Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Tirkiyeyê çawa bazara Iraqê dagirkiriye?

Yek ji kertên ku Tirkiye li Iraqê bala xwe daye ser, bazar û bazirganî ye. Tirkiye, Iraqê ji xwe re wek bazarek mezin lê kiriye û berhemên xwe difiroşe. Li gorî pisporan Tirkiye herî zêde ji bo bazara Iraqê lewaz bike, kar dike û naxwaze Iraq bibe xwedî berhemên navxweyî.

Yek ji berhemên ber çav ji Tirkiyeyê ji bo Iraqê tê hinardekirin, mirîşke. Li gorî daneyên ku Rojnews bi destxist di sala 2021’an de 316 hezar ton mirîşk ji Tirkiyeyê hatiye hawirde kirine. Yanî di nav xalekê de nêzî 300 milyon mirîşk hatine hinardekirin.

Li gorî heman daneyan bihayê hawirdekirina mirîşkên ji Tirkiyeyê 450 milyon dolar li ser Iraqê bûye mal. Ev yek jî bûye sedem ku li Iraqê mirîşkên navxweyî bihayê xwe ji dest bide.

Pisporekî aborî hinardekirina berhemên Tirkiyeyê wek ‘jenosîda berhemên neteweyî yên Iraqê’ pênase dike.

Pisporê aboriyê Osman Elhanî ji Rojnews’ê re axivî û got: “Desthilatdariya Iraqê ku ji ewlehiya xorekê berpirsyarin nikarin berhemên navxweyî biparêzin û zêde bikin. Ji ber sedema kontrolkirina bazirganiyê ji aliyê Tirkiyeyê ve pirsgirêka bê karî jî çareser nabe.”

Hinardekirinên ji Tirkiyeyê ji bo Iraqê di navbera mehên çile û adara sala 2021’an de bi qasî 1 milyar û 875 milyon û 111 hezar dolar bû. Osman Elhan vê wek dagirkirina bazirganiya Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi nav dike.

Pisporekî din yê aborî û bazirganiyê Ebdulselam Mecîd destnîşan dike ku Tirkiye bi tu şêweyî nahêle ku pişesaziya Iraqê şoreşek jiyan bike û got: “Tirkiye ji borê li kompanyayên hilberînê yên herêmê bigire, rojane gund û cihên cuda yên li Herêma Kurdistanê dike hedef.”

Li gorî daneyên pişesazî yên Iraqê 227 kargeh li ser beşa giştî ya Iraqê ne. Ji van kargehan bi giştî tenê 140 kargeh kar dikin. Nêzîkî 18 hezar û 167 proje ji ber hincetên cuda hatin girtin. Di dema beşa pişesaziya Iraqê ya di sala 2003’an de ji sedan 23 pêwîstiyên navxweyî pêşwazî dikir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar