Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cenaze belgeyên heqîqetê ne

Dewleta tirk ji avakirina komarê heta niha cenazeyên kesên nûnertiya heqîqetê kiriye an veşartiye an jî destûr nedaye bi girseyê bê definkirin. Cenazeyê Seyîd Riza hêj ne diyar e. Cenazeyên bi hezaran kesên faîlên wan nediyar hîn jî winda ne. Ji ber ku cenazeyên van kesan belgeyên heqîqetê ne. Êrîşî goristan û şehîdgehên kurdan dikin. Cenazeyan bi balafiran ji Goristana Xerzanê direvînin û li Goristana Kîlyosê defin dikin. Dema kurd cenazeyên şervanên xwe werdigirin û dixwazin bi girseyî defin bikin jî, asteng dikin û nahêlin ku cenaze bi merasiman û bi girseyî bê definkirin. Dîsa di demên dawî de cenazeyên leşkerên xwe an ji gel vedişêrin an jî li çiyayên asê ji mar û mişkan re dihêlin.  Ev rastî di şerê li Zap, Metîna û Avaşînê de bêtir şênber dibe.

Di 31’ê gulanê de Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê bîlançoya şer a rojên dawî aşkere kir. Çapemeniyê destnîşan kir ku hemû agahiyên teyîdkirî û qeydkirî bi raya giştî re parve dikin. Navenda Çapemeniya HPG’ê da zanîn ku heta agahiyan bi belge nekin, bi raya giştî re parve nakin û hemû belge û qeydên agahiyan li cem wan tomarkirî ne. Li gorî daxuyaniya çapemeniya HPG’ê di rojên dawî de 44 leşker hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne, helîkopterek bi giranî derb xwariye, 3 kemirayên mobeseyê û kemirayeke termal hatine tunekirin. Çapemeniyê agahiyên “Çûne ser cenazeyên leşkeran û nasnameyên binefserê biqidem Mevlût Çetîn, çawîşê pispor Yûnûs Eylîk, çawîşê pispor Ahmet Akpinar û Ûgûr Dogrû tesbît kirine” parve kir.  Ev yek jî nîşanî me dide ku êdî cenazeyên xwe jî ji gel verdişêrin. Naxwazin rastiya wan ronî bibe. Naxwazin derewên wan derkevin holê.

Li gorî agahiyên çapemeniyê ya 31’ê gulanê, bi sedan caran bi obusan, 28 caran bi çekên kîmyewî û 34 caran balafirên şer, çeperên berxwedanê yên hêzên me bombebaran kirine.

Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê di 14’ê nîsanê de bi bombebarana balafirên şer û helîkopteran dest pê kir. Di 17’ê nîsanê de jî artêşa tirk hewl da leşkerên xwe li çiyayên Metîna, Avaşîn û Zapê bi cih bike. Ji 17’ê nîsanê heta niha 44 rojin şer bi dijwarî didome. Her roj Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê têkildarî şerê li herêmê bi dane û hûrguliyan encama şer aşkere dike. Li gorî van nûçeyan heta niha bi sedan leşker hatin kuştin. Bi sedan alav û amûrên çekên şer hatin bi destxistin. Cerdevan û leşkerên tev li operasyonê dibin jî destnîşan dikin ku heta niha gelek leşker hatin kuştin. Li gorî welatiyên li ser sînor dijîn jî heta niha gelek cenaze hatin nexweşxaneyên bajarên ser sînor. Dîsa li herêmê Nexweşxaneya Seyar a Sehra hat avakirin.

Li gel van rastiyan Wezareta Parastinê agahiyên rast nade gelê Tirkiyeyê. Malbatên ku zarokên wan di nava şer de ne nabin xwedî agahî. Malbat nizanin ku li herêmê çi dibe. Nizanin ku şerekî çiqas dijwar heye.

Rayedarên leşkerî û wezareta parastinê destûr nadin ku çapemenî jî li herêmê şer bişopîne. Dizanin ku çapemenî biçe qada şer dê rastiyan bi raya giştî re parve bike. Ji ber vê yekê li şûna nûçegîhan û rojnameger biçin li qadê çavdêrî bikin û nûçeyan çêbikin; ji bo ku rastî ronî nebe û agahî ji yek destî derkevin tenê li ser Wezareta Parastinê agahiyan parve dikin.

Çapemeniya hawiz jî bêyî lêkolîn bike û bi şopa rastiyan bikeve, rastiyên şer ji gelê Tirkiyeyê vedişêre. Li şûna gel ronî bike û agahdar bike, dijberî vê yekê an rastiyan berovajî dike, an jî rastiyan ji gel vedişêre. Bi vê yekê rol û rista xwe ya ronakbirî û ragihandinê pêk nayne.  Şûna civakê ronî bike, pêşiya civakê tarî dike. Li şûna zane bike, rastiyan berovajî dike û şolî dike.

Ji ku ber rastiya şer ji gel tê veşartin, gel zêde bertekê nîşanî qeyrana aborî ku îro li Tirkiye her diçe kûr dibe, nade. Tirkiye îro di aliyê aborî, siyasî, daraz, civakî, tenduristî û perwerdehiyê de qeyrana herî kûr dijî. Her roj mirov tên kuştin. Întîhar dikin. Xwe dişewitînin. Bi milyonan mirov di sînorê birçîbûnê de dijîn. Bi deh hezaran mirov ji ser sergoyan xwarinê kom dikin. Bi komkirina çopê debara xwe dikin. Bi hezaran girtiyên nexweş, kal û pîr girtî ne û nayên berdan. Bi hezaran mirov her roj ji ber fikrên xwe û gotinên xwe li salonên dadgehan tên darizandin û cezakirin.

Rojnameger nikarin rastiyan binivîsin. Rojnamegerên ku rastiyan dinivîsin tên darizandin û cezakirin.

Li gorî rapora Enstîtuya Reuters a Zanîngeha Oxfordê ya sala 2018’an ku li ser Nûçeyên Dijital amade kir, Tirkiye jî di navde 37 welatên cîhanê nûçeyên dezenformasyon û nûçeyên derew bi raya giştî re parve dikin. Çapemeniya hawiz a Tirkiyeyê nûçeyên derew çêdike û gel ahahdar dike. Li gorî raporê ji sedî 38’ê welatiyan baweriya xwe bi nûçeyên çapemeniya Tirkiye û 37 welatan nayne.

Raporên navdewletî jî nîşanî me dide ku çapemeniya hawiz bêyî lêkolîn bike û bi şopa rastiyan bikeve, rastiyên heyî ji raya giştî vedişêre. Rastiya şerê li Zap, Metîna û Avaşînê vedişere. Li Zap, Metîna û Avaşîn şerekî pir dijwar heye. Her roj cenaze tên Gever, Şemzînan, Çelê, Elk, Sîlopî û Şirnexê. Lê rayedarên wezareta parastinê daxuyanî nadin û gel şiyar nakin. Her çend rayedar û çapemeniya hawiz rastiyê veşêrin jî teqez ev rastî dê derkeve ser ruyê erdê. Bi derketina rastiyan dê zêdetir fen û fûtê hikûmetê jî ronî bibe û têk biçe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar