorî wan wê li Zapê di nava demeke kurt de encamekê bistînin. Erdogan bi xwe got ‘Heke em li Zapê encamekê bi dest bixînin, wê HDP nemîne, ji ber ku gerîla heye HDP li ser xwe ye, ji ber vê em nikarin encamekê bistînin. Em gerîla qir bikin, em ê karibin bi hêsanî HDP’ê jî tune bikin’
Jixwe biryara girtina HDP’ê dane. Ji bo girtinê jî gelek hincetan çêdikin. Civaka Tirkiyeyê jî dibîne zextên li hemberî HDP’ê tu eleqeya wê bi edalet û qanûnan tune. Ji ber vê dema ji civaka Tirkiyeyê re dibêje ‘Ew partiyeke legal in lê ew çiqasî dibêjin ew siyaseteke demokratîk dimeşîne lê ya rastî ne wisa ye, çavkaniya hemû pirsgirêkan HDP ye, kurd in. Heke HDP û Kurd ji holê were rakirin, wê hemû pirsgirêk ji holê were rakirin’ û şovenîzmê xurt dikin. Ne ku gelekî xurt in, ji ber ku gelekî qels in êrîşî HDP’ê dikin. Tişta rast ev e. Divê gelê me vî tiştî bibîne, divê bêtir di nav siyaseta demokratîk de cih bigirin û xwedî li HDP’ê derkevin. Divê her kes li hemberî siyaseta dewleta tirk be ku li dijî HDP, Rêber Apo û gelan dimeşîne. Tişta rast jî ev e.
Gerîla peywira xwe bi qehremanî bi cih tîne. Li her çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat peywireke çawa dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê? Di pêvajoya dawîn de jî ciwanên Kurd û Ereb ref bi ref tevlî nav refên gerîlayan dibe, li hemberî dewleta Tirk çalakiyan dikin. Hûn van helwestan xurt dibînin? Heke ne xurt be, divê çi were kirin?
Bêguman helwesta ku diyar kirine baş e lê ne bes e. Divê baştir were geşkirin. Gerîla peywira xwe ya dîrokî bi cih tîne. Him jî di asta herî bilind de vê peywira xwe dike. Di vî warî de tu astengî tune. Di bin çekên kîmyewî, bomberdûman û teknolojiyê peywira xwe ya dîrokî bi qehremanî bi cih tîne. Divê gelê me jî peywira li ser milê xwe pêk bîne. Bila nebêjin ‘Gerîla bi qehremanî li ber xwe dide, jixwe derbê li dijmin dixe, xetere tune, em jî berxwedan û têkoşîna gerîla silav dikin’. Heke nêzikatiyeke wisa nîşan bidin ev ne rast e. Gerîla û berxwedêrên li zindanan çawa ku peywira xwe bi cih tîne, divê gel jî peywira xwe bi cih tîne.
Divê her welatparêz bi berxwedêrên li zindanan û gerîlayan re be û çalakiyên xwe pêk bîne. Çi ji destê wan tê, divê bikin. Li Bakur be, Tirkiye be, parçeyên din ên Kurdistanê be, derveyî welat be, Ewropa be, yanî ku der dibe bila bibe, gelê Kurd divê ji bo neteweya xwe, ji bo xwe, ji bo welatê xwe û şehîdên xwe divê peywira xwe bi cih bîne. Divê bi tenê li gerîlayan temaşe neke. Ev ne bi tenê meseleya gerîla, PKK û Rêber Apo ye, ev meseleya gelê kurd e. Ji ber ku li hemberî gelê Kurd siyaseteke qirkirinê tê meşandin, divê her kes li hemberî vê siyasetê be. Alîkariyê nedin vê dewletê, alîkariyê nedin desthilatdariya AKP û MHP’ê, li leşkeriyê dibe, di nav artêşê de dibe, di memûriyetê de dibe, divê her Kurd peywira xwe bi cih bîne. Divê xizmetê ji vê dewletê re neke. Divê karên dewletê xerab bike, derbê lê bixe.
Divê destûrê nedin ku li Kurdistanê bi rihetî bigerin, fihûş, eroîn û sîxurtiyê geş bikin. Divê nehêlin ku darên Kurdistanê werin birîn û daristan werin şewitandin. Divê di her warî de li hemberî vê siyasetê bin. Heke her kes li cihê xwe peywira xwe bi cih bîne, wê AKP û MHP nikaribe bi vî awayî bidomîne û wê dawiya wan were. Dema ku dawiya desthilatiya wan hat, wê dewleta tirk nikaribe li hemberî gelê Kurd siyaseta înkar û îmhayê bimeşîne. Wê demê ew ê neçarî civak û nasnameya Kurdan qebûl bikin. Ji ber ku wê tu rêyeke din li ber wan nemîne. Divê gelê me vî tiştî bibîne. Divê li hemberî vê siyaseta ku tê meşandin, nebin temaşevan. Divê li bendê nemînin ku wê dawî çawa be. Heke AKP û MHP bi ser bikeve, wê siyaseta qirkirinê bidomînin. Heke em naxwazin ked û berdêla şehîdan vala neçe, divê em li hemberî siyaseta qirkirinê bin.
Divê her kes têkoşîna ku jinan ava kiriye ji xwe re bike esas
Wekî gerîla û berxwedêrên di zindanan de divê her kes peywira xwe bi cih bîne. Wê demê ew ê desthilatdariya AKP û MHP’ê têk biçe. Wê Rêber Apo azad bibe, siyaseta qirkirinê bi dawî bibe û li Kurdistan û Rojhilata Navîn wê serdemeke nû dest pê bike. Bi taybetî divê jin û ciwan peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih bînin. Divê ji gel re îzah bikin ku li hemberî êrişên dagirker wê xwe çawa xurt bikin û xwe çawa rêxistin bikin. Jin him di nav gerîlayan de, him li zindana û derve li hemberî siyaseta qirkirinê ne. Di nav gerîlayan de destanan dinivîsin. Divê her kes têkoşîna ku jinan ava kiriye, ji xwe re bike esas.
Divê ciwan tevlî nav gerîlayan bibin, li her qaadê peywira xwe bi cih bînin. Dewleta tirk îro li her derê li hemberî gelê kurd şerekî dimeşîne. Li Silêmanî û Duhokê welatparêzên me qetil dikin. Li Rojava, Başûr bajaran dagir dikin, demografiyê diguherînin, li Bakur her cure êrîşê dikin, li Ewropayê heval Sakîne şehîd kirine, xwestin sûîkastê li hemberî çend hevalan bikin, pêşiya wê hat girtin. Dewleta tirk li hemberî gelê Kurd şerek îlan kiriye. Li her derê şer dike.
Divê gelê kurd li her derê li hemberî vê dewletê bin. Ji ber vê me seferberî îlan kir. Di dema Kobanê de gelê me çawa seferber bû, nehişt ku Kobanê bikeve û dawiya DAIŞ’ê anî, divê îro jî li her qadê seferber bibe. Ji ber ku vê pevajoya em ji nav derbas dibin, ne pêvajoyeke normal e, him ji bo me û him jî ji bo dewleta kirk şerekî hebûn û nebûnê ye.
Divê ciwan xwedî li xwe û civakê derkevin
Em hatine asta ku em xwe bigihînin azadî û hedefên xwe. Divê em vî tiştî jî pêk bînin, ji ber vê divê em li her derê seferber bibin. Şer ne bi tenê li Zapêye, li her derê ye. Ciwanên turd divê li her derê şer bike. Yên ku dikarin tevlî nav gerîlayan bibin, divê tevlê bibin, yên nikarin tevlê bibin li ku bin divê li wir şer bikin. Kesên ku hev nas dikin, divê bi hev re tevbigerin. Belkî ji sîxur û îtîrafkaran ditrsin, rêya vî tiştî heye. Kesên ku hev nas dikin û xizmên hev in, ew dikarin kom bi kom xwe bi rêxistin bikin. Li Bakur û Tirkiyeyê dikarin li hemberî dewletê şer bikin. Dikarin xisarê bidin dewleta tirk. Ew çi bikin heqê wan, rewa ye. Ji ber ku dewleta tirk dixwaze me ji holê rake, em jî dixwazin li ser axa xwe, bi ziman, çand û nasnameya xwe, hebûna xwe biparêzin.
Ev heqê me ye. Li hemberî kesên ku dixwazin van tiştan ji holê rakin, em jî ji destê me çi tê, em dikarin bikin. Ji ber vê ez bang li ciwanan dikin, peywirên xwe yên ji bo vî gelî bi cih bînin. Ji ber ku ciwan hêza vî gelî ne. Ciwan divê peywira dîrokî ya ku gel daye wan bi cih bîne. Heta îro bi saya têkoşîna ciwanan em hatin vê astê, ji niha û şûnde jî divê ciwan rola xwe bi cih bînin. Dewleta tirk ji bo siyaseta xwe ya qirkirinê bi encam bike, herî zêde diçe ser ciwanan. Fihûş, tîryak û sîxurtiyê zêde dikin, bi vî awayî ciwanan ji têkoşîn û civakê dûr dixînin.
Li hemberî vê siyasetê divê ciwan xwedî li xwe û civakê derkevin. Heke xwedî li xwe derkevin, wê karibin xwedî li civakê derkevin. Heke teslîmî vê siyasetê bibin wê nikaribin ji bo civakê jî tiştekî bikin. Dewleta tirk wê demê ew ê karibe bi awayekî rihet qirkirina li ser Kurdan bigihêje encamekê. Ji ber vê li hemberî siyaseta qirkirinê bin, ciwanan ji vê siyaseta qirkirinê biparêzin, bi vî awayî dikarin gel biparêzin û tevlî nav têkoşînê bikin. Ev tişt ji ciwanan tê xwestin.
Derbarê şerê li dijî Rûsya û Ûkraynayê wê di hefteyên borî de nirxandinek kiribû û nirxandin rast derket, a niha dixwazin xeteke gazê ya alternatîf ji bo Ewropayê çêbikin. Çend roj berê rayedarên ji Ewropayê diyar kirin wan ji bo vî tiştî 300 milyar dolar budçe amade kirine. Hûn vê polîtîkayê çawa dinirxînin? Wê bandoreke wê ya çawa li ser herêmê hebe?
Di şerê Rûsya û Ukraynayê de, Ukrayna têk çû. Xisareke mezin dît. Rûsya jî negihişt armancên xwe. Bi ser de tengijî. Hêzên modernîteya kapîtalîst gotin qey ew ê di şerê Ukrayna û Rûsyayê de, encameke lezgîn bi dest bixînin. Lê nekarîn encameke lezgîn bi dest bixin. Şer hê jî didome, wê bidome jî. Ew rewş pergala modernîteya kapîtalîst dixe rewşeke dijwar. Ji ber vê mecbûrî Tirkiyeyê dimînin. Tirkiye dixwaze sûdê ji vî tiştî bistîne. Têkiliyên xwe yên bi Rûsya û Ukraynayê didomînin û ya esasî têkiliya xwe ya bi NATO’yê jî didomînin. Ji ber ku careke din dît bi vê siyasetê dikarin xwe bigihînin armancên xwe. NATO di şerê Rûsya û Ukraynayê de xwest bi awayî lezgîn encamekê bistîne, lê kete rewşeke xerab. Têkiliya Tirkiyeyê him bi Rûsyayê heye û him jî endamê NATO’yê ye. Ji ber vê bêtir nêzî Tirkiyeyê bûn. Tirkiye jî nêzî wan bû. Ji ser Tirkiyeyê dixwazin gaz û petrola ji Rojhilata Navîn bikişînin Ewropayê. Tirkiyeyê jî ev tişt dît û ji bo tasfiyekirina PKK’ê dixwaze sûdê ji van hêzan bistîne. Di vir de dibînin ku berjewendiyên wan hene.
Ji ber vê NATO çavê xwe ji dewleta tirk re digire. Ji ber vê ne li dijî çekên kîmyewî û dagirkeriyê ye. Wekî ku dewleta tirk tiştek nekiriye, tevdigerin. Dema ku Rûsya ket Ukraynayê hemû li dijî vî tiştî derketin lê dewleta tirk Başûr û Rojava dagir dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, mirovan qetil dike, xwezayê qetil dike, kes tiştekî nabêje. Ji ber ku berjewendiyên wan ên bi Tirkiyeyê re hene. Dixwazin Tirkiyeyê ji bo armancên xwe bi kar bînin. Tirkiye jî vî tiştî ji bo xwe wekî firsendê dibîne. Tirkiye dizane pêdiviya Rûsyayê bi wê heye, ji ber wê dixwaze piştgiriyê ji wan bistîne, siyaseta xwe ya qirkirinê ya li hemberî gelê Kurd û PKK’ê dixwaze bi encam bike.
PKK ti carî ji ber gaz û petrolê nebû asteng
Ewropa û NATO’yê niha wezîfe dane dewleta tirk û PDK’ê. PDK û Tirkiye jî dixwazin gaz, petrola Rojhilata Navîn di ser herêmên xwe re derbasî Ewropayê bikin. Ewropa bi temamî berjewendiyên xwe dike esas. Exlaq, wijdan, mafên mirovan, demokrasî, azadî bi wan re tune ye. Ji bo Ewropayê berjewendiyên madî esas e. Ji bo petrol bigihêje Ewropayê bi her awayî çavên xwe ji dewleta tirk re digirin. Her wiha piştgiriyê didin dewleta tirk. Niha propagandayê dikin û dibêjin, ‘PKK nahêle gaz û petrol biçe Ewropayê, ji bo jiholêrakirina vê astengê em bi ser PKK’ê ve diçin’. Dixwazin bi vî rengî her kesî bixapînin.
PKK ti carî ji ber gaz û petrolê nebûye asteng. Siyaseteke bi vî rengî ya PKK’ê tune ye. Ji bo şerê tasfiye û qirkirinê yê li dijî PKK û gelê kurd veşêrin bahaneyeke bi vî rengî tînin ziman. Ji bo kes li ber vî şerî ranebe. Bi rêya vê bahaneyê hem dixwazin Başûr dagir bikin, hem jî armancên Osmaniya nû ya ji bo xwegihandina sînorên Mîsakî Mîlî pêk bînin. Ji ber vê yekê di vê siyaseta wan de mafên mirovan, hiqûq, exlaq, wijdan tune ye, bi temamî berjewendî heye. Dixwazin kurdan bikin qurban.
Dewletên Swêd û Fînlandiyayê ji bo bibin endamê NATO’yê serlêdan kirin. Dewleta tirk qaşo li dijî vê ye, lê belê di bin de dijminatiya li kurdan eşkere bû. Li gorî şertên ku dewleta tirk ferz kirin, eger herdu welat dijminatiya li kurdan qebûl bike wê endametiya wan bê qebûlkirin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Siyaseta ku Erdogan û Bahçelî dimeşînin bi temamî li ser dijminatiya li gelê kurd, dijminatiya li PKK’ê ye. Tenê derdekî wan heye, ew jî tunekirina PKK’ê ye, qirkirina gelê Kurd e û dewamkirina desthilatdariya xwe ye. Swêd û Fînlandiyayê xwestin bibin endamê NATO’yê, li gorî qanûnên NATO’yê piştî ku her welatekî endam qebûl kir, hingî dikare bibe endam. Dema ku welatekî got ‘na’ hingî qebûl nabe. Tenê Tirkiye qebûl nake, şantajê dike. Di ser PKK û kurdan re şantajê dike. Daxwazên wan ew e ku Fînlandiya û Swêd li ber PKK’ê rabin, di tasfiyekirina PKK’ê de ji wan re bibin alîkar û piştgiriyê bidin siyaseta qirkirina kurdan. Dibêje eger bi vî rengî bibe wê erê bike, naxwe wê qebûl neke. Hin welatên endamê NATO’yê ku ew welatên piştgiriyê didin şerê li dijî PKK’ê û gelê kurd, dibêjin ku ‘divê em daxwazên dewleta tirk binirxînin’. Yanî dibêjin ‘divê em qebûl bikin’. Ji ber ku dewleta Tirk dibêje ‘pirsgirêka min a parastinê heye. PKK û Kurd min dixin tehlûkeyê, ez jî dixwazim vê tehlûkeyê ji holê rakim. Divê hûn jî vê qebûl bikin’.
Hin endamên NATO’yê yekser dibêjin ’em vê qebûl bikin’. Yanî dibêjin em tasfiyekirina PKK’ê, qirkirina Kurdan qebûl bikin, daxwaza dewleta tirk bi cih bînin. Ev gelekî xetree ye. Wan hişyar dikim; bila dijminatiyê li Kurdan, li PKK’ê nekin. Bila piştgiriyê nedin dewleta tirk. Bila serê xwe li ber şantajên dewleta tirk netewînin, bila daxwazên dewleta tirk qebûl nekin. Eger qebûl bikin wê gelekî bixisirin. Kurd êdî Kurdên berê nîne, baş bi van lîstikan zanin. Kes nikare li ser Kurdan siyasetê bimeşîne, berjewendiyan bi dest bixin û kurdan bikin qurban. Kurd vê qebûl nakin. Kurdan biryar li ser azadiyê dane. Ya wê bi rengekî azad bijî, ya jî wê nejî. Divê her kes bi vê zanibe û nekeve nava vê şaşitiyê.
Hin aliyên demokratîk ên Swêd û Fînlandiyayê hene. Dewleta tirk dixwaze wan jî holê rake. Yek ji armancên wan ev e. Ji ber ku meseleya Olof Palme jî heye. Piştî kuştina Olof Palme PKK xistin lîsteya terorê. Piştre eşkere bû ku Olof Palme ji aliyê hinekên din ve hatiye kuştin. Ti eleqeya xwe bi PKK’ê re nîne, tiliya MÎT’ê di vê bûyera kuştinê de heye. Ev eşkere bû. Salên dûr û dirêj neheqiyeke mezin li PKK’ê, li kurdan kirin. Divê Swêd vê biryarê sererast bike û lêborînê ji kurdan bixwaze. Tirkiye dibîne ku bi taybetî li Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, her wiha ji bo derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê kar tê kirin û ev daxwaz jî roj bi roj zêde dibe. Ji bo pêşî li vê bigire van şantajan dike.
Beriya 20 rojan êrişek li ser Şengalê çêbû. Şerekî cidî jî qewimî. Dewleta Iraqê êrişî xelkê Şengalê kir. Xelkê Êzidî û hêzên parastinê li ber xwe dan. Hûn pêvajoay piştî vê bûyerê çawa dinirxînin?
Iraqê, piştî ku dewleta tirk êrişî Zapê kir, wan jî êrişî Şengalê kir. Yanî pêwendiya vê êrişê bi êrişa li ser Zapê heye. Roja ku êriş kirin jî cejna gelê Êzidî bû, cejna Çarşema Sor bû ku ji bo gel gelekî hêja û bi qîmet e. Ev jî nîşan dide ku dewleta Iraqê ev êriş bi daxwaza xwe nekiriye. bi daxwaza hinekan êriş kiriye. Dewleta Iraqê çima rabe di Cejna Çarşema Sor de ku ji bo gelê Êzidî gelekî pîroz e êriş bike? Ti berjewendiyeke Iraqê di vir de nîne, her wiha zerarê jî dibîne. Vê êrişê ji xwe zerar da Iraqê. Ev jî nîşan dide ku DYA’yê ev êriş bi Iraqê da kirin. Kê bi DYE’yê da kirin? PDK û dewleta tirk. DYA, Tirkiye û PDK ji sala 2016’an û vir ve ji xwe siyaseteke bi vî rengî dimeşînin. Li Cerablûsê xistin pratîkê. Êrişa li ser Şengalê jî parçeyek ji vê ye. Çawa ku êrişî Zapê kirin, her wiha êrişî Şengalê jî kirin. Rastî ev e.
Li Şengalê şer qewimî, lê belê Iraqê nekarî ti encamê ji wî şerî bigire. Dît ku eger dewam bike wê hîn bêhtir zerarê jê bibîne. Heta niha bi dehan ferman li civaka Êzidî rabûye, herî dawî çeteyên DAIŞ’ê êrişî wan kirin. Cîhanê ev yek dît. Niha jî eger Iraq êrişî Êzidiyan bike, ev yek wê weke êrişa DAIŞ’ê bê dîtin. Tê vê wateyê. Ev jî ji fêdê bêhtir zerarê dide Iraqê. Gelê Êzidî nabêje ku ew dixwaze ji Iraqê qut bibe, nabêje ku ew dijminê Iraqê ye, nabêje ku ew dewleteke cuda dixwaze. Dibêje, ‘Em dixwazin li Iraqê bi nasname, ol, nirxên xwe bijîn. Heta niha gelek caran ferman li me rabûn, kesî em neparast, êdî em dixwazin xwe biparêzin. Divê Iraq jî vê qebûl bike’. Daxwazên gelê Êzidî daxwazên giran û zehmet nînin, daxwazên welê ne ku di asta navneteweyî de wê bi kêrî Iraqê bên.
Iraqê dît ku êrişa li ser Şengalê zerarê dide wê bi xwe
Dewleta Iraqê pê hesiya ku di şerê dijî gelê Êzidî de wê zerarê bibîne. Ji ber ku hem PDK’ê hem jî Iraqê propaganda kirin ku wê şerekî mezin destpê bike. Hinek ji gel jî gotin, madem wê şerekî mezin destpê bike em jî xwe biparêzin û xwest ji Şengalê biçe. PDK’ê jî bi zilamên xwe, bi îstîxbarata xwe berê wan dida herêmên PDK’ê. Bi vî rengî xwestin ku Şengalê vala bikin. Xwest mesaja, ‘tenê ez dikarim Şengalê aram bikim’ bide her kesî. Bi vî rengî xwest Şengalê dagir bike. Iraqê jî ev dît. Lewma dawî li êrişan anî. Beşek ji gel jî bi vê plana PDK’ê hesiya. Lewma Iraqê xwest pirsgirêkan ne bi şer lê bi diyalogê çareser bike. Daxwaza gelê êzidî jî ji xwe ev bû. Bawerim niha jî hevdîtin dewam dikin.
Em hêvîdarin ku encameke erênî ji van hevdîtinan derkeve. Divê hem hesasiyetên Iraqê hem jî hesasiyetên gelê Êzidî li ber çavan bêne girtin. Di ser van hesasiyetan re divê bigihêjin nuqteyeke hevpar. Iraq çiqasî lawaz jî be dewleteke. Gelê Êzidî hêz, ol û çandeke biçûk e. Lewma divê dewleta Iraqê hesasiyetên gelê Êzidî hîn bêhtir li ber çavan bigire. Eger bi vî rengî nêzîk bibe wê pirsgirêkan çareser bikin.
Êrişên li ser Rojava jî dewam dikin. Erdogan peyama wê yekê da ku xaka Kurdistanê careke din dagir bike û demografiyê biguherîne. got wê milyonek penaberî bişîne Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê. her wiha diyar kir ku wê projeyeke qirkirinê bixe dewrê. Hûn daxuyaniyên Erdogan ên ji bo dagirkirina xaka Sûriyeyê çawa dinirxînin, ku li pêş çavên tevahiya cîhanê da?
Erdogan dixwest Şamê bixîne û Îxwanî Muslum bike desthilatdar. Bi vî rengî wê Sûriye bixista bin serweriya Tirkiyeyê. Ji xwe bi rengekî eşkere gotin ku wê biçin li Şamê nimêjê bikin. Dema ku fêhm kir wê nikaribe vê bike, deriyên Tirkiyeyê li gelê Sûriyeyê vekir. Bi milyonan mirov vehewand. Bi milyonan mirov bi destê MÎT’ê derbasî Tirkiyeyê bûn. Gotin wê bi milyonan mirovî bişînin Ewroapyê. Ewropa jî gelekî ji vê tirsiya. Gotin, neşîne tu çi dixwaze em ê wê bikin. Ji xwe armanca Erdogan û Bahçelî jî ew bû. Wan jî gotin, ‘Ji aliyê madî ve pere bidin, siyaseta ku em li dijî PKK’ê, kurdan, siyaseta me ya li Tirkiye, Rojhilata Navîn qebûl bikin. Divê hûn piştgiriyê bidin me, eger vê qebûl nekin em ê penaberan bişînin’. Ewropayê jî ev qebûl kir. Ji bo berjewendiyên xwe daxwazên Erdogan qebûl kirin, bi milyaran Euro pere dan û siyaseta qirkirinê ji nedîtî ve ahtin. Erdogan bi vî rengî sûd ji şer wergirt.
Yên ku ji Sûriyeyê koç kirin, hemû febrîqeyên li Sûriyeyê birin Tirkiyeyê. Li Tirkiyeyê jî bûn hêza kar a bi erzanî têne xebitandin. Erdogan bi vî rengî jî sûd jê wergirt. Mirovên ji Sûriyeyê bi erzanî xebitand û ew bi kar anî. Ji aliyê aborî ve qezenceke mezin ji wan wergirt. Her wiha ji bermahiyên çeteyên mîna DAÎŞ’ê artêşek çêkirin. Ev çete jî ji Lîbyayê heta Azerbaycanê bi kar anîn. Ji şer re amade kirin. Niha li ku pêwîstiya wan pê hebe çeteyan dişînin wê derê. Şandin Heftanînê, Zapê. Mînak hevalan gotin ku li Geliyê Cehennemê di nava leşkerên tirk de yek bi Soranî diaxivî. Ev kes ya çeteyekî DAÎŞ’ê ye, yan jî pêşmergeyekî PDK’ê ye. Di nava leşkerên Tirk de kî dikare bi Soranî biaxive?
Erdogan niha jî radibe ji dewletên Ereb re dibêje, ‘gelê Sûriyeyê li Tirkiyeyê perîşan bûye, em dixwazin wan li welatê wan bi cih bikin, divê hûn jî alîkariyê bidin’. Ew jî didin. Yanî tişta Erdogan dixwaze bike ew e ku çeteyên ser bi Tirkiyeyê ve, malbatên wan çeteyan li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih bike. Dixwaze demografiyê biguherîne. Kurdan ji xaka wan dike û çeteyan li şûna wan bi cih dike. Bi vî rengî kurdên li Rojava ji bajar û warê wan dike, koçber dike. Dixwaze têkiliya Kurdên li Bakur û Rojava ji hev qut bike. Vê carê jî çeteyan bi vî rengî bi kar tîne.
Herêmên ku dagir kiriye dixwaze mîna Hatayê desteser bike
Dewleta tirk herêmên ku dagir kiriye dixwaze desteser bike, tevlî xaka xwe bike. Mîna ku Hatay tevlî xwe kir, herêmên din jî dixwaze bi vî rengî tevlî xwe bike. Destpêkê tirk li Hatayê bi cih kirin, piştre jî bi Erebên li wê derê xebitî û dûre gotin, ’em ê referandûmê bikin’. Beriya referandûmê lîstikeke bi vî rengî amade kirin. Qaşo bi referandûmekê jî Hatay tevlî Tirkiyeyê kirin, îlhaq kirin. Niha jî dixwaze Efrîn, Bab, Cerablûs, Serêkaniyê, Girê Spî mîna Hatayê desteser bike. Ji xwe li wan deran her tişt kirine. Sîstema xwe ya li Riha û Dîlokê li wê derê rûniştandin. Suleyman Soylû dema diçe Dîlokê, Rihayê, her wiha diçe xaka dagirkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Li bajarên dagirkirî perwerde bi tirkî ye, dibistan bi tirkî ne, alên tirkan daliqandine, polîs, bankayên li wan deran tirk in. Her tişt kirine tirk. bi navê Sûriyeyiyan, bi navê kurdîtiyê tiştek nemaye. Amadekariyê dike ku van herêman bi temamî tevlî Tirkiyeyê bikin. Ji ber vê yekê divê hem ereb, hem kurd, hem asûr, hem jî ermen li ber vê siyasetê rabin. Eger li ber vê siyasetê ranebin êdî ne dikarin biçin Efrînê, ne jî Idlib, Serêkaniyê û Girê Spî. Wê wan deveran bi temamî ji dest bidin.
Erdogan mîna ku karekî ‘însanî’ dike nîşan dide. Hablûkî li dijî mirovahiyê, li dijî gelan vî karî dike. Çeteyên ku bi rêxistin kiriye wê li wan deran bi cih bike û gel teslîm bigire. Yên teslîm negirin jî wê ji xaka wan bikin û piştre jî bêje ’em referandûmê bikin’. Bi vî rengî wê wan herêman tevlî Tirkiyeyê bikin. Xeteriyeke mezin heye. Bi taybetî divê gelê me yê li Rojava vê tehlûkeyê bibîne û li ber vê rabe.
Gerîla derbên giran li dijmin dixe
Herî dawî ez gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Zapê bi lehengî li ber xwe didin careke din silav dikim, berxwedana wan pîroz dikim. Dilê mirovahiyê bi we re lê dide. Divê hûn zanibin ku hûn ne bi tenê ne. Ne tenê PKK û gelê kurd, her wiha mirovahî bi temamî bi we re ye. Hûn wezîfeyeke dîrokî bi cih tînin. Moralê we, baweriya we gelekî xurt e. Hûn bi îradeyeke mezin têdikoşin. Eger aramnca we ne azadî bûya, îradeya we ewqasî xurt nebûya, we yê nekarîbûya li hemberî teknîk û çekên kîmyewî yên dewleta tirk şer bikira. Rojekê jî nekarîbûn li wê derê bisekiniya.
Bû zêdeyî mehek ku hûn li wir in, derbên giran li dijmin ê dagirker dixin, dijmin dixin nava sendromê. Ji ber vê yekê dilê mirovahiyê bi we re lê dide, hûn bûne hêviyeke mezin. Haya we ji vê heye. Ji ber vê yekê li dijî êrişên bi vî rengî yên hovane hûn bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Hûn ê bi ser bikevin û hûn ê bi mirovahiyê bidin qezençkirin. Li ser vê bingehê we hemûyan careke din hembêz dikim, pîroz dikim û bi navê tevgerê we hemûyan silav dikim.