Drone, balafirên şer, helîkopterên êrişê, fuze, bi hezaran leşker, PDK’î, cerdevan û sîxur di vê êrişa dagirkeriyê de têne bikaranîn. Çavkaniyên gerîla dibêjin, artêşa Tirk tim û tim cerdevanan didin pêş.
Artêşa tirk li gel teknîka li ber destê xwe jî her roj derbên giran dixwe. Balafirên bêmirov û helîkopter êdî di hedefa gerîla de ne. Dîmenên ku ji qadê tên jî vê yekê piştrast dikin. Leşker ji ber ku nikarin bi amûrên hewayê bêne parastin, hêstirên xelkê herêmê didizin û bi vî rengî lojîstîkê dibe herêmê.
Panîka leşkerên tirk a dagirker ên li nêzî girê Şehîd Cûdî yê li Zapê, ku bi lez û bez baz didin, bi kamera gerîla hate kişandin.