PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Berdevkê YPG’ê: Em ê yekser bersivê bidin

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd got heke tirk êrîş bikin wê tiştên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dubare nebin û wê yekser bersivê bidin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd derbarê gefên ku Serokkomarê tirk Recep Tayyip Erdogan li hemberî herêmê dixwe, ji ANF’ê re axivî.

Mehmûd diyar kir ku ev gefên êrîşê yên Erdogan ne nû ne û got “Bi yekser îlan neke jî her roj êrîşên li ser Şehba, Til Rifat, Serêkaniyê, Til Temir, Eyn Îsa û Rêya M4 didome. Li dijî herêmê êrîşên tirkan her roj didome. Îro ev tişt îlan kirine dixwazin êrîşan mezintir bikin. Bêguman rejîma AKP û MHP’ê û Erdogan, tevî artêşa tirk bermahiyên komên wekî DAIŞ, El Kaîde û Biraderên Misilman bi kar tîne. Tevgera wan û kombûna wan zêd bûye. Hewl didin êrîşî Rojava bikin. Erdogan ev demek e li qada dîplomatîk jî li pey van êrîşan e û jixwe vî tiştî venaşêre. Her roj bi droneyên biçek li Rojava li hemwelatî û endamên me dide. Hewldaneke wan heye ku êrîşeke mezin a dagirkeriyê bide destpêkirin. Ji ber vê amadekarî û îlankirina êrîşê di heman pêvajoyê de ye. Em îlana şer a Erdogan wekî xetereyeke cîddî dibînin.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku ev êrîş tê wateya binpêkirina peymana ku di navbera wan , Rûsya, DYA, Koalîsyona Navneteweyî û Tirkiyeyê û got “Ev hêz, hêzên garantor ên peymanê ne. Lê êrîşên bi top, tank, obus, balefir û çeteyan ên li ser Til Temir, Eyn Îsa, Rêya M4, Til Rifat, Şehba, Qamişlo, Dêrik û Kobanê qet nesekinî. Divê hemû dinya bizanibe ku artêşa tirk a ku li gorî fermana Erdogan tevdigere, vê peymanê bin pê dike. Hêzên navneteweyî, DYA û Rûsya divê garantoriya xwe pêk bînin. Heke hewce bike divê ji Tirkiyeyê re bibêjin êdî bes e. Bi êrîşên Tirkiyeyê re êrîşên DAIŞ’ê jî dest pê dike. DAIŞ ji nû ve xwe xurt dike. Dema ku ev tişt derdikeve holê xetereya terorê jî dîsa derdikeve holê. Divê dinya vî tiştî bibîne. Di vî warî de bi hezaran delîl hene. Êrîşa girtîgeha Hesekê mînaka vî tiştî bû. Niha jî li Kampa Holê xetere heye ku DAIŞ êrîşan bike. Ev tişt girêdayî hev in. Divê hemû dinya vî tiştî bibîne. Erdogan li Iraqê jî êrîşan dike. Rejîma AKP û MHP’ê êdî ji bo ser pirsgirêkên li Tirkiyeyê bigire, şer hilbijêre. Ji xeynî şer tu çareseriyeke wan tune. Dixwazin Tirkiyeyê bi rewşeke awarte bi rê ve bibin. Divê gelên Tirkiyeyê vî tiştî bibînin. Ew dijminê demokrasî, azadî, dewlemendiya çandî û exlaqî ne. Bi metodên cîhadîst û faşîst hewl didin Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Qaşo li hemberî ewlekariya Tirkiyeyê xetere heye lê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu carî nebûne xetere. Divê gelên Tirkiyeyê vî tiştî bibînin.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir rejîma Sûriyeyê bi qasidiya Rûsyayê li herêmê ye û got “Rûsya û DYA piştî şerê li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî garantorê peymanê ne. Bi wan re hevdîtinên me jî çêbû. Em nikarin bibêjin ku li hemberî êrîşên Tirkiyeyê helwesteke zelal çêbûye. Divê hêzên garantor peywira xwe bi cih bînin. Erdogan tevî artêşa NATO’yê êrîşî herêmên me û hêza me ya ji bo li Sûriyeyê ji bo çareseriyeke siyasî têdikoşe dike. Bi van êrîşan re çareseriyê paş ve dixîne.”

Mehmûd qala kembera ku Erdogan dixwaze pêk bîne kir û got “Vê kembera ku Erdogan qala wê dike li cihên ku demokrasî pêk hatiye. Li cihên şoreşê ye. Erdogan dixwaze modela ku li Sûriyeyê ava bûye û pêşengtî tê kirin îmha bike. Xeta ku ji Dêrikê heta Til Rifat û Efrînê cihên wisa ne ku pergala demokrasiyê lê pêk hatiye û gelên ereb, tirkmen, suryan, çerkes û ermen lê dijîn. Pêşengtiya vê herêmê hat kirin. Ji bo ku xwe bigihînin armanca xwe, dixwazin vî tiştî îmha bikin. Li gorî wan heke herêmên kurdan desteser bikin qaşo wê bikaribin civakê ji şoreşê dûr bixînin û wê civak dev ji hêviya xwe ya azadiyê berde.”

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir piştî şerê li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wan tecrube stendine ku xwe û destkeftiyên şoreşê çawa biparêzin û got “Hemû hêzan xwe li gorî vî tiştî amade kirine. Wê rewşên wekî yên li Efrîn, Serêkaniyê û Efrînê dubare nebe. Heke êrîş were kirin wê êrîşkar rastî hinek rewşan werin. Divê gelê me van gefên dagirkeriyê cîddî bibîne û li gorî vî tiştî xwe birêxistin bike. Divê gelê me bibîne ku dijmin nasekine û rejîma AKP û MHP’ê çi dema ku derfetê bibîne wê êrîş bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar