Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Heskirin

Medenî Îlhan /

Rojek ji rojên zivistanê bû. Pelên ku belkên xwe ji daran weşandî li ber peravên barana ku dibariya di kolanên vî warî re derbaz dibûn, rengekî pir xweşik li derdor belav dikirin. Bêhna axê bedewbûna xwe li her deverê parve kiribû. Tişta xerîb ew bû ku di hindirê mirov de hîsek xweş dida avakirin, ne heskirinek tu bidî kesekê yan jî tiştekê… Ya girîn ne ew bu ku fikrekî cuda li xwe dihilgirt, di bêdengiyê de xwe gihandina kûrahiya wê bû. Bêdengî yekane rêya ku tişta dixwaze ji zêhnê bixwaze xwe derbaz bikiye. Em nizanin heskirin çiye. Em nîşaneyên wê dizanin, êşê, kêfxweşiyê, xemê welhasil… Nîşaneyan em dixwazin çareser bikin, ev jî dibe wek mirov di tarîtiyê de gerê bikeye. Em şev û rojên xwe bi van re derbaz dikin û di demek kin de bi mirinê re rû bi rû dimînin. Ger di wê roja hewqas xweş de em rûniştan û me temaşeyî wê xweşiktiyê bikira, meyê hemû pirsgirêkên mirovan, saziyan, têkiliya mirovan bi kesên din re, têkiliya wan bi civakê re her yek ji wan wê cihê xwe bigirta û wê demê me yê bizaniya heskirin çiye.

Em hertim behsa heskirinê dikin. Her zilamek jinekê, dîndarek xweda, dayîkek dibêje ez ji zarokên xwe hesdikim û bi heskirinê dileyîzin. Me rastî ji ev gotîn bi wateyên cuda ew ji rastiya wê dûr xistiye. Bi vê re em her roj rastî neheqî, nexweşî û êşan tên, lê di wê baranê de, di wê ava diherikî de hertiştê girêdayî me di wan de heye. Eve rastiyeke, ew yekane rêya ku bersiva pirsên me bideye. Gelek pirsgirêkên me hene û em vana bê heskirin dixwazin derbas bikin, li şûna ku em kêmtir bikin em zêdetir dikin pirsgirêkên xwe. Rêyekî ku em pirsgirêkê bigrin dest û helbikin tuneye. Carna mirov li serê tepeyek rûne li çûkan temaşe bike, li cotkarekê bêyî ku em xeyal bikin, bikevin bêxîretiyekê de, bi giştî di nava bêdengiyekê de temaşe bikin, wê demê dibe ku bersiv me bibîne. Dema bersiv hat xwe nespêrin wê, wê weke çavdêriyekê nebînîn. Dema wê carekê destê xwe da me, emê tucaran weke berê nemînin. Bihêlin bila ew bikeve hindirê me, bila ne hêrsa me, çavbirçîtiya me yan jî ne mafdariya me ya civakê bikeve hindir. Em tucaran vê naxwazin ji ber ku jê ditirsin, em mirovên ku me bi xwe ji xwe re qefesek çêkiriye û em weke hatibin kedî kirin di hindirê wê de diçin û tên. Em bi kaos û birsîtiyê re rû bi rû mane, bi sedsalane ev tê dubare kirin. Carna bi tenê bimînîn, dibe ku ew were me bibîne.

Ger ne li gorî xwezaya xwe, li gorî modelên xwe yên exlaqî em tevbiberin, emê tucaran negihijin rewşa heskirinê, ji ber ew rewşeke xwezayî ye. Ger em xwe negihînin vê emê tenê rûyê heskirinê yê bi êş bibînin, hertim bi xem û nekêfxweş bimînin. Peyvek çiqas rast dibe bila bibe, ger ji fêrbûyînekê hatibe, ew peyv miriye. Me peyva heskirinê ewqas xistiye rewşa ketî, êdî bi peyvên mirî heskirina xwe dijîn. Bêyî heskirin ne gengaze azadî çêbibe. Heskirin çalakiyeke bê berambertiye, di hindirê xwe de dixuluqe. Heskirin nayê fêrkirin, tu dibistan, mamosta, kes, pirtûk, dêr, mizgeft, partiyên siyasî nikarin rastiya heskirinê nîşanî me bidin. Ger heskirin tune be wê hertim gengeşe, tenêtî, bêhêvîtî û nekêfxweşî hebe. Ger em bi heskirinê re bijîn wê tevahî jiyana me di rastiya xwe de biherike. Çawa rêyek diçe heqîqetê tune, wisa rêyek naçe heskirinê jî. Divê em vê bibînin û zarokan jî li gorî vê mezin bikin. Tu zarok nizane qirêjî çi ye, kîn çi ye, nefret çi ye, hêrs çi ye. Tenê heskirinê dizane ji ber ku di rehma dayîka xwe de tenê heskirina dayîk parve dike dizane, ew di nava heskirina dayîkê de mezin dibe, bi heskirina dayîkê tîmar dibe, lê dema ji dayîk dibe û pêve em hemû qîrêjiyan li wan bar dikin. Bê bawerî, kîn, nefret, reqabet, hêz, kuştin, talankirin û gelek gengeşeyên din yên me li xwe barkirin fêrî zarokan jî dikin. Divê em heskirina xwe ya xwezayî derxînin pêş û xwe ji van gengeşeyan xilas bikin, bê heskirin wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin, ger were jî wê bi xwe re xirabiyên hîn mestir derxîne holê. Heskirin lûtkeya herî bilind ya xwedabûnê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar