PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Karayilan: Li qada şer em têra xwe hene; dijmin xitimî ye, têk çûye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan şerê meh û nîvekê yê li dijî dagirkeriyê ji ANF’ê re nirxand.

Em ji meha gulanê ango Meha Şehîdan, derbasî meha hezîranê dibin. Dîsa salvegera 18’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê ye. Ew pêngava dîrokî di kîjan şert û mercan de destpê kir û wateya xwe çiye? Dîsa di têkoşîna we de rola Pêngava 1’ê Hezîranê çi ye?

Di dawiya meha gulanê de careke din tevahiya şehîdên gulanê di şexsê heval Kasim Engîn û hevalên pê re şehîd bû bi bîr tînim. Bi rêzdarî, bi hurmet li hemberî bîranîna wan serê xwe ditewînim. Hevalê Kasim Engîn ji bo me gelek tişt bû, mirov bi hevokan nikarin bînin ziman. Lê belê em heta dawî bi soza ku dane wan girêdayî ne. Em ê şopdarê wan bin. Ez vê dikarim bêjim. Wekî din di meha gulanê de şoreşgereke kurd a girîng, milîtana jin a hêja hevrê Aysel Dogan şehîd bû, saetên beriya şehîd bikeve silavê xwe ji bo me, ji bo berxwedêrên Zapê şand. Ez hevala Aysel Dogan bi rêzdarî bi bîr tînim. Hevaleke min jî naskirî û xebata wê ya rêzdar şopand. Bi rastî şopdareke Sakîne Cansiz a pir bi biryar bû. Bi cesaret bû, xwedî prensîb bû, wê cih, helwest û sekna wê her tim di têkoşîna me de hebe. Ez silavê wan bigihînim berxwedêrên Zapê. Ez bi taybetî ji bo malbata hevala Aysel Dogan sersaxiyê dixwazim spas dikim wan silavên wê gihandin me. Ez dibêjim heval Aysel û tevahiya şehîdên Kurdistanê bila dilê we şad be, em ê xem û xeyalên wan bi cih bînin, bila hûn rehet bin. Ti carî em ala wan li erdê nahêlin, em ê tola we rakin, em ê armanca we ya pîroz pêk bînin û bi ser bixînin.

Pêngava 1’ê Hezîranê di dîroka têkoşîna me de pêngaveke girîng e. Em niha di salvegera 18’emîn de ne. Ez destpêkê 18’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê, li dostên gelê me, li tevahiya hevalan, xebatkaran pîroz dikim. Û ez tevahiya şehîdên pêngava 1’ê Hezîranê di şexsê hevrê Erdal, fermandar Adil, Nûda, Çîçek û Reşîd Serdaran de, Atakan Mahîr heta Delal Amedan de bi bîr tînim. Bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Sozên me dane wan lehengan careke din dubare dikim. Ji xwe pêngava 1’ê Hezîranê li gorî armancên xwe bi rê ve çû û wisa roleke dîrokî di têkoşîna me de, di têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê kurd de lîst. Niha di kîjan serdemê de pêngava 1’ê Hezîranê bi rê ket? Çawa bi rê ket? Tê zanîn, di şexsê Rêber Apo de li hemberî tevgera me û xeta Rêber Apo komployeke navneteweyî pêk hat. Dema ku komploya navneteweyî Rêber Apo êsîr girt, radestî dewleta Tirkiyeyê kir, wê demê me xwest ku têkoşînê geştir bikin, berxwedaneke mezin pêk bînin. Lê belê Rêber Apo ev guncav nedît, pûçkirina êrîşên dijmin ji xwe re kir esas. Bi vî rengî ji bo me jî agahî şand. Bi rastî bi şêwazekî dahiyane Rêber Apo rêbaz û stratejiya destnîşan kir ev pêngava dijmin a di asta navneteweyî de pûç kir. Li ser vî esasî me di tebaxa 1999’an de şerê çekdarî rawestand. Vê dewam kir. Rêber Apo hewldana çareseriya siyasî pir xurt meşand. Tevgera me jî li gorî wê tevgeriya. Me pîvanên çareseriyê anî asta herî maqûl ji bo çareser bibe.

Lê belê me çiqas deklarasyon weşandin, me bang kir, me kar kir, gelê me kar kir dewleta Tirkiyeyê gav neavêt. Ne tenê gav neavêt, hewl da me tasfiye bike. Bi rêya komeke çete ya di nava me de tasfiyekarî bi rêxistin kir, xwestin me tasfiye bikin ji xeta serokatî qut bikin. Bi vî rengî xwest bi demê re me belav bike û tevgera me têk bibe. Li aliyê din tenê ne ji bo me ji bo tevahiya meseleya kurd helwesta xwe hîn tund kir. Mînak wê demê li başûrê Kurdistanê li Duhokê jî rakirina ala Kurdistanê pirsgirêk bû. Digotin ‘Ev çi ye, ev çi paç e?’ Ji ber ku ew ji nirxên gelê kurd, ji alên gelê kurd re dibêjin ‘paç’. Gotin ‘Ev çi paç e?’ Wisa bi rayedarên Başûrê Kurdistanê re têkilî kirin xeta sor. Yanî wisa giştî siyaseta qirkirinê ya komploya navneteweyî ku dixwaze tevgera me tine bike, xwest bi ser bixîne. Li hemberî vê, tevgera me kete nava tevgerê. Destpêkê Rêber Apo ji nû ve avakirina PKK’ê xist rojevê. Ji ber ku ji bo çareseriyê, ji bo pêvajoya giştî PKK weke partî xwe fesih kiribû. Li şûna wê KADEK çêbûbû. Lê belê careke din Rêber Apo komîteya jinûve avakirina PKK’ê ava kir û li ser wî esasî dest li pêvajoyê werda. Di civata duyem a Kongreya Gel de biryara pêngava 1’ê Hezîranê hate dayin, ev ji raya giştî re jî hate parvekirin. Biryar çi ye? Biryar li hemberî êrîşên dijmin xweparastin e, ango em ketin pozîsyona parastina aktîf. Ango me ji dijmin re got, hûn wisa nikarin me tasfiye bikin. Em dikarin xwe biparêzin, em dikarin nirxên xwe biparêzin û li ser vî esasî pêvajoyeke îdeolojîk, çandî, civakî, siyasî, leşkerî parastina aktîf kete meriyetê. Pêngava 1’ê Hezîranê wisa bi rê ket. Bi xwe re gelek pêşveçûn çêkirin. Ango dijmin bi komploya navneteweyî dixwest ku tevgera me, xeta Rêber Apo bi temamî tune bike. Lê belê sekna Rêber Apo ya li Îmraliyê û xeta destnîşan kir, her wiha fedakariya gelê me, sekna hevalên me bi xetê re dilsoz û qehremaniya şehîdên me têkoşîna azadiya Kurdistanê bi pêngava 1’ê Hezîranê re xist qonaxeke nû. Qonaxa bilindbûn û mezinbûnê. Yanî tevgera me hîn zêde mezin bû, li her çar parçeyên Kurdistanê hîn xurt bû. Wisa girseya xwe çêbû, hîn zêdetir bû. Bi her awayî xurt bû. Bi vî rengî komploya navneteweyî vala hate derxistin. Dibe ku komplo bi temamî têk neçû, lê belê vala hate derxistin, bi vî rengî. Pêngava 15’ê Tebaxê pirsgirêka kurd xist ser maseyê, ji bo siyasî çareser bibe. Lê belê dewleta tirkiyeyê ji bo çareseriyê nêz nebû. Ji bo wê pêngava 1’ê Hezîranê kete meriyetê, bû biryar û roleke dîrokî lîst. Di pêvajoya pêngava 1’ê Hezîranê de her tim deriyê çareseriya siyasî jî vekirî bû. Ji bo vê jî her tim hewldanên Rêber Apo, hewldanên tevgera me hebûn.

Çawa ku pêngava 15’ê Tebaxê pêşî li tunebûn, helandinê girt û pirsgirêka kurd anî ser maseyê, pêngava 1’ê Hezîranê ji bo çareseriyê êdî ji bo rizgariyê hewldanên girîng bi pêş xistin. Ew qonax îro jî hîn dewam dike. Di vê nuqteyê de mirov divê bibêje ku 29 sal in ango ji 1993’an û vir ve Rêber Apo ji bo çareseriya siyasî xebatê dimeşîne, hewl dide. Me heta niha bi giştî 9 caran agirbest kiriye. Di wê demê de diyalog bi dewleta tirk re çêbûn. Nêzî 3 salan bi rêya hinek navbeynkarên navneteweyî li Osloyê di navbera heyetên me û dewleta tirk de hevdîtin çêbûn. Encama van hevdîtinan gihîşt protokolekê. Di sala 2011’an de protokol heyeta herdu aliyan qebûl kir û radestî hikumeta Erdogan hate kirin. Lê belê piştî wê Erdogan qebûl nekir, li hemberî me şer ragihand. Wê demê AKP’iyan rêbaza Srî Lanka li Tamîlan kirin, anîn ziman, qala wê kirin. Xwestin rêbaza Srî Lankayê li hemberî me jî bi kar bînin. Xwestin bikin. Lê xitimîn. Yanî şer kirin, di dawiya 2012’an de careke din xitimîn. Careke din agirbest kete meriyetê. Îcar li Îmraliyê hevdîtinan zêdeyî 2 sal û nîvan dewam kir. Li wir jî gihîştin mutabaqatekê. Heyeta aliyê kurd û heyeta dewleta tirkiyeyê li pêşiya kamerayan li hev rûniştin mutabaqat, cewhera wê xwendin û wisa îmze kirin. Lê belê piştre careke din Erdogan ev maseya li Dolmabahçeyê hate danîn qulipand û ev mutabaqat qebûl nekir û şerekî giştî li ser esasê konsepteke nû li dijî me îlan kirin. Ango di vir de tiştê divê mirov destnîşan bikin ev e: Em aştîxwazin em ne şerxwazin. Em dixwazin pirsgirêka kurd bi rê û rêbazên siyasî, demokratîk çareser bikin.

Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke civakî ye, çandî ye, dîrokî ye. Ev pirsgirêk divê bi diyalogê çareser bibe. Ji ber ku dijminê li hemberî me vê qebûl nake, her di siyaseta îmha û qirkirinê de israr dike îro li Kurdistanê şer heye. Yanî divê ev bê zanîn. Şerê em li Kurdistanê dimeşînin şerê şerê hebûnê ye û şerê parastinê ye. Şerê azadiyê ye. Em dixwazin li ser vê axê hebin, em tune nebin û azad bijîn. Ev şer li ser vî esasî tê meşandin. Yê ku êrîş dike ne em in, dewleta tirkiyeyê ye. Yê ku dixwaze meseleyê bi kuştinê, bi xwînrijandinê çareser bike ne em in, lê dewleta tirkiyeyê ye. Em dixwazin bi şêwazekî adilane pirsgirêka kurd çareser bibe, lê belê eger xwe nedin ber çareseriyê, bixwazin me tune bikin bêguman heta dawî em ê xwe biparêzin. Heta roja îro ya ku tê meşandin ev e. Lê belê pêngava me, pêngava 1’ê Hezîranê li ser vî hîmî serketî ye, dijmin têk çûye. Ji ber ku komploya navneteweyî bi vî rengî bêencam maye. Û îro ji her demê bêhtir em nêzî çareseriyê ne, nêzî azadiyê ne.

Şerê li dijî tevgera we bi tecrîdê destpê kir. Hûn wisa şîrove dikin. Îro her diçe tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan girantir dibe. Hûn di vê derheqê de dikarin çi bêjin?

Şer bi tecrîdê destpê kir. Şerê îro li Kurdistanê şerê qirkirina gelê kurd e. Ev jî destpêkê li Îmraliyê destpê kir. Yanî sîstema Îmraliyê psîkolojîk îşkence, sîstema qirkirina civaka kurd e. Li wê derê şerê tê meşandin, şerê psîkolojîk li hemberî Rêber Apo û hevalên li wir tê meşandin bi esasî wateya xwe wisa ye. Ya ji raya giştî tê gotin tecrîd e, lê belê bi tenê tecrîdê mirov nikare bîne ziman. Tiştekî giran e. Ti mînakên xwe li cîhanê nîne. Vaye 15 meh in Rêber Apo û her sê hevalên li wê derê, ti kes agahiya xwe ji wan nîne. Yanî serdema me serdema telekomunîkasyon e. Yanî telefon hene, înternet heye, telgraf heye, posta hene. Dewleta tirkiyeyê hemû qanûnên gerdûnî û yên xwe binpê dike û nahêle ti agahî ji Rêber Apo derkeve. Ev 15 mehin ti agahî nîne. Rê nadin bi telgrafekê agahiyê bidin. Ma ne li tirkiyeyê dibêjin ên girtî mafê xwe yê telefonê heye, mafê xwe yê hevdîtina bi parêzeran û malbatê re heye. Dema dewletek an jî rejîmek li Îmraliyê her cûre qanûnên mirovî, gerdûnî, exlaqî û yê xwe binpê dike, gelo tu yê ji wê dewletê re çi bêje, tu yê ji çi wê dewletê bawer bike? Ev çawa dewlet e? Ne qanûn heye, ne exlaq heye, ne wijdan heye, ne nîzam heye. Yanî dewletên çadiran jî hinek qanûnên xwe hene. Lê belê ti qanûnê van tune, qanûn hemû yên Erdogan e. Li wir êşkenceyek tê kirin. Eşkere ye ku heta ev sîstema li Îmraliyê hebe li tirkiyeyê demokrasî, hiqûq, edalet pêk nayê. Dewleta ku li Îmraliyê, yan jî di şexsê Îmraliyê de li gelê kurd wisa bêhiqûqî û bêedaletî meşand wê çawa li tirkiyeyê edalet û hiqûq hebe. Nîne ji xwe niha, tiştek nîne. Lê belê li tirkiyeyê kesên ku demokratîkxwaz, bi taybetî muxalefeta bûrjûva ya di nava sîstemê de vê nabîne. Ji ber wê ji xwe nikare têkoşîna demokrasiyê bi şêwazekî rasteqîn bidin.

Bêguman demokrasîxwaz hene, niha li Stenbolê konferansek çêbû. Konferansek li dijî tecrîdê, aştî pêk hat. Ew kî ne? Saziyên demokratîkxwazin, ew dixwazin li tirkiyeyê edalet pêk were, demokrasî were tirkiyeyê. Ji ber ku pir rast tespît kirine ku heta tecrîd hebe li tirkiyeyê demokrasî nabe. Wê demê her kesê demokrasiyê dixwaze divê berê li dijî tecrîdê be. Lê belê li nava muxalefeta tirkiyeyê ev helwest bi giştî nîne. Weke min got ev mirovên ku niha konferans li dar xistin, yên bi vî rengî hêja jî hene. Ez wan û hewldanên wan silav dikim. Bi rûmet e sekna wan. Lê belê li Tirkiyeyê hre kesê ku demokratîkxwaz, bi rastî dixwaze ev sîstema faşîzan rabe, li tirkiyeyê demokrasî û nirxên azadî û edaletê pêk were divê beriya her tiştî li hemberî tecrîdê, li hemberî vê sîstemê rabe. Ne tenê tecrîd e, ev sîstemeke. Li dijî vê sîstema faşîst qirker a li Îmraliyê li hemberî wê derkevin. Ango rêya têkoşîna demokrasiyê hinekî di wir re derbas dibe. Lê ez bawer dikim îro hîn zêdetir ji aliyê derdorên berfireh ve ev rastî tê dîtin û tê fêhmkirin. Yanî meseleya Îmraliyê meseleya demokrasiya Tirkiyeyê ye. Meseleya kurd meseleya demokrasiya tirkiyeyê ye. Eger îro mirov li Tirkiyeyê birçî ne, nikarin jiyana xwe dom bikin, sedema xwe dîsa ev mesele ye. Ji ber ku ev rejîma faşîst qirker hemû hebûna tirkiyeyê di şer de xerc dike, ji ber wê jî mirov birçî dimînin. Yanî ev bêzariya îro, hejariya îro ya heyî ev sîstem e. Ev sîstema faşîst qirker, sîstema îro li Îmraliyê ku weke tecrîd tê ziman, ev sîstem e. Li hemberî vê divê mirov têbikoşe, vê sîstemê bibihurîne. Heta ku ev sîstem ji holê neyê rakirin, li Tirkiyeyê demokrasî û edalet pêk nayê.

Îro şerekî dijwar di navbera we û devleta tirk de diqewime. Niha rewşa şer çawa ye? Dîsa konsept û armanca dijmin çi ye?

Îro li Zapê li Avaşînê û li Metîna şerekî dijwar heye, şerekî bêhevsengî heye. Yanî li aliyekî bi deh hezaran leşker, tank, top, balafir û çekên kîmyewî û her cûre çek tê bikaranîn, li aliyê din jî milîtanên gelê kurd, gerîlayên azadiya Kurdistanê bi çekên ferdî, bi bombeyên di destê xwe de li ber xwe didin, şer dikin. Yanî di vê wateyê de hevsengî nîne. Lê belê çi hevsengiyê çêdike? Îrade çêdike, îradeya bi gerîla re heye, baweriya bi gerîla re heye û rêbaza şerê tê meşandine. Yanî ji ber ku em 38 sal in vî şerî dikin, her çiqas carna agirbest çêbû, her çiqas em dixwazin bi rê û rêbazên siyasî çareser bibe, lê belê li hemberî vê dijminekî pir hov, dijwar, şoven heye. Nijadperest e, timî dixwaze me ji holê rake. Ji ber vê 38 sal in em li hemberî vî dijminî şer dikin.

Bêguman bi me re jî hinek tecrûbe çêbûne, em bi rê û rêbazên nû şer dikin. Em bi rêbazên ku em teknolojiya di dest wî de çi teknolojî hewayî dibe, çi yê bejayî dibe û çi jî yê kîmyasal dibe, vana em çawa vala derxînin. Em rê û rêbazên wisa bi pêş dixînin. Eger ne wisa be li wan deran kes nikare bisekine. Çima? Ji ber ku timî bombardûman e. Carna jî cilên li dijî kîmyasalê li xwe dikin û kîmyasalê bi kar tînin. Şerekî pir bêmerhemet heye. Li hemberî wê jî berxwedaneke pir dîrokî û pîroz heye. Wisa ye. Divê mirov zanibe di vir de bêguman bawerî, îradebûn, eşqa welat heye. Baweriya bi welat, azadî û demokrasiyê heye. Nirxê mirovatiyê heye. Li hemberî wê jî hovîtî û bi her şêwazê qirêj bi karanîn heye. Rewşa şer wisa ye. Bi vî rengî dijmin berê li eyaleta Zapê ango herêma Rêkan û Nêrwe kir hedef. Di wir de xitimî, 40 rojî ajot. Leşkerên xwe mirin, gerîla êrîşên dijber çêkir, di wan êrîşên dijber de hem li Kurojahro hem jî li Çiyareş kuştiyên xwe çêbûn ên girseyî zêde çêbûn. Wana di wir de xitimîn, di esasî de têk çûn. Heta niha bi ser neketine, têk çûne.

Ti devera ku gerîla nexwestiye ew hînê neketine. Yanî bi zora îradeya gerîla bike û bikeve wan deran pêk nehatiye. Lê belê li gelek deveran di nava hev de ne. Di mesafeya bombeyê de şer heye. Şerekî wisa dijwar û giran heye. Niha li vir dibêjim, bi devgotin hêsan e lê belê pêkanîna wê ne hêsan e, pir zehmetiyên xwe hene. Fedakariyeke pir mezin dixwaze. Ne ji vê fedakariya mezin be ji xwe ne mumkun e tiştekî wisa bibe. Ne tiştekî hêsanî ye, tu dikeve roja 44-45 rojan tu artêşek wisa bi çekên serdemê hemû bi kar tîne û çekên qedexe bi kar tîne, tu vê artêşê rawestîne. Ev ne tiştekî hêsan e. Naverokeke vê heye. Vir ne cihê xwe ye ku ez bêjim. Lê belê piştî ku xitimî û pê ve niha şer qulipand aliyê rojavayê Ava Zê. Em jê re dibêjin Zap, Ava Zapê. Ango li wir Girê Cûdî heye, Girê FM, Girê Amediyê heye. Hevalên me jê re dibêjin Girê Hakkarî. Li pişta Amediyê girê herî bilind e. Niha şer quliband wir. Li wir ev çend roj in şer dibe, heta niha cihên ku leşkerên xwe lê danîn, niha li wir e. Dixwaze bi pêş ve were, lê belê her tim derbê dixwe û ez zanim ku gelek helîkopterên wan derbê dixwin. Gelek ji wan jî belkî dikevin. Lê belê ûsûlê me wisa ye; heta ku me bi çavên xwe nedît em nabêjin ket. Mesela ew Girê Cûdî heye li kêleka Zapê. Hevalên li wir îro li 2 helîkopterên Skorsky xistin. Dibêjin me li yekê xist dûman jê rabû, li wir qereqoleke heye li ser sînor, li ber Çelê ye. Qereqola Girek. Dibêjin çû wê qereqolê û dengekî pir mezin jê derket, teqîneke pir mezin çêbû. Yanî mumkune teqiya be, tune bû be tevî yên tê de. Lê belê ji ber ku bi çavên xwe nedîtiye nabêje ku îmha bû. Dibêje derbe xwar. Wisa tê gotin. Lê belê yên ku em dibêjin derbe xwar, dibe ku piraniya wan diçe cihê xwe diteqin ya jî îmha dibin. Yên tê de piranî dimirin. Ez dikarim bêjim ku di vî şerî de dewleta tirk pir zerarê dibîne. Lê belê bi raya giştî re parve nakin. Kuştiyên xwe pir in, pir dibe. Dixwaze mirovan bidin kuştin, lê hinekî encamê bigire. Erdogan-Bahçelî vê bêmerhemetiyê nîşan didin. Ew ji bo xatirê desthilatdariya xwe dixwazin zarokên tirk bidin kuştin, zarokê kurd bidin kuştin. Bi vî rengî li ser xwînê desthilatdariya xwe ava bikin. Di vî şerî de herî zêde kîmyasalê bi kar tînin. Tiştê ku niha ew giraniyê didin ser ev e.

Mesela heta niha kîmyasala bi kar anî, hevalan 7 cûreyên wê tespît kirine. Heval çawa tespît dikin? Bi reng. Mesela yê yekemîn rengê xwe reş e. Weke zîftê ye. Qîr e yanî. Yê duyemîn zer e, rengê xwe zer e. Gazeke wisa ye. Ya sêyemîn rengê xwe rengê zîvê ye. Yê çaremîn rengê xwe kesk e û bê bêhn e. Hinek bêhna xwe heye, lê ev bê bêhn e, bêhna xwe nîne. Yê pêncemîn rengê xwe qehweyî ye. Ya din rengê xwe sor e. Bêhna xwe weke ava sabûnê ye. Ava ku cil pê hatiye şuştin, bêhneke bi wî rengî jê tê. Yê herî dawî jî rengê xwe spî ye. Em dikarin bi rengan ancax îzah bikin. Yanî xuya ye cur bi cur gazên kîmyewî li hemberî me bi kar tîne. Wisa dixwaze encamê bi dest bixe. Wan niha zor dane kîmyasalê, dixwaze bi kîmyasalê biçe encamê. Ji bo wê jî raya giştî, gelê me, mirovên parêzvanên mafên mirovan ên li dijî van çekên qedexe divê vê li ber çavan bigirin û li gorî wê li ser rawestin. Ev neyarekî pir bêbext e, bi çekên kîmyewî dixwaze biçe encamê. Ango bi deh hezaran leşkerên xwe hene, ewqas jî hêzên xwe yên hewayî û bejahî hene lê belê careke din jî îrade pê re nîne, lewma bi kîmyasalê dixwaze biçe encamê. Yanî hinekî rewşa şer wisa ye. Lê belê em bi xwe û bi rê û rêbazên xwe bawer in. Rêbaza şerê nû, ku em ji vê rêbazê re dibêjin rêbaza sedsala 21’emîn e, vê rêbaza ku em bi kar tînin, em bi xwe bawerin ku em ê her cure çekên wan vala derxin û wan têk bibin. Di vê de jî em heta dawiyê bi biryar in, hevalên li wir şer dikin heta dawiyê bi biryar in. Ji ber ku em zanin ku ev ji bo gelê me ji bo gelên herêmê mijareke esasî ye û girîng e. Me berê gotibû, hebûn û tunebûn e. Ji bo wê em rîsk radikin, xeter didin ber çavan û em dibêjin em ê li hemberî vê dijminî teqez rawestin û dijmin têk bibin.

Niha şer wisa ye. We got, armancên xwe, konsepta xwe çi ye? Ev bi serê xwe mijareke pir girîng e. Em 6 sal in vê dixwazin bidin fêhmkirin. Me di wexta xwe bi hêzên siyasî yên Kurdistanî re bi taybetî bi yên li başûrê Kurdistanê re me ev mijar pir parve kir. Raya giştî re jî me parve kir. Çi ye? Yanî ev konsepta ku dewleta Tirkiyeyê ango hikumeta AKP-MHP’ê pê şer dike, ne konsepteke berê ye. Vê dewletê di sala 2016’an de biryara konsepteke nû girt. Çi ye ev konsept? Ew dibêjin ‘meseleya kurd ji bo hebûna Komara tirkiyeyê xetereya sereke ye. Pirsgirêkên dahatûya tirkiyeyê hene. Ji bo ku mirov van pirsgirêkan çareser bikin divê mirov tirkiyeyê mezin bike. Ango Mîsakî Mîlî ku berê tirkiyeyê heq îdîa kiribû, lê bi Peymana Lozanê re nedan tirkiyeyê, divê mirov sînorê xwe heta Mîsakî Mîlî fireh bike’. Ev konsepteke. Di heman demê de dibêjin, ‘Divê mirov li herêmê weke Osmanî dewleteke mezin be. Yanî Iraq, Sûriyeyê bixe bin serweriya xwe, heta Lîbya. Yanî heq li ser mîrasê Osmaniya kevn îdîa bike’. Bi rêbazeke wisa konsepteke nû xistin bin biryarê. Ev biryar bêguman ji bo gelê kurd xetereke mezin e. Madem hebûna kurdan ji bo xwe xetere dibînin, wê hingî çi bike? Esas dixwaze qir bike. Qirkirin çi ye? Yanî bi temamî bihelîne, bike tirk yan jî bikuje. Çi qirkirina siyasî, spî yan jî fîzîkî. Yanî dibêjin divê miletekî bi tenê hebe. Ne tenê miletekî bi tenê, dibêjin divê tenê tirk hebe. Ev qirkirin e. Careke din ji bo gelê ereb, gelên herêmê jî xetere ye. Konsepta ku dewleta Tirkiyeyê li ser radiweste ev e. Ev ne Kemalîzme jî. Na, ev xeta Îttîhat Terakkî ye. Ji xwe ew li ser wê bûne yek. Yanî tê de Kemalîst jî hene, lê belê fikir, fikira Îttîhat Terakkî, yê Tûranîzmê ye.

Dixwazin tirkîtiyê li ser her derê serwer bikin. Konsepteke wisa ye. Ev konsept pir ne sergirtî ye, hema hema ew jî dibêjin. Mesela di zimanê wan ê fermî de, yanî weke serokkomar û wezîr û kesên wisa dibêjin; ‘divê em li başûrê sînorê xwe herêmeke tampon çêbikin. Bi 30 kîlometreyî çêbikin’. Nabêjin tenê ji bo rojavayê Kurdistanê, na dibêje sînorê Başûr. Ango başûrê Kurdistanê jî tê de ye. Çi ye ev? Yanî ji Efrîn Helebê heta Sîdeka, Diyana jî tê de, 30 kîlometre bi vî rengî dibe; hemû xetekê tê de çêbikin. Tamponeke wisa çêbikin, vê bi fermî dibêjin. Lê belê zimanê wan ê ne fermî yanî yên her roj di televîzyonan de diaxivin, lê belê em zanin ku fikirdarên Erdogan e, yên ku esas rê nîşanî hikumeta niha dikin ew çi dibêjin? Ew aşkere dibêjin ‘divê em Mîsakî Mîlî dagir bikin, wekî din rê nîne’. Ji xwe heq dibîne, dibêje ’em lazime bikevin her derê û bigirin’. Yanî ev êdî ne veşartî ye û ev ne îdîayeke me ye. Ev rastiyeke wan e. Ew li ser vî konseptê dimeşin. Vaye niha jî bi aşkere dibêjin ’em ê li Rojava, berê me hinek cih girtine, em ê derê din jî bigirin’. Baş e, li cihê girtin çi kirin mesela? Li Efrînê çi kirin? Qirkirina miletî lê çêkirin, kurd jê derxistin, ereb, tirkmen anîn xistin wir. Erebên ji Şamê anîn xistin wê derê. Ya rast çete xistin wê derê. kurd û ereb bi hev re di nava tifaqê de ne, lê belê yên li wê derê bi cih kirin çeteyên Îxwanî Mislimînin, çeteyên El Qaîde, DAIŞ û El Nûsra ne, malbatên wanin. Ew niha xistine Efrînê. Bax û baxçeyên gelê me hemû ji xwe re kirine mal. Dixwazin heman tiştî niha li seranserê rojavayê Kurdistanê bikin. Vê yekê ji bo Başûr jî difikirin. Ji xwe Başûr jî hema hema piranî dane ber xwe û dixwazin dagir bikin. Niha di vê mijarê de xetere mezin e. Ne ji rêzê ye. Îro li Rojhailta Navîn xetereke heye, xetere çi ye? Xetereya dewleta Tirkiyeyê, ya hikumeta AKP-MHP’ê ye, ya Jon tirk e. Dixwazin bi rêbazên Jon tirk dewleta Tirkiyeyê nû bikin, mezin bikin û gelên din qir bikin. Esas xetere ev e.

Li hemberî vê konsepta dijî kurd, ji bilî we, him siyaseta başûrê Kurdîstan û him jî hinek derdorên siyasî yên perçeyên din bêdeng in. Sedema vê bêdengiyê çi ye?

Pirseke girîng e. Rast e bêdengiyeke mezin heye. Bêguman em xwe berpirsyar dibînin di parastina tevahiya Kurdistanê de. Lê belê li derveyî me jî gelek alî hene. Îro gerîlayên azadiya Kurdistanê bi rastî meh û nîveke li hemberî dijmin şerekî dijwar dimeşîne. Bi esasî ev şer 3 sal in tê meşandin. Ew dixwazin Başûr dagir bikin. Herêma ku em lê ne destêkê dagir bikin û piştre kontrola xwe li ser tevahiya Başûr çêbikin. Ev konsepta dagirkeriyê ya tirkiyeyê ya qirker ji bo tevahiya gelê kurd weke min got xetereyeke. Lê belê ji bo başûrê Kurdistanê xetereyeke mezintir e. Di vê serdemê de bi esasî tiştê hewce çi ye? Ku eger dewleta Tirkiyeyê wisa li ser welatê me heq îdîa dike û dixwaze me ji holê rake, wê demê divê em bi yek bin. Yanî li hemberî vê êrîşkariyê. Di heman demê de pêşveçûnên li herêmê li cîhanê weke şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime. Herêm dike jinûve bê dîzaynkirin. Di vê dema dîrokî de divê em kurd jî xwedî stratejiyeke hevbeş bin. Yanî yekîtiya neteweyî nebe jî divê stratejiyeke me ya hevbeş hebe. Pêwîstî bi vê heye, lê belê mixabin niha tiştekî welê li holê nîne. Hewldan hene, lê bi taybetî hin derdor di vê mijarê de xwedî li berpirsyariyên xwe dernakevin. Bi taybetî mesela başûrê Kurdistanê PDK biryara xwe daye. Me destpêkê jî bi PDK’ê re nîqaş kir. Yanî beriya vê bi 6 salan. Wan biryara xwe dan, di vê pêvajoyê de biryara xwe li kêleka Tirkiyeyê da. Yanî bi dewleta Tirkiyeyê re hevkarî esas girt. Baş e, li Başûr tenê PDK heye? Tevgerên din hemû tiştî nikarin bi PDK’ê îzah bikin. Ne hewce ye kes xwe bixe bin siya PDK’ê. Yanî partiyên din hene. Îro beriya her tiştî statuya başûrê Kurdistanê di xeteriyê de ye. Rast e li başûrê Kurdistanê pirsgirêkên cuda jî hene, ango bi aliyê Bexdayê re hene, pirsgirêkên navxweyî hene, vaye bi rojan li hev dicivin. Em alîgirê yekîtiyê ne, em dixwazin her kes bibin yek, hem parçe di nava xwe de bibin yek hem jî giştî Kurdistan bibe yek. Em ne li dijî wê ne. Lê belê di vir de ser hin tiştan tê girtin. Yanî xetereya mezin ne ji pirsgirêka aliyê Bexdayê tê ye. Xetereya mezin ji dewleta tirk, ji Jon tirk tê. Yanî ji bo başûrê Kurdistanê xetereya mezin ev e, lê belê hinek alî ser vê digirin û naxwazin vê bibînin. Yanî di vê mijarê de bi rastî hinek tiştên ku diqewimin mirov qet nikarin di pencereya Kurdîtiyê de wate bidin. Yanî kurdek çawa dikare li hemberî vê wisa xemsar be û bêdeng be, tenê temaşe bike. Yanî li ser Kurdistanê îro xetereyek heye. Ev hişmendî dibêje ‘ez li dijî PKK’ê me’. Dibêje ‘ez naxwazim Rojava bibe xwedî statu’. Lê bi esasî li dijî Başûr e. Ma ne berê got, ‘Me şaşitî kir ku di dema xwe de em li dijî statuya Başûr derneketin’. Kesekî ku ev niyeta Tirkiyeyê nebihîstiye nîne. Dibêjin, di dema Selçûkliyê de Sûltanê Ker hebû. Sûltanê Ker jî bihîstiye ku ev dewleta Tirkiyeyê li ser hemû kurdan niyeta xwe xerab e. Baş e ew rêveberên li Hewlêrê çawa vê nabihîzin, nabînin û li ser vê ranawestin û tu nerazîbûna xwe tine ye. Ev rastî jî karesateke mezin e.

Mesela binerin, dewleta tirk li hemberî me çekên qedexe bi kar tîne, dewleta Tirkiyeyê bi her awayî li mirovên me dixe, sivîlan dikuje, terorê dike, zilmekê dike. Tenê ji kuştinê fêhm dike, her kesî dide ber xwe. Dewleteke hov e, niyeta xwe xerab e, rêbazên xwe rêbazên wehşî ne, terorîstî ne. Lê belê em nikarin vê weke tê xwestin nîşanî cîhanê bidin. Çima? Yek; hevkariya PDK’ê bi vê zîhniyeta welê hov, nijadperest, dijminê kurdan re hevkariyê dike. Du; bêdengiya siyaseta başûrê Kurdistanê. Ew jî berpirsyar in. Bêdeng in, ma ne hinek alî weke YNK, Goran di nava hikumetê de ne. Li muxalefetê jî hene. Ma li vî welatî rewşenbîr tune ne? Li vî welatî hunermend tune ne? Fikirdar tune ne? Vaye dewleta tirk bang dike û tê, ne bêdeng tê.

Li aliyekî li Mûsil û Kerkûkê tevdigere, li aliyekî MÎT berdane her devera başûrê Kurdistanê, li ku derê kî çi bike di wextê de pê dihese, îstîxbarata xwe xurt kiriye. Bi vî rengî li her derê li mirovan dixîne. Van hemûyan dixwazin di bin navê ‘PKK’ê de veşêrin, lê belê bi vê nikare kesî bixapîne. Raste beriya her tiştî li dijî PKK’ê ye, ji ber ku PKK vî welatî diparêze. Lê belê bi esasî ew li dijî hemû kurdan.  Rastî ev e. Di vê mijarê de sekna siyaseta Başûr, hevkariya PDK’ê, bêdengiya aliyê din nahêle ku rûyê dewleta tirk xuya bibe. Weke perdeyekê li pêş tê daxistin. Weke ku mirov xaliyekê, perdeyekê bi pencereyekê ve daxîne ku tu nebîne. Bi vî rengî dewleta tirk bi hêsanî dikeve nava Başûr. Niha mesela Şikefta Birîndara hîn negirtine, lê rê tîne. Bi milyonan dolarî rê çêdikin. Ev dijmin eger bikeve van cihê stratejîk, gelo wê jê derkeve? Baş e dikarin nimûneyekê nîşanî min bidin ku dewleta tirk ketiye cihekî û dûre jê derketiye? Tiştekî wisa nîne. Dewleta Tirkiyeyê jê dernakeve. Van cihê stratejî bigire, sibe wê mirovên bi wan re dixebitin jî bixin bin kontrola xwe. Li dîroka Tirkiyeyê binihêrin. Ez pêşniyar dikim, siyasetmedarên wisa dixebitin bi taybetî yên ku hevkariyê bi Tirkiyeyê re dikin, pêşniyarê li wan dikim. Hinekî dîroka dewleta Tirkiyeyê bixwînin. Yanî ji Fatîh Sûltan Mehmet bigire heta niha bi taybetî li Kurdistanê çiqas raperînên gelê kurd çêbûne, bi zimanê klasîk jê re dibêjin şoreş, çiqas şoreşên kurd çêbûne, dewleta tirk ew yên serî hildan dan ber xwe û gelek kurd jî bi xwe re xistin tevgerê. Çûne ew raperîn tasfiye kirine, piştî tasfiye kirin vegeriya kurdên bi xwe re, ew jî tasfiye kirin. Ma ne nimûna xwe Dersim heye. Ma Dersimê hemû li ber xwe da? 5 eşîran li ber xwe dan. Lê belê piştî wê dewleta Tirkiyeyê tevahiya Dersim sirgûn kir, di qirkirinê re derbas kir. Heman tişt di ya Şêx Seîd de heye, heman tişt ê di Çiyayê Agiriyê de heye. Bi kurtasî dewleta tirk wisa ye. Yên ku bi dewleta Tîrkiyeyê re tevdigere, wê sibe dewleta Tirkiyeyê li stuyê wan jî siwar bibe. Adetê wan ji xwe wisa ye. Lê belê niha bi vî awayî tevdigerin. Binerin em niha dixwazin dewleta Tirkiyeyê teşhîr bikin, em bêjin ew xwînxwar e, tê welatê me zevt bike, zilmê dimeşîne.

Em dixwazin raya giştî çêbikin, lê belê raya giştî qels e. Çima? Ji ber ku helwesta PDK’ê heye. Ew erê dikin û ser digirin, ser dinixumînin. Û aliyê din jî bêdeng e. Binerin beriya vê 2-3 rojan balafirên Tirkiyeyê li Bamernê li xelkê li seyranê xist, li wan derdoran xist. 2 zarokên me yên ciwan, hînê emrê xwe 10 salî jiyana xwe ji dest dan, şehîd ketin. Ew şehîdên ciwan ên şoreşê ne. Çi gotin? Gotin ‘PKK’ê ev kiriye’. Ne ku nûçegihanekî nûçeyeke wisa derxist, na. Walîyê Duhokê bi xwe axivî û got ‘PKK’ê ev kiriye’. Berpirsyarê PDK’ê yê li Amediyê yê yekem, bi xwe axivî, wisa bêrêzî nêzîk bû, gelek tişt got. Got ‘Ev karê PKK’ê ye, PKK hawan avêtiye’. Eybe, şerm bikin. Ma li we ketiye, ku hûn ser qirêjiya Tirkiyeyê bigirin? Ewqasî jî na. Ma ne rûmeteke mirovan heye, kerameteke xwe heye. Ma walî wisa dibin? Balafirên me hene ku em werin milet bixin? Em ê çima li milet bixin? Em ji bo vî miletî canê xwe didin. Li her derê terora Tirkiyeyê heye, lê çav jê re tê girtin. Pêşî tê vekirin û hevkarî tê kirin. Mînak, niha kîmyasal tiştekî bi êş e. Berê li başûrê Kurdistanê ewqas kîmyasal hate bikaranîn. Li Helebce û li Behdînan, li gelek deveran hate bikaranîn. Mirovên me ji kîmyasalê pir zerar dîtin, şehîd dan. Niha jî kîmyasal li hemberî me tê bikaranîn. Kîmyasala ku li warekî teng bi bandor bike, ku bandorê li gerîla bike bi kar tîne. Hevalên me pê şehîd dikevin. Em dixwazin heyetên bêalî werin binerin. Par mesela Avaşîn hinekî li pişt e, bi rastî hinekî dûr e. Lê belê niha hema 2 kîlometre li pişt Dêrelokê, li pişta Şêladizê Kurojahro ye. Heyet dikare were li wir binere. Lê belê heyetan bernadin. Hatina heyetê ji bo wir li aliyekî, nahêlin heyet bên Hewlêrê. Ango Tirkiye qirêjiyê dike, hovîtiyê dike, wehşetê dike, li hemberî qanûnên gerdûnî sûc dike, ew jî perdeyê datînin ber, ji bo kes nebîne. Ev bi rastî tiştekî bi êş e. Diviyabû wisa nebûya. Ji ber wê banga min heye. Banga min ji bo tevahiya siyasetmedarên Kurdistanê heye, bi taybetî ji bo siyaseta başûrê Kurdistanê heye, ji bo YNK’ê heye, ji bo Goran heye, ji bo Yekgirtû Îslam heye, ji bo Komala Dadwerî heye, ji bo Hizbî Şûî Kurdistan, ji bo Zehmetkêşan, ji bo Tevgera Azadî heye. Hemû aliyên siyasî banga me li wan heye. Li hemberî van kiryarên dewleta Tirkiyeyê û li hemberî van konsept û xeternakiya dewleta Tirkiyeyê li berpirsyariyên xwe xwedî derkevin. Banga me ji bo hemû rewşenbîrên başûrê Kurdistanê, rewşenbîrên tevahiya Kurdistanê banga me ji bo hunermendên başûrê Kurdistanê hunermendên tevahiya Kurdistanê heye. Li hemberî vê konsepta Tirkiyeyê ku dixwaze gelê me, destketiyên gelê me ji holê rakin  bêdeng nemînin. Li hember derkevin. Banga me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê; mesela rojhilatê Kurdistanê bêdeng e. Eger ku niha Bakur, Başûr, Rojava ji holê rakin wê demê Rojhilat jî namîne. Siyasetmedarên rojhilatê Kurdistanê, yên rojavayê Kurdistanê, yên bakurê Kurdistanê, yên başûrê Kurdistanê di vê demê de divê xeteriyên heyî bibînin. Divê bi berpirsyarî nêzîk bibe. Ti kes divê hevkariyê neke, li hemberî hevkariyê jî divê helwestê nîşan bidin. Wisa hewldan, helwesteke neteweyî bikin. Em ku vê nekin weke gelê kurd tiştekî wisa nekin, xetere ji bo dahatûya gelê kurd mezin e. Divê mirov vê bibîne. Ya girîng ew e ku beriya hin tişt bibin mirov bibîne. Ji ber wê hewceyî bi nêzbûneke bi berpirsyar heye. Em bang li hemû aliyan dikin di vê serdema xeternak de xeteriya ji dewleta Tirkiyeyê tê, destdirêjî û dagirkeriya li ser axa Kurdistanê her kes bibîne.

Ê me em tenê bang nakin. Em pratîkê jî dikin. Em canê xwe didin. Em her tiştî didin ber çav li hemberî vî dijminî li ber xwe didin. Divê ev berxwedan bê dîtin. Me ji bo vê got berxwedana Zapê girîng e. Çima? Ji ber ku em zanin eger ev konsepta dijmin bi ser bikeve kes nikare pêşî lê bigire. Tren bi rê bikeve kes nagihêje trenê. Ji ber wê em bang dikin ku hîn tren bi rê neketiye, hîn hêdî hêdî diçe em xwe bigihînin, em rawestînin, em pêşî li vê xeteriyê bigirin. Qet nebe em heqîqeta rûyê dewleta Tirkiyeyê aşkere bikin. Em pêşî li heyeta negirin, em wisa ser gemariya dewleta Tirkiyeyê negirin. Em jê re nebin perde. Em nabêjin werin alîkariya me bikin, na na na. Em wer nabêjin. Em têra xwe hene.

Di qada şer de em û dewleta tirk li hemberî hev bin, em têra xwe hene. Lê belê li hemberî me dagirkeriyek, qirkeriyeke dijwar heye, li ser her kesekî xetere ye, em dibêjin li hemberî vê em helwesteke siyasî nîşan bidin, li hemberî wê helwesteke neteweyî nîşan bidin, bisekinin. Me negotiye bila kes were li kêleka me cih bigire û li hemberî dewleta Tirkiyeyê şer bike. Em dibêjin bila kes hevkariyê pê re neke, alîkariyê pê re neke. Bila bêteref bimînin. Û yên welatparêz bila welat biparêzin. Parastina welat di warê îdeolojîk, siyasî, çandî de bikin. Helwesta siyasî nîşan bidin. Weke neteweya kurd divê em li hemberî vê xwînrijiyê, li hemberî vê destdirêjiyê rawestin. Bendewariya me ev e, wekî din em di şer de em têra xwe hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar