Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Pêşmergeyê Dêrîn: Li ser Kurdistanê planên mezintir di dewrê de ne

Pêşmergeyê Dêrîn Mam Hazim da zanîn ku Tirkiye dixwaze beriya sala 2023'yan, Kerkûk, Hewlêr û Mûsilê dagir bike û ev bang kir: "Di vê pêvajoyê de hewceye herkes berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe pêk bîne."

Êrişên dagirkeriyê yê dewleta tirk ên di 17’ê nîsanê de bi piştgiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin didomin. Tirkiye di êrişan de bi pêş ve naçe. Ji ber vê ket nav hewldana ku rast e rast PDK’ê jî tev li şerê xwe bike. Derbarê mijarê de duh HPG’ê jî daxuyaniye da û destnîşan kir ku helwestên PDK’ê yên têketina şer a li Metînayê heye.

Pêşmergeyê Dêrînê Mam Hazim, têkildarî mijarê ji Ajansa Nûçeyan a Fiartê (ANF) re axivî û diyar kir ku li ser gelê kurd lîstikên mezin tên leyîstin û li dijî van plan û lîstikan ev bang kirin: “Divê gelê kurd piştgirî bide kesên li dijî êrişan li Zap, Avaşîn, Metîna, Zendûra, Mamreşo, Rojava, Şengal û Mexmûrê têdikoşin û Tevgera Azadiyê ya ku li her çar perçeyên Kurdistanê li ber xwe dide. Divê herkes berpirsyariyê bigire û helwesta xwe  nîşan bide.”

Mam Hazim, bang li PDK’ê jî kir û ev tişt got: “Bila kes destê xwe nexe nav xwîna birayên xwe. Divê hêzên PDK’ê şermeke mezintir li dîroka xwe zêde nekin. Tenê dijmin dikarin nakokiyên nav kurdan bi kar bînin. Xesara herî mezin dê gelê me bibîne.”

Beriya 2023’yan planên dagirkirinê

Di berdewama axaftina xwe de Mam Hazim, da zanîn ku gotinên “ji ber ku PKK li wir e êriş çêdibin” ne rast in û ev tişt anîn ziman: “Gelek cihên ku PKK têde nîne jî di bin êrişên dagirkirinê de ne. Dijmin dixwaze wan herêman jî dagir bike. Mînak Kampa Mexmûrê di bin banê Netewên Yekbûyî (BM) de hatiye avakirin. Jin, zarok û pîr li wir dimînin û di demên dawî de bênavber tê bombebarankirin. Dijmin her roj zarokan qetil dike, xwezaya Kurdistanê talan dike. Mesele ne PKK ye, planên mezintir di dewrê de ne. Dijmin dixwaze vegere ser sînorên Mîsak-i Mîllî. Tirkmen bajarên Kerkuk, Hewlêr û Mûsilê wek bajarên xwe dizanin. Armanca wan beriya sala 2023’yan dagirkirina van bajaran e.”

Herî dawî Mam Hazim banga xwe ya li gelê kurd dubare kir û ev tişt got: “Divê gelê kurd li dijî lîstik û planên dijmin hişyar be û berpirsyariya ku dikeve ser milê xwe bi cih bîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar