Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Banga ji bo ‘Meşa Gemlîkê

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê êrîşa li ser destkeftiyên kurdan û gelên Tirkiyeyê ye û bang li hemû derdorên civakî kir ku tevli 'Meşa Gemlîkê' ya li dijî tecrîdê bibin.

Zêdetirî salek e tu xeber ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji ber vê 6 sazî û partiyên siyasî ketin nava liv û tevgerê. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran  (MED-TÛHAD-FED) dê di 12’ê Hezîranê de ber bi Gemlîkê ve meşekê li dar bixin ji bo azadiya Ocalan û rakirina tecrîdê.

Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek “Meşa Gemlîkê” ku dê bi dirûşmeya “Em li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina Azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin” bê lidarxistin, ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand. Çîçek ragihand ku Ocalan ji sala 1999’an ve tê tecrîdkirin û Tirkiye û hêzên navneteweyî bi tecrîdê naxwazin fikirên Ocalan bigihên civakê. Çîçek destnîşan kir ku armanca “tecrîda mutleq” a li ser Ocalan astengkirina têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ye û wiha got: “Ocalan ji bo vê rewşa xwe dibêje ‘ez rehîneyekî mutleq im.’ Em çi qasî vê pergala tecrîdê û îşkenceyê pênase bikin jî a rast rewşa niha ya Ocalan rewşa rehîneyê mutleq e. Her wiha ji bo du salên dawî jî mirov dikare bibêje hem di warê hiqûqî hem jî di warê polîtîk de hatiye desteserkirin.”

Wateya tecrîdê

Çîçek destnîşan kir ku xebernegirtina ji Ocalan êdî ji tecrîdê jî wirdetir e û ev tişt anî ziman: “Êdî dem e ku li gemberî tecrîdê û nexebergirtinê dengê civakî bê bilindkirin. Mantiqa sereke ya ‘Meşa Gemlîkê’ jî xwe disipêre vê. Pergala tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê êdî nayê domandin. Em bi israr dibêjin: Tecrîda li ser Birêz Ocalan ne tecrîda li ser kesekî ye. Armanca sereke ya tecrîda li ser Birêz Ocalan astengkirina têkoşîna azadî û statuyê ya gelê kurd, tasfiyekirina vê têkoşînê ye. Em vê ji dagirkirina Başûrê Kurdistanê, nîqaşkirina êrîşên muhtemel ên li hemberî Rojavayê fêm dikin. Ev polîtîka hemû girêdayî polîtîkaya tecrîda ya li hemberî Birêz Ocalan in.”

Tasfiyekirineke topyekûn

Çîçek ku destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Ocalan bê kûrkirin dê polîtîkayên şer ên li hemberî meseleya kurdî jî bidomin û ev tişt gotin: “Îtiraza û serîhildana me ya sereke, em di serî de li dijî siyaseta şer a netew-dewleta tirk û bi giştî ya li Rojhilata Navîn û tevahiya netew-dewletên cîhanê siyaseta aştiya civakî, edalet, wekhevî û azadiyê diparêzin. Gava mirov li fikirên Ocalan û li qebûlkirina wî ya li bara civakê mêze bike, dê bê dîtin ku polîtkayên tecrîdê yên li ser Ocalan ne polîtîkanî ji rêzê ne. Xwendineke hêla hember jî heye. Ev xwendin pir zelal e. Armanca wê Birêz Ocalan ji girseta wî, ji rêxistina wî û ji dildarên wî qut bike û di warê ehlaqî, fikirî û bîrdozî de vê tevgerê bi temamî tasfiye bike.”

Dê gelên Tirkiyeyê bi ser bikevin

Çîçek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Madem tecrîd li Îmraliyê dest pê kir, nexwe ewilî divê tecrîd li wir bê tasfiyekirin. Rakirina tecrîd û îşkenceya li ser Ocalan tenê ne ji bo kurdan e.  Piştî ku HDK’ê tifaq bi soyaslîstên Tirkiyeyê, bi jinan, ciwanan, kesên ekolojîparêz, bawermend re çêkir tecrîda li ser Ocalan kûrtir bû. Em vê baş dibînin. Lewma bi jiholêrakirina vê tecrîdê re tenê wê bêhan kurdan dernekeve, di heman demê de gelên Tirkiyeyê dê mutefîkekî pir cidî jî qezenc bikin. Gelên Tirkiyeyê dê mewziyeke pir cidî bi dest bixin. Lewma gelên Tirkiyeyê ji bo benda li ber xwe derbas bikin divê polîtîkayên tecrîdê yên AKP-MHP’ê pûç bikin.”

Herî dawî jî Çîçek destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê êrîşeke li ser pêşeroja demokratîk a gelên Tirkiyeyê ye û  wiha got: “Em jî li ser esasên vê fikirê li dijî tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li hemû girtîgehan ji bo têkoşînê bang li gelên kedkar, hêzên dost, saziyên dost, demokrasîxwaz û hemû azadîxwazan dikin. Xebatên me dê heta 12’ê hezîranê bidomin. Em ê xebatên xwe bi perspektîfa yekîtiya civakî, bi pespektîfa piştevanî û tifaqê birêxistin bikin.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar