Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG’ê şehîd Tîrêj Germav bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê Tîrêj Germav ê 29'ê mijdara 2016'an şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û wiha got: "Em ê meşa xwe ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin û armancên şehîdên pêk bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Tîrêj Germav ê ku di 29’ê mijdara 2016’an de şehîd bûye aşkera kir. HPG’ê gerîlayê şehîd bi rêzdarî bi bîr anî, ji malbat û gelê kurd sersaxî xwest. Her wiha HPG’ê soza bilindkirina têkoşîn da.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Di daxuyaniya xwe ya 7’ê Kanûna 2016’an de me ragihandibû ku 29’ê Mijdara 2016’an li herêma Omerya ya Mêrdînê di şer de hevrêyê me Tîrêj şehîd bûye. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Tîrêj Germay zelal bû. Em hevrêyê xwe Tîrêj Germav bi rêzdarî bi bîr tînin, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Agahiyên li ser nasnameya gerîlayê şehîd jî wiha ne: “Tîrêj Germav (Bedirxan Abî), li Şirnexê ji dayik bûye, navê dê û bav; Hemrî-Îsa, di 29’ê mijdara 2016’an de li Mêrdînê şehîd bûye.”

HPG’ê bi berdewamî ev agahî parve kir: “Hevrêyê me Tîrêj ji eşîra Gewda li nava malbateke welatparêz li Elkê ji dayik bû. Bi kevneşopiya welatparêziyê ya xurt û exlaqa civakî ya eşîra Gewda û xelkê Elkê mezin bû. Hevrêyê me Tîrêj ku li gundê Germav ê li quntara çiyayê Katoyê mezin bû, bedewiya bêhempa ya cograyfa Kurdistanê bi xwe jiya. Ji ber vê yekê bi xurtî bi xaka xwe, welat û çanda xwe ya civakî re hate girêdan. Li herêma Botanê ku Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê lê bi bandoreke mezin e, ji zarokatiya xwe ve tevgera Apoyî nas kir, bala wî çû ser lehengên Kurdistanê û dixwest rojekê bibe gerîla. Di serî de xal û apê wî tevlîbûna ji nava malbatê ya li nava refên gerîla, hest û fikrê hevrêyê me Tîrêj diyar kir. Ji ber ku ciwanekî Kurd ê jîr û serketî bû zanîngeh xwend, mezûn bû û ji bo demeke kurt karê pîşeyî kir. Lê belê dît ku di nava sîstema dewleta Tirk a qirker de cihê Kurd ê azad nîne, li ser vê bingehê sala 2013’an ji bo azadkirina Kurdistanê berê xwe da nava refên gerîla. Bi têgihiştina xwe ya xurt û zîrek zû hînî jiyana PKK’ê bû, bi çiyê re bû yek. Wateyeke mezin da jiyana gerîla û guherînên mezin di kesayetiya xwe de pêk anî. Hevrêyê me Tîrêj ku zû bi pêş ket, li akademiya pisporiya leşkerî perwerde wergirt. Bi performansa xwe ya serketî ya li vê derê gihîşt asta fermandariyê ku perwerdeyê bide hevrêyên xwe. Demeke dirêj rê nîşanî gelek hevrêyên xwe da, ji wan re bû alîkar, ked da û di her kêliya jiyanê de giranî da ser perwerdeyê û pêşvebirina taktîkên leşkerî, tevkariyeke girîng li taktîkên dema nû kir. Timî dixwest li Bakurê Kurdistanê gerîlatiyê bike, ev daxwaza xwe jî di sala 2016’an de pêk anî. Di sala 2016’an de derbasî Mêrdînê bû û zû hîn bû, gerîlatiya li wê herêmê hîn bû. Bi kedkarî, dilnizmî û kesayetiya xwe ya fedakar, di heman demê de bi hevrêtiya xwe ya ji dil, tevlîbûna xwe ya ji dil û sekna xwe ya bi pîvan û bi biryar, bawerî da hevrêyên xwe hemûyan û bû cihê hezkirinê. Gelek xizmên wî bi bandora sekn û tevlîbûna wî ya li nava refên partiyê dan ser şopa wî û tevlî nava refên gerîla bûn. Ji ber vê yekê dijmin gelekî zext li malbata wî ya welatparêz kir. Lê belê ev hemû ji bo hevrêyê me Tîrêj û hevrêyên me yên xizmên wî yên li nava refên partiyê bû sedem ku hêrsa li dijî dijmin û têkoşînê mezin bike.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: “Hevrêyê me Tîrêj ji bo partî û gelê me fermandarek û lehengekî bi hêvî bû. Di sala ku derbasî Bakurê Kurdistanê bû şehîd ket, lewma em hevrêyên wî; ji bo pêkanîna armancên wî yên nîvcomayî em ê ala têkoşînê bilindtir bikin, meşa xwe ya Rêbertiya Azad Kurdistana Azad bi serketinê tacîdar bikin û armancên şehîdên xwe hemûyan bi vî rengî pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar