Di daxuyaniya Yekîneya Şehîd Devrîm Zerdeşt a DGH’ê de hate ragihandin ku di 24’ê gulanê de li taxa Mîmar Sînan a Sûltanbeyliya Stenbolê febrîqeyeke mobîlya ya çar qatî ‘ya faşîstan’ hatiye şewitandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi pêketina agir re teqîn çêbû û febrîqe bi temamî şewitî.
DGH’ê diyar kir ku di sibeha 27’ê gulanê de li kolan Ordû ya Umraniyeya Stenbolê jî depoyeke xurdeyan şewitandiye û ev agahî hat ragihandin: “Piştî çalakiya me depo bi temamî şewitî û xisara madî lê bû.”
DGH’ê destnîşan kir ku çalakiyên wan wê dewam bikin û wiha got: “Em ê hîn bi xurtî tevlî pêngava seferberiyê bibin û bi ciwanên civak û welatê xwe diparêzin ber bi serketinê ve bimeşin.”
Însiyatîfa Zarokên Agir febrîqeyek, depoyek û wesayitek şewitand
Însiyatîfa Zarokên Agir jî bi daxuyaniyekê ragihand ku febrîqeyeke tekstîlê, depoyek û wesayitek şewitandine. Însiyatîfê destnîşan kir ku di 29’ê gulanê de li navçeya Gazîemîr a Îzmîrê depoya lastîk a S.G, di 28’ê gulanê de li Îzmîrê wesayita kesekî AKP’î û di 27’ê gulanê de jî li Herêma Pîşesaziyê ya Derî Karma ya li Ûşakê febrîqeya Ekta Tekstîl a E.S û A.V hatiye şewitandin. Însiyatîfê ev tişt ragihand: “Em kurd ku gelê qedîm ê Kurdistanê ne, agirê me yê tolhildanê heta rizgarkirina her parçeyekî xaka xwe wê netefe.”