Rojnameger Zakî Akil, der barê planên serokê AKP’ê Tayyip Erdogan de bi sernavê “Erdogan planên nû yên êrîşê aşkere kirin” ji bo Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) analîzek nivîsî.
Analîza Zekî Akil ya der barê planên Erdogan de wiha ye:
Erdogan bi zelalî îlan kir ku dê êrîşî Rojava bike. Di civîna dawîn a Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de ev kir biryareke fermî. Dibêjin ku dema amadekariyên xwe temam bikin dê dest bi êrîşê bikin. Tê zanîn ku Erdogan û dewleta ku serkêşiya wê dike, li ser bingeha dijminatiya kurdan xwedî zîhniyet û sazûmanî ye. Sed sal e ji bo kurdan ji dîrokê xilas bikin, polîtîkayeke qirkirinê dimeşînin. Hewl didin vê polîtîkayê ne tenê li nava sînorên Tirkiyeyê, li derveyî sînorê wê jî bi cih bînin.
Di şert û mercên guherbar ên cîhanê û herêmî de hinek derfetên li gorî berjewendiya kurdan derketine holê. Têkbirina Sedam a ji aliyê DYA’yê ve di sala 2003’yan de ji bo kurdên Başûr statuyeke federal bi xwe re anî. Bi Bihara Ereban re di sala 2011’ê de xwepêşandanên girseyî yên li Sûriyeyê, pevçûnên navxweyî yên çekdarî, derketina DAIŞ’ê… Li Rojava kurdan ji bo parastina herêma xwe berdêlên mezin dan û dest bi xwebirêvebirinê kir. Şerê li dijî DAIŞ’ê bi koalîsyonê re bi rizgarkirina Minbic, Reqa û Dêrezor bi encam bû.
Ji bo kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu
Kurdan di çarçoveya tifaqa li gel ereban de têkoşîna xwe ya ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk dewam kir. Kurdan tu carî daxwaza avakirina dewleteke cuda li Sûriyeyê nekiriye. Bingeha daxwazên wan ew bû ku li Sûriyeke demokratîk, li mala hevpar a Sûriyeyê, bi nasname û çanda xwe bijîn. Bûn xwedî proje ku xweseriyê di nava sînorên Sûriyeyê û yekitiya sîyasî de dihewîne.
Tirkiye di sala 2003’yan de bi Amerîkayê re beşdarî operasyona leşkerî ya li dijî Sedam nebû. Dema Sedam tesfiye bû, kurdan bi awayekî fermî di destûra Iraqê de cih girt. Tirkiyeyê ji ber ku xwe li derve hiştibû, nekarî mudaxele bike û rawestîne. Tim poşmaniya wê kişandiye. Wekî ku Erdogan car caran digot “Em ê li Sûriyeyê heman şaşiya ku me li Iraqê kir, dubare nekin”. Ji vî alî ve zû bû aliyekî şer da ku kurd li Sûriyeyê nebin xwedî statu. Sînorên xwe ji komên çekdar re vekirin, bi milyonan welatiyên Sûriyeyê kişandin ser axa xwe û bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê bi rêya Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê kirin. Bi hemû hêzan re, ji El Qaîde heta DAIŞ’ê, li dijî kurdan tifaq kirin.
Bi dagirkeriyê re kurd bi qirkirina etnîkî re rû bi rû hiştin
Tirkiye Sûriyeyê dikişîne nava vê qirêjiya xwînxwar û dike ku her kes êrîşî kurdan bike lê encama dixwest bi dest nexist û vê carê yekser dest bi dagirkirna Sûriyeyê kir. Tirkiye bêyî desteka DYA û Rûsyayê nedikarî biketa nava Sûriyeyê. Ji ber ku ewlekariya qada hewayî ya vî welatî di navbera Rûsya û Koalîsyonê de hat parvekirin. Dema ku Tirkiye balafira Rûsyayê xist, têkiliyên wê tengijîn û ber bi şer ve diçû. Paşê Tirkiye zû têkiliyên xwe bi Rûsyayê re baş kirin û li dijî kurdan dest bi dan û standinan kir. Di encama van dan û standinan de Rûsyayê bi hin tawîzan qada hewayî vekir û Tirkiye bi komkujiyan Efrîn dagir kir. Bi sed hezaran kurd ji xaka xwe hatin derxistin. Tirkiye çeteyên çekdar ên li Sûriyeyê jî berdan ser kurdan. Bi Trump re jî bazareke bi heman rengî kir, qada hewayî pê da vekirin û Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin. Tiştên li Efrînê qewimîn, li vir jî dubare bûn û kurd rastî paqijiya etnîk hatin. Herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de bûne çavkaniya sûc a çeteyan.
Li Sûriyeyê gelek alî ji bo şer bi dawî bibe têdikoşin. Bi milyonan mirov bûne penaber. Li Sûriyeyê lêgerînên ji bo vegerê, ji bo vegera penaberan hene. Lê Tirkiye berovajî vê dike. Bi taybetî êrîşî herêmên kurdan dike û dibe sedema karesat û koçberiyeke nû. Tu mafê Tirkiyeyê li ser Sûriyeyê nîn e. Sûriye bi awayekî fermî dewleteke endama Neteweyên Yekbûyî ye. Tirkiye ji xwe re heq dibîne ku nifûsekê li ser xaka Sûriyeyê bi cih bike û yên resen ji cih û warên bike! Ne guh dide hiqûqa navneteweyî; ne jî rêgezeke mirovî. Bi hemû zordestî û tunehesibandina qanûnên şer hemû xerabiya xwe bi zilmeke mezin bi ser kurdan de dibarîne.
Bicihkirina 3 milyon sûriyeyiyan qirkirin e
Erdogan çawa dikare ew qasî bê perwa be? Heta di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de got ew ê 3 milyon sûriyên li Tirkiyeyê ji xeta Efrînê heta Dêrikê û bi taybet herêmên kurdan bi kûrahiya 30 km bi cih bike. Ev yek bi rastî jenosîd bû. Derxistina gelê kurd ji xaka wî bû. Yên ji Sûriyeyê çûn Tirkiyeyê, ji wan herêman neçûn. Ev dever vala nebûn. Xwedîderketina li van xakan jî ne hedê Tirkiyeyê bû. Mirovên xwedî tapoyeke kargeh, xanî û zeviyên xwe ne, dê bi zorê bên derxistin û yên ne xwediyên wan, li şûna wan bên bicihkirin. Heta ev siyaseta desteserkirina milkan nakokiyên nû û şerê navxweyî di nava civaka Sûriyeyê de zêde kir.
Armanc ne tenê Rojava ye
Tirkiyeyê hin dever dagir kirin. Lê hebûna kurdan bi dawî nebû. Stratejiya wan ew bû ku di kûrahiya 30 km de sînor ji kurdan vala bikin. Aliyekî din ê vê planê jî ji Dêrikê heta Îranê diçe. Li wê derê ev 2 sal e ji bo bicihanîna vê planê hewldan û êrîşên mezin ên dagirkeriyê dike. Êrîşên li hemberî Metîna, Zap, Avaşînê parçeyekî vê planê ne. Dema mirov li tabloya mezin dinêre, bi hêsanî tê dîtin ku hedef ne tenê Rojava û herêmên xweser in. Tirkiye PDK’ê bi xwe re dibe û dixwaze hemû destkeftiyên li Kurdistanê û firsendên kurdan ji holê rake. Her wiha Erdogan herêmên ji sînorê Îranê heta Mexmûr û Şengalê xistin nava hedefên xwe. Çawa ku bêyî desteka DYA û Rûsyayê nikare mêtingeriya li Sûriyeyê bike, bêyî desteka PDK’ê nikare êrîşa dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê jî bike. Desteka DYA û hêzên NATO’yê heye, lê ji ber ku PDK li meydanê ye, desteka wan esas e. Bi tenê bi desteka derve nikarin bikevin wê derê.
Swêd û Fînlandiya li ku kurd li ku!
Tirkiyeyê fêm kir ku bi carekê re nikare 3 milyon koçberan derbas bike û xuya ye niha ev yek daxistiye milyonekê. Dixwaze beşeke din a sînor bi kûrahiya 30 km dagir bike. Tam tiştekî din ku Erdogan dixwest an ku krîzeke din; şerê Ukraynayê derket. NATO û Amerîka li dijî Rûsyayê yekgirtî ne û Rûsya di bin dorpêçeke siyasî û aborî ya dijwar de ye. Swêd û Fînlandiya dixwazin di NATO’yê de bên qebûlkirin. Ev însiyatîfeke girîng e ku dê polîtîkayên ewlekariyê yên Ewropayê yên tevahiya cîhana rojavayî ji nû ve ava bike û bandorê lê bike. Tirkiye ji bo polîtîkayên qirkirinê yên li ser kurdan bi lez û bez bi cih bîne, yekser xwe avêt ser vê krîzê. Xwest vê yekê ji bo xwe veguherîne firsendekê. Swêd û Fînlandiya li ku, kurd li ku! DYA û NATO ev 40 sal e PKK wek “terorîst” îlan dikin. Tirkiyeyê bi desteka van hêzan karî vî şerî bimeşîne û tevî van hemû destekan jî nekarî xwe bigihîne encamekê. Hewl dide kurdan dîsa bîne ser maseya bazarê û dixwazin DYA û Ewropayê bikin şirîkên qirkirina kurdan. Dibêje “Ez ê ji Swêd û Fînlandiyayê re bibêjim erê ku tev li NATO’yê bibin, lê belê divê hûn êrîşên min ên li dijî kurdan erê bikin û destekê bidinê.”
Lavrov dijberiya kurdan dike
Di demekê de ku Tirkiye biryarek di MGK’ê de da û amadekariyên xwe yên ji bo êrîşa li dijî Rojava bi lez dike, Sergey Lavrov jî jê dûr nema. Lavrov mîna mîrzayekî tarî tev digere, bi awayekî gendel dijberiya kurdan dike. Lavrov got “DYA dixwaze li rojhilatê Firatê dewletekê bi kurdan bide avakirin. Tirkiye nikare li ser tiştên ku li bakurê Sûriyeyê rû didin, jê dûr bimîne.” Li bakurê Sûriyê çi dibe ku Tirkiye nikare jê dûr bimîne? Kurdan artêşeke nû ava kirin an jî balafirên şer kirîn? Ev qas provakasyon jî êdî nayên fêmkirin. Lavrov baş dizane bê ka kurd çi dixwazin. Kurdan her tim bi wan re di nava diyalogê de bûn, projeyên xwe yên çareseriyê pêşkêş kirin û ji wan xwestin ku ji bo çareseriyê bi rêveberiya Şamê re navbeynkariyê bikin. Di nava yekitiya Sûriyeyê de gelek caran çareserî îlan kirin. Kurd li Sûriyeyê tu carî li dewleteke cuda negeriyan. Lavrov, Şam û Enqereyê li dijî kurdan tehrîq dike. Gelo ji vê yekê armanca wî çi ye?
Bêhna genî ji van daxuyaniyan tê
Fikarên kurd ev in; gelo Rûsyayê bi Tirkiyeyê re peymaneke veşartî çêkir? Destûra êrîşa li ser hin herêman da? Wekî din li şûna ku Tirkiyeyê ji dagirkeriyê dûr bixe û hişyar bike, mirov êdî çawa dikare van provokasyonan şîrove bike? Ji bilî vê yekê, DYA tu carî destek neda rêveberiyên xweser jî. Di hemû daxuyaniyên xwe de dibêje “Tifaqa me ya bi HSD’ê re bi tenê li dijî DAIŞ’ê ye, taktîk e.” Rûsyayê bi Tirkiye û Îranê re pêvajoya Astanayê da destpêkirin û eniyeke antî-kurd ava kir. Kurd, muzakereyên destûrê yên Cinêvê jî tê de, ji hemû pêvajoyan hatin dûrxistin. DYA’yê jî tiştekî cuda nekir. Her wiha herêmên ku demokrasî li Sûriyeyê ava kirine û gel bi azadî lê dijîn, ji aliyê Amerîkayê ve ji pêvajoyên navneteweyî hatin dûrxistin. Hem DYA û hem jî Rûsya xwe li hinceta ku Tirkiye naxwaze, digirin. Hem DYA û hem jî Rûsya kurdan bi Tirkiyeyê û tirkan jî bi kurdan tehdît dikin.
Xetere li ser projeya Rûsyaye heye
Heke DYA û Ewropa bi rola xwe rabûna, Tirkiyeyê nedikarî ev çend dijberiya kurd bikira. Xuya ye Lavrov piştî erêkirina dagirkirina Efrînê hê jî guh nade rewşa Sûriyeyê. Tirkiye artêşek li Idlibê bi cih kiriye. Li wê derê bi El Qaîdeyê re tifaq çêkir. Wan perwerde dike, dîplomasiya wan dimeşîne. Li Efrînê û herêmên din bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê li dijî artêşa Sûriyeyê artêşeke alternatîf ava kir. Hewl dide pêşeroja siyasî ya Sûriyeyê bi rêya Îxwan Muslimîn û hemû çeteyên din bi navê muxalîfan dîzayn bike.
Di êrîşa li ser Sûriyeyê û li dijî kurdan de wan bi kar tîne, lê dibe ku wan li dijî rêveberiya Şamê jî bi kar bîne. Kesên wekî Lavrov divê ji bîr nekin ku Tirkiye endama NATO’yê ye. Heke ev hêz di siberoja Sûriyeyê de xwedî rol bin, dê siberoja Rûsyayê ya li vir jî bikeve ber xetereyê.
Wekî ku tê dîtin, hêzên dagirker û serwer ne girêdayî doza gelan a azadî û aştiyê ne. Dikarin çavê xwe ji her sûcî re bigirin an jî ji bo berjewendiya xwe bibin şirîkê her sûcî. Ji vê hêlê ve hêzên aştiyê yên cîhanî û aliyên siyasî û civakî yên li Sûriyeyê ku berjewendiyên xwe di demokrasiyê de dibînin, divê bi hêza xwe ya xweser, xak û siberoja xwe biparêzin.