Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Cenazeyê Zekî Çelebî di bin dorpêça polîsan de hate veşartin

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Zekî Çelebî ku 17’ê gulanê li bajarê Silêmaniye yê başûrê Kurdistanê di encama êrişa çekdarî de hate qetilkirin, li Wanê di bin dorpêça polîsan de hate veşartin.

Cenazeyê Mehmet Zekî Çelebî serê sibê anîn Wanê. Hêzên dewleta tirk roja Pêncşemê beriya merasîmê ji êvarê ve rêyên ber bi Goristana Selîmbeyê girtin. Polîsên tirk li pêşiya bajêr karwanê cenaze rawestand û li malbatê ferz kir ku tenê 15 kes karibe biçe goristanê.

Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêman Demokratîk (DBP), rêxistinên navçe û bajêr yên Wanê, parlamenterên HDP’ê Mûrat Sarisaç, Mûazzez Orhan, Mehmet Sidik Taş û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bajêr jî di nav de gelek kes ji bo tevlî merasîmê bibin li hev civiyan. Lê belê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç nerazîbûn tund nîşanî polîsan da û wiha got: “Defnkirin mafê herî xwezayî ye. Rewşeke wiha di kîjan olê de derbasdar e? Jixwe hûn bi qanûnî sûc dikin, niha jî hûn bi olî sûc dikin. Hûn gelê Kurd dikujin, paşê jî zilmê li miriyan dikin. Em vê çewisandinê ti carî qebûl nakin, em ê li navenda bajêr bi girseyek mezin vê yekê protesto bikin. Bêguman ji ber ku hûn şirîkê kuştinê ne hûn destûrê nadin. Li welatê herî faşîst ê cîhanê pratîkeke bi vî rengî nîne. Hûn li vir zilmê li gelê Kurd dikin.”

Parlamentera HDP’ê Mûazzez Orhan wiha got: “Li vir eşqiyatiyê dikin. Hûn ewlehiyê çi digirin? Ger SADAT, JÎTEM, MÎT’ê ev cînayet pêk neanîbana, we yê destûrê bidina me ku em beşdarî merasîma cenaze bibin. Bi pratîka xwe hûn jî dipejrînin ku we ew kuştiye. Hûn sûc dikin. Ma qet mirovatî û wijdanê we nemaye?”

Parlamenterê HDP’ê Mehmet Sidik Taş jî ev tişt got: “Hûn li vir sedema qedexeyê jî nikarin nîşan bidin. Ev yek nedestûrî ye, kî dikuje ew asteng dike.”

Piştî nîqaşê dema gel xwestin bikevin goristanê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin alozî derket.

Polîsan bi girtina deriyê goristanê êrişî gel kirin. Kesên hatin merasîmê bi qîrîna dirûşma “Şehîd Namirin” polîs şermezar kirin.

Malbata ku di dema dorpêça polîsan de cenazeyê Çelebî veşart, hate qada ku girse li bendê bû û li vir daxuyanî da.

Birayê Çelebî Fevzî Çelebî jî wiha got: “Birayê min 13 sal in li xerîbiyê bû. Me xwest li welatê ku lê ji dayik bûye bibînin; lê nehiştin em cenazeyê wî jî binax bikin. Ger ev ne zilm e, çi ye? Polîs tên cem min û dibêjin ‘devê xwe venekin’. Ev ji bilî zilmê ne tiştekî din e û em vê rewşê qebûl nakin. Divê hikûmet dev ji vê zîhniyetê berde. Dewlet li cihê ku kujer bibîne tê û êrişî merasîma cenaze dike. Weke malbata wî em li dijî vê bêhiqûqiyê ne. Gelek spas ji bo her kesê ku hatine. Mehmet Zekî Çelebî ne tenê şehîdê malbata xwe ye, şehîdê hemû Kurd û Kurdistaniyan e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar