Partiya Kesk a Kurdistanê da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta tirk a li ser herêma Behdînan 3 milyon dar hatine birîn û got “Em ê milyonek dar li Silêmaniyê û derdora wê biçînin.”
Partiya Kesk a Kurdistanê bi boneya Roja Jîngehê ya Cîhanê li ofîsa xwe ya Silêmaniyê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê berdevkê Partiya Kesk a Kurdistanê Dana Necmedîn ve hat xwendin.
Partiya Kesk a Kurdistanê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta tirk a li ser herêma Behdînan 3 milyon dar wêran bûne û destnîşan kir ku di projeya wan de heye ku milyonek dar li Silêmaniyê û derdora wê biçînin û wiha tê gotin: “Li dijî Tirkiyeyê ku bi awayek gelek hovane û ne mirovane bi plan nêzî 3 milyon dar li herêma Behdînan û Dihokê wêran kiriye gilî li Dadgeha Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) hatiye kirin.”
Partiya Kesk a Kurdistanê bang li hemû welatiyên Herêma Kurdistanê kir ku di parastina xweza û jîngeha Kurdistanê alîkariya wan bike.