Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Gefa êrîşa li ser Rojava!

Heta niha me gelek gef dît û bihîst. Hinek ji wan gefan rast geriya, hinek ji wan jî bi tenê bi gotin man.

Yên rast geriya; Efrîn, Serêkaniyê, Grêspi û hwd. Bi dehah gefên dewleta tirka jî di gotinên de rawestiyan.

Ev tehdîd û gefa R.T.Erdogan a van rojên dawî ji bo êrîşa Rojava jî, dikare yek ji wan gefan were dîtin û jimartin. Lê heke rewşa nûh a cîhanî li ber çavan were girtin, dikare hinek ji yên berê cudatir were nirxandin û şîrovekirin.

Piştî şerê li Ukraynayê pêkhat, di siyaset, helwest û kiryaran de bi giştî guhertin pêkhatin. Weke her dewlet û hêzan dewleta tirka jî, hewlda û hîn jî hewl dide ku ji vê rewşa nûh sûd werbigre. Van derfet û firsetan ji bo berjewenden xwe bi karbîne û bi taybetî bazerganiya xwe ya çek û çekdarên kirêkirî yên ji aliyê SADAT’ê ve hatiye perwerde kirin xurtir bike.

Li gor diyar dibe, dewleta tirka ji her deverê pirtir li ser Rojava û Sûriyeyê radiweste. Li vê herêmê, di despêkê de li ser pêkhatina DYA û Rûsya, êrîş bir ser hinek deverên vê herêmê, dagir kir û xiste bin nîrê serweriya xwe.

Lê, li goreyî rewşa nûh, wisa diyar e ew pêkhatina/lihevkirina DYA û Rûsyayê têkçûye.

Îca pêşbînî ew e ku, ev gefa vê carê ya Tirkiyeyê, yekser ji aliyê DYA’yê ve weke şantaj tê bikaranîn.

Ji vî taktîkî armanc ev e: QSD û bi giştî Rêveberiya Xweser a Rojava tengav bike, ji Rûsyayê dûr bixe, bi tevayî bixe bin bandora DYA’yê!

Weke tê zanîn dewleta tirka, bêyî destûra DYA nikaran êrîşan pêkbîne. Ew êrîş û dagirkeriyên heta niha yên vê dewleta mêtinger hemû, ne bêyî destûra DYA û Rûsyayê bûn.

Lê ji ber ku niha nakokiyên navbêna van her du dewletên hegemonên cîhanê dijwartir bûne, êdî li dijî hevdû, ji nehînî bêhtir hilwestên tûjtir ên aşkere didin meşandin.

Gelo dibe ku ev gefa R.Erdogan rast bigere û êrîşan pêk bîne û hinek deverên din jî dagir bike?

Ji bo pêşî li ber vê siyaseta êrîşkar were girtin, weke gelek caran hatiye gotin, divê ev siyaset bi zelalî were nas kirin. Xwedan û serkêşên vê siyaset û projeya cenga 3’an a cîhanî, divê baş were aşkere kirin.

Piştî ku ev gava despêkê zelal bû, êdî li gorê wê divê stratejî û tektîk werin nûjen kirin. Li gor tê zanîn û dîtin Tevgêra Azadiyê, him bi giştî û him bi taybetî li Rojava, bûye xwedî gelek serpêhatî, êdî siyaset û helwestên van dewletan baştir nas dike. Û bawerî xurt heye ku ew, dê ji serpêhatiyan dersên kêrhatî derxe û bi serkeftî bimeşe.

Lê, bêgûman divê bar hemû li ser milê gerîla û hêzên çekdar neyê hiştin. Di asta herî berfireh de, welatparêz hemû bi erk û peywirên xwe ve rabin û li gorê hunerê xwe bar hildin ser milên xwe.

Jiber ku xiyanet û kevneperestiya cîhanî, bi hev re li dijî doza gelê Kurdistanê bi giştî û bi taybetî jî li dijî Têvgêra Azadiyê, ketine nava şerê man û nemanê.

Ev hilwesta neyarên gelê Kurdistanê, di heman demê de barê rabûna têkoşîna man û nemanê dide ser milê her niştimanperwer û mirovhezan jî.

Naxwe bendewariya li ber hêviya hêzên hegemon û xiyanetkar, ne hilwestek rast e û divê êdî dawî li wê “çavê li derya” were anîn!

1.6.2022

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar