Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Li himberê şer têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin

Rewşa Tirkiye ji hemû aliyan ve her diçe kembaxtir dibe. Bîst sal e hukumeta AKP’ê Tirkiye rêve dibe. Di warê aborî, civakî, perwerde, tendrustî, ehlaqî, dîplomasî, demokrasî, huqûq, azadî, mafê mirovan û hwd ve xetimî ye.

AKP û hevkarê wî MHP nikarin êdî Tirkiyeyê rêve bibin. Bîst sale AKP’ê desthelatdariya xwe bi şer, talan û derewan domand. Êdî kaniyên talanê çikiyan. Gel jî hînê derewên wan bû. Xizanî giha qirka gel. Tenê beşek talanker û xwînmij sûdê ji hatinên dewletê dibînin.

Piraniya gelên Tirkiyeyê hêviya xwe ji AKP’ê û hevkarê wê MHP’ê birîn e. Dixwazin bi lezgîn hilbijartin bêne kirin û desthilatdarî bê guhertin.

Belê rastiyek heye,  ji ber ku hukumeta AKP’ê di van bîst salan de gelek qirêjî û sûcên bê huqûqî kirine, ji darizandinê û pêşeroja xwe ditirse. Bo hindê naxwazin dest ji desthilatdariyê berdin. Ji bo desthilatdariya xwe bidomînin çi cureyên hîleyan û rêbazên qirêj hebe dê bêxine dewrê.

Em dizanîn dema borî zagona hilbijartinê gorî daxwaza xwe guhertin. Belê dîsa dilê wan ne rehet e ku bi vê guhertinê jî serkeftinê pêk bînin. Hewcehiya wan bi hinekî din rêbaz heye. Yekî ji van rêbazan jî şer e. Hêvî dikin ku bi şer serkeftinekê bi dest bixin û xwe lehengên sedsala bîst û yekan îlan bikin. Girseya olperest, nîjadperest, netewperest û kevneperestan li der û dora xwe kom bikin. Pêşî li helandina girseya xwe bigrin.

Konjektura heyî ya li Rojhilata Navîn û Balkanan cesaretê dide wan. Şerê navbera Rûsya, Ukrayna-Nato qaşo destê wan xurt dike. Dibînin ku NATO-Ukrayna û Rûsya heta radeyekê hewcehiya wan bi Tirkiyeyê heye. Her alî dixwaze Tirkiyêey bikêşe aliye xwe. AKP-MHP vê rewşê dibînin û dixwazin sûdê jê wergirin. Ber hindê dikevin nava bazarên qirêj.

Di vê konjektura hanê de dixwaze derfetên derketine holê ji bo berjewendiyê xwe yên dîrokî û demkî bixwebitînin. Yek ji vana xewn û xeyalên Osmantiya nû ye. Bi şer dixwaze serî de Rojava û Başurê Kurdistanê dagir bikin. Sînorên Misak-î Mîlî yên beriya Lozanê ji nû ve bêxine meriyetê. Dest daynin ser heyînên Kurdistanê. Bi vê xwe leheng îlan bikin û desthilatdariya xwe misoger bikin.

Gorî hişmendiya wan qaşo eniya herî rehet bikarin serkeftinê pêkbînin Başûr û Rojava ye. Li eniya Ege, Rojhilatê Derya Sipî, Qibrisê, Libyayê tişta dixwestin bidest nexistin. Li wan deveran xetimîn. Wekî din li himberê Misrê, Îsraîlê, Suîdiyê û hinek dewletên din xwe wekî dîkê herêmê nîşan didan û digotin Rojhilata Navîn de pelên daran nikarin bê me bilerize. Belê nava demê de dîtin ku kes dîkbûna wan qebul nake. Bi xwe bezîn ber lingê hemûyan.

Dest ji hemû aliyan berdane. Tenê dixwazin şer li ser serê kurdan geş bikin. Şerê li Başûr bi dijwarî didome. Dixwazin li Rojava jî geş bikin. Serkeftinê pêkbînin û qaşo desthilatdariya xwe misoger bikin. Plana din jî eger serkeftinê bidest nexin jî dê bêjin şer heye em nikarin vê şertên awarte de biçine hilbijartinê. Bi vî awayî ji temenê desthilatdariya xwe dirêj bikin.

Bê guman xeteriyeke din jî divê mirov bi cidî li ser raweste. Ew jî saziya SADAT’ê ye. Çawan ku salên beriya darbeya Îlonê kontir-gerîla û netewperest, salên nodî jî jîtem, cerdevan û yên li xwe borî xistin dewrê, niha jî bi navên cuda dixwazin gel bi kiryarên veşartî bêxine nava tirs û kaosê. Buyerên piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 1915’ê divê ji bîra me neçe.

Gotine, lîstokên Osmaniyan pir in. Ev hişmendî û pergala şerker dikare hemû cureyên rêbazên qirêj bi kar bîne.

Rewş giran e, taluke mezin e. Divê hemû partî, saziyên kurdan û tevahiya gelê kurd vê rastiyê bibînin. Serî de KDP û hukumeta Başûr guh û çavê xwe vekin. Buyerên Rojhilata Navîn û der û dorê diqewimin rast bixwînin. Helwesta xwe li himberê hemu dagirkeran diyar bikin.

Divê her kes talukeya li himberê gelê kurd bibine û peyvîra xwe ya dîrokî pêkbîne û rista xwe bileyîze. Vê sedsalê bi kurdan nedin windakirin.

 Bê guman ev taluke li ser gelên herêmê hemuyan e. Ji bo wê divê hemû beşên civakê û hemû partî, sazî, sendîqa, ronakbîr, hunermend û yên dijberê şer bi lezgîn ji bona demokrasî û aştiyê têkoşîneke xurt bi rêbazên meşrû û demokratik pêş bixin. Pêşî li vî şerî bigirin. An jî her kes dê bi felaketên mezin re rû bi rû bimîne. Roj roja yekîtî, têkoşîn û berxwedanê ye…

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar