Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin

Bi mebesta ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, li Zanîngeha Raperînê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin.

Ji bo derxistina PKK’ê ya ji “lîsteya terorê” li gelek deveran kampanyayên îmzeyan tên meşandin. Di vê çarçoveyê de ji bo ku PKK ji “lîsteya terorê” were derxistin, bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê duh êvarê li Zanîngeha Raperîn a li navçeya Ranya ya Raperînê kampanyaya komkirina îmzeyan dest pê kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Înîsiyatîfa Ji bo Kurdan Edalet a Navneteweyî bi mebesta ku PKK ji “lîsteya terorê” bê derxistin, di 13’ê kanûna 2021’an de li seranserî welatên Ewropayê dest bi kampanyaya îmzeyan kiribû. Di çarçoveya kampanyayê de tê hedefkirin ku 4 milyon îmze bên komkirin. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend û aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin. Heman kampanya di 29’ê çileyê de li başûrê Kurdistanê jî bi tevlibûna gelek rewşenbîr, şexsiyetên serbixwe, pêşmergeyên dêrin û siyasetmedaran dest pê kiribû û hêj didome.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar