Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Rûspiyan li dijî êrîşên dagirkeriyê banga yekitiyê kirin

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk banga yekitiyê kir.

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî gefên êrîşê yên dewleta tirk û guhertina demografiya herêmên dagirkirî daxuyanî da.

Endamê Desteya Rûspiyan Mistefa El-Yûsifî li pêşiya navenda desteyê ya li Qamişloyê bi beşdariya bi dehan rûspiyên eşîrên kurd û ereb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan, di demekê de ku li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê hewldanên ji bo çareseriya aştiyane têne kirin, gefa dagirkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe.”

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku gefên dewleta tirk temamiya Sûriyeyê dike armanc û hat gotin, “Em rûspî û şêxên eşîran ji hemû bakurê Sûriyeyê û pêkhateyên din ku ji beriya hezaran sal bi hev re dijîn, divê yekitiya me têk neçe û aştî û ewlehiya me nekeve xetereyê.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “‘Herêmên ewle’ yên Enqere û Erogan behsê dike, li ser ereb, kurd, suryan û êzidiyan xeter e. Piştî ku gel were koçberkirin û çeteyên tundraw li şûna wan bên bicihkirin, wê herêmên din ên Sûriyeyê, Iraqê û welatên herêmê bên dagirkirin. Armanca sereke nixumandina hêzên terorîst e û xistina wan di xizmeta ajandeyên Tirkiyeyê de ye. Ev gav di heman demê de li ser hêzên HSD’ê sembola têkoşîna li dijî terorê û li dijî hêzên cîhanî yên şerê terorê kirine, gefek e.”

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hêzên aştiyane û demokratîk ên cîhanê û hemû pêkhateyan kir ku bibin yek û li hemberî dagirker û talankeran bibin bend û got: “Bidawîkirina hemû timayan, girêdayî îradeya me ya azad, berpirsiyariya me û têgihîştina me ye.”

Her wiha bang li hikûmeta Şamê hat kirin ku bi Meclisa Sûriyeya Demokratîk re diyalogê bike da ku aloziya Sûriyeyê li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254 çareser bibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar