Erdogan gefên xwe yên li dijî kurda didomîne. Gefên xwe ne tenê li kurda, li hemû kesan didomîne. Êdî wekî tolazeke kolanan dest bi çêra kiriye. Rast e, berê jî çêrbaz bû. Lê niha ne tenê ji muxalîfên xwe re, ji herkesî re çêran dike. Li ber raya giştî, gotinên bêedeb dike. Tê gotin, di civata wezîran de çêrî wezîrên xwe jî dike. Heta hin dibêjin, bi sileyan li wezîrên xwe jî dide.
Ev rewş ne normal e. Halê têkçûnê ye. Têkçûna wî ya aborî, siyasî û leşkerî dêrûniya wî jî têk biriye. Ya rast di vê têkçûna xwe de dikare her tişt bike. Eger heta niha hin tiştan nekiribe, ji ber ku derfet nedîtiye an jî yên li derûdora wî derfet nedane wî hestên xwe pêkneaniye. Dibe ku yên li der û dora wî xeterê dîtibin û pêşî lê girtibin. Ev jî diyar dike ku li derûdora wî jî dijberiyek destpêkiriye. Ev rewş, têkçûna dêrûniya dîktatorê xurt dike.
Di hemû dîktatoriyan de encam ev in. Dîktator dema desthilatdarî digrin bin bandora xwe, hemû sazî û dezgeyan, hemû rayedaran bi xwe ve girê didin. Yên li der û dora dîktator, hemû rastiyan ji dîktator vedişêrin. Dîktator weha bawer dike ku ew dikare hemû cîhanê bigre bin kontrola xwe. Ev rewş, di encamê de dîktator ji halê însanan derdixe û ji vê yekê jenosîdên mezin jî derdikevin.
Şerê herî mezin di dema desthilatdariya dîktatoran de derketin. Hîtler û Mussolînî bi vî awayî bûn sedem ku mîlyonan însan jiyana xwe ji dest dan. Her ku têkçûn, êrîşên xwe zêdetir kirin. Êrîş dawiya dîktatoran jî anî, lê bi xwe re mirinên bêhesab jî çêbûn. Dîktator, bi xwe re mirovahiyê jî têkbirin.
Rewşa Erdogan niha ev e. Her ku çûndina wî nêz dibe, zêdetir har dibe. Her ku har dibe, di serî de kurd, êrîşê hemû aliyan dike.
Di vê rewşê de ya balkeş, êrîşa wî ya li dijî kurda ye. Nijadperestiya li Tirkiye, bêqidûmiya muxalefeta tirk, destê Erdogan xurt dike. Aliyeke mezin ya muxalefeta dîktatoriyê, di pirsa kurd de bi qasî misqalî zere ji Erdogan cuda nînin. Ev jî rê dide ku Erdogan li dijî kurda, bi taybet jî li dijî rojavayê Kurdistanê dest bi êrîşeke nû bike. Ev xeter heye.
Erdogan her weha dizane ku tenê dikare bi şerekî mezin hukma xwe biparêze. Rast e, hin aliyên muxalefeta tirk, bi taybet CHP ji vê yekê hayîdar e. Piştgiriya êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê dike, lê naxwaze ev yek bi destê Erdogan pêkwere. Ji ber vê yekê jî dijberiya êrîşan nake, dijberiya êrîşên bi destê Erdogan dike.
Ev siyaseta CHP, siyaseta aqlê dewletê ye. Aqlê dewletê di vî warî de destpê kiriye, agahiyan jî dide, CHP yê. Di mesela SADAT’ê de û di gelek meseleyên din de, agahî ji nava burokrasiya leşkerî û siyasî derdikevin. CHP’yê jî van agahiyan kurte bi kurte dixebitîne. Ev jî yek ji sedemên têkçûna Erdogan e.
Lê sedema têkçûnê ya herî mezin, berxwedana kurda ye. Piştî ku Erdogan di sala 2015’a de careke din dest bi siyaseta şer kir, kurd jî biryara berxwedanê dan. Belê, berdêlek giran derket holê. Lê kurd serî netewandin, pêşî li serketina dîktatoriya takekesî girtin. Dîktatorî hin herêmên başûr û rojavayê Kurdistanê dagirkir, lê bi serneket. Çimkî kurd serî netewandin, berxwedan û şerê xwe yê li hember dagirkeriyê bi tundî meşandin.
Encamên şer, ji başûrê Kurdistanê jî diyar in. Gerîla, bi awayekî bêhempa li hember dagirkeriyê ber xwe didin, leşkerên dagirker serobino dikin. Dêrûniya leşkerên Erdogan jî niha wekî Erdogan têkçûye.
Ev rewş, dikare her tişt biafirîne, lê nikare serkeftina dîktatoriyê bi xwe re bîne. Şer, dibe ku ji niha girantir bibe. Dibe ku berdêlên giran ya nû derkevin holê. Lê serkeftin, misoger ya berxwêdêran in.