Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...
Perşembe - 3 Ekim 2024

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Têkçûna xwe bi fen û fûtan vedişêrin

Demek dirêje dewleta tirk li dijî gelê kurd çekên kîmyewî yên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatine qedexekirin bikar tîne. Dewleta tirk, di adara 2018’an de li Efrînê, di cotmeha 2019’an de li Serêkaniyê, di sibata 2021’an de li Garê û ji nîsana 2021’an heta niha jî bi sedan caran li herêma Zap, Metîna, Avaşînê li dijî şervanên azadiya kurdan çekên kîmyewî bikar anîye.

Neteweyên Yekbûyî li aliyekî çekên kîmyewî qedexe dike, lê li aliyê din li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tu helwestê nîşan nade. Welatên ewropa hem çekên kîmyewî difiroşin Tirkiyeyê, hem jî li dijî zagonên peymanê bêdeng dibin û dibin şirîkê sûcê şer.

Di dîrokê de çekên kîmyewî di gelek şeran de hatin bikaranîn. Hilberîna çekên kîmyewî li gorî çekên konvansiyonel hem bêtir hêsane hem jî erzan e. Ji bo ku bikaranîna çekên kîmyewî rê li komkujiyên mezin vedike, bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin.

Di 29’ê Nîsana 1997’an de Peymana Çekên Kîmyewî ket meriyetê. 192 welat bûn alîgirê peymanê. Tenê welatên Îsrail, Misir, Koreya Bakur û Başur, Sudana Başûr beşdarî piştevaniyê nebûn. Li gorî peymanê hilberîna çekên kîmyewî û depokirina van çekan hatiye qedexekirin. Disa welatên peyman îmze kirine divê zanibin ku sektora çekên kîmyewî li ku heye û ji aliyê kijan dewletê ve tên hilberîn û bikaranîn.

Di dîroka şer de her tim hêzên navdewletî yên serdest pîvan û zagonên şer binpê kirine. Di şer de her tim dewletan li dijî civakan û hêzên bindest serî li rêbazên zor, tundî, fen û futan dane. Hêzên serdest di şer de bêtir serî rêbazên şerê taybet, sîxurî, îşkence, kuştin, çekên  giran û çekêm kimyewî dane.

Niha li Başûr şerekî giran heye. Artêşa  tirk di 10’ê Sibata 2021’an de li Garê dest bi şer kirin bi ser neketin. Beriya ku “Operasyona Pençe Kartal” dest pê bike, Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan got ‘Ez ê mizgîniyek pir xweş bidim.’ Piştî dest bi operasyonê kirin û encam negirtin, di roja 4’an de çekêm kîmyewî bikar anîn û 13 leşker û polîsên xwe yên di destê PKK’ê de kuştin. Lê Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar daxuyanî da û got ‘PKK leşker û polîsên di destê xwe de kuştine.’ Di 23’ê nîsana 2021’an de dîsa bi destûra Serokê DYA’yê Jeo Bîden li Başûr dest bi şer kirin. Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, Wezîrê Karên Hundir Suleylan Soylu û Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan daxuyanî dan û diyar kirin ku dê di çend rojan de PKK’ê bi dawî bikin. Lê di şerê salekê de encam negirtin.

Ji ber di şer de bi ser neketin, vê carê Serokê Hikûmeta Herêmê Mesrûr Barzanî li Koşkê anîn ber lingê xwe û alîkarî xwestin. Piştî hevdîtina malata Barzanî, Erdogan û Îngîltereyê di 14’ê nîsana 2022’an de dîsa li herêma Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi “Operasyona Pençe Kîlît” kirin. Lê vê carê zêde propaganda şer nekirin. Operasyon û şerê vê carê zêde di medya xwe de nernexistin pêş. Her roj çapemeniya HPG’ê dîmenên ji qada şer parve dike. Di dîmenên şer de tê dîtin ku her roj leşker tên kuştin û baragehên leşkerî yên li herêmê tên rûxandin.  Heta niha bi dehan cenaze hatin nexweşxaneyên Gever, Çelê û Şirnexê. Dîsa piştî şer nexweşxaneyên Seyar ên Sehra hatin avakirin. Herî dawî Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, di 25’ê gulanê de li gel Serfermandarê Artêşê Yaşar Guler, Fermandarê Hêza Bejayê Musa Avsever, Fermandarê Hêza Hewayî Hasan Kuçukakyuz û fermandarên tabûr û qereqolên herêmê li qereqolên li Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê geriya û çavdêrî kir. Şerê Pençe Kîlît 40 roj li pey xwe hişt. Lê her roj cenazeyên leşkeran radikin nexweşxaneyan. Cerdevanên tev li operasyonan dibin û çavkaniyên herêmê diyar dikin ku leşker li herêmê asê mane. Çavkanî diyar kirin ku çiyayên herêmê li leşkeran bûye goristan û dojeh. Li aliyê din rayedarên HPG’ê jî daxuyaniyê didin û diyar dikin ku li gelek qadan çekêm kîmyewî yên hatine qedexekirin bikar tînin. X

Dema em geşedanên li herêmê dişopînin, em dibînin ku çi cara Artêşa tirk têk çûye û nikare bi ser bikeve vê carê li dijî pîvan û rêgezên şer tev digere. Çekên kîmyewî ku hatine qedexekirin bikar tîne. Cerdevanan tev li şer dikin. Leşkerên ku di şer de tên kutin bi raya giştî re parve nakin. SÎHA, ÎHA û helîkopterên ku di şer de tên xistin bi raya giştî re parve nake. Dîsa lêçûn, zirar û ziyana ku di şer de derketiye holê bi raya giştî re parve nake. Lê divê raya giştî, rêxistinên civakî û saziyên sivîl vê yekê ji hikûmetê û artêşê bipirsin. Li herêmê şerekî dijwar heye. Gelek leşker tên kuştin. Çima vê yekê ji raya giştî vedişêrin. Çima Wezîrê Parastinê, Fermandarê Hêza Hewayî, Fermandarê Hêza Bejayî û fermandarên alayan bi hevre diçin bajarên li ser sînor digerin û çavdêriyê dikin. Ev nîşan dide ku 40 roj di ser şerê “Pençe Kilît” re derbas bû lê bi ser neketin. Li aliyekî rastiyê ji gel vedişêrin. Li aliyê din ji ber di şer de bi ser nakevin û têk diçin bi fen û fûtên çekên kîmyewî dixwazin encamê bigirin.  Lê geşedanên li herêmê nîşanî me didin ku heta niha bi ser neketine. Dîsa gera serfermandar û wezîran a dawî nîşan dide ku di şer de têk çûne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar