Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Malbatên girtiyan: Êdî tehemûla me nema ye

Xizmên girtiyan çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê îro li ber Girtîgeha Amedê domandin. Malbatan destnîşan kir ku daxwazên wan hêj nehatine qebûlkirin û wiha bang kirin: “Êdî tehemûla me nema ye. Bila êdî edaletê pêk bînin.”

Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, di 16’ê mijdarê de li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatên girtiyan di roja 197’an de çalakiya xwe li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê domand. Beşdaran pankarta “Azadî ji girtiyên nexweş re” vekiribûn. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Amedê jî di daxûyanîye de amade bûn.

Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyên nexweş Reşahat Ada bi lêv kir ku ev 7 mêh in Nobeta Edaletê digirin lê hêj jî daxwazên wan nehatiye bicihanîn. Ada, destnîşan kir ku naxwazin cenazeyên zarokên wan ji girtîgehan derkevin û wiha got: “Çima dengê me nabihîsin? Bila zarokên me berdin û em ê hestiyên zarokên xwe derman bikin. Em naxwazin cenazeyên zarokên xwe deynin ser milê xwe û ji girtîgehan derxînin. Bila înfaza zarokên me neşewitînin. Banga me ji bo wezîrê edaletê ev e; edalet ji bo her kesî ye û edaletê pêk bînin.”
Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, Hiqûq, Edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar