Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Biryara Parlementoya Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî nayê pêkanîn

Dewleta tirk a dagirker li nava xaka Iraqê bi taybetî li sinorê Musil û Herêma Kurdistanê zêdetirî 66 navend û baregehên xwe yên leşkerî avakiriye. Tevî biryara parlementoya Iraqê ji bo derxistina hêzên biyanî ji nav Iraqê heye, her wiha piraniya serkirdeyên siyasî yên Iraqê dixwazin dawî li êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê were anîn, lê heta niha ev biryara parlementoyê nehatiye bicihanîn.

Roja 5’ê çile 2020’an Parlementoya Iraqê bi piraniya dengan û bêy amadebûna hinek parlementerên kurd, proje biryara derxistina hêzên biyanî yên li nav xaka Iraqê erê kir. Ev biryar jî ji pênc xalan pêktê.

Xalên giring ên biryarê jî bi vî rengî ne;

Yekem; Girêdana hikûmetê bi redkirina daxwazên hevkariyê li gel hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞ’ê, her wiha bi dawî anîna kiryarên wê yên leşkerî li Iraqê. Her wiha karkirin li ser nehiştina tevayî hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê.

Duwem; Pêwîste hikûmet û fermandarê hêzên çekdarî yê Iraqê hejmara şêwirmendên leşkerî yên biyanî, cih û dema mayîna wan diyar bike.

Sêyem; Li ser hikûmetê bi taybetî jî wezîrê karên derve erke ku li Netewên Yekbûyî û encûmena asayîşê ji ber binpêkirinên Amerîka yên metirsîdar ên li ser serwerî û ewlehiya Iraqê gilî li dijî Amerîkayê tomar bike.

Çarem; Ev biryar ji roja dengdanê ve dikeve meriyetê û kar li ser tê kirin.

Her çiqas ev biryara parlementoyê tevayî hêzên biyanî yên li ser xaka Iraqê, di nava wan de jî artêşa tirk li xwe digre, lê nêzî du sal û şeş meh in ev biryar nehatiye bicihanîn.

Roja 24’ê nîsana 2022’yan Parlementoya Iraqê bi amadebûna Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên li ser êrîşên dewleta tirk ên li ser xaka Herêma Kurdistanê civiya. Di civînê de Cîgirê Yekem ê serokê Parlementoya Iraqê Hakim Zamlî got, “Tevayî gelê Iraqê binpêkirinên serhev yên dewletên cîran ên li ser xaka welatê me red dikin.”

Her wiha roja 19’ê nîsana 2022’yan jî Wezareta Karên Derve ya Iraqê li ser êrîş û dagirkeriya dewleta tirk, balyozê Tirkiye yê Iraqê bang kir. Li dijî êrîşan nerazîbûn hat nîşandan û bi fermî daxwaz ji Tirkiyeyê hat kirin hemû hêzên xwe ji nava xaka Iraq û Herêma Kurdistanê vekişîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar