Di kanaleke tirkan de li ser reşkirina kurdan rêzefîlmek heye. Di şexsê Barzanî û rêveberiya wan de heqaret li kurdan hat kirin. Lê ne Barzanî û ne jî rêveberiya wan deng ji xwe dernexistin. Yanî heqareta li dijî kurdan qebûl kirin. Ma ne hûn bûn we digot em ê Kurdistanê ava bikin. Ma Kurdistan heqareta faşîst û nijadperestên tirkan qebûl dike gelo? Ma Kurdistan bi faşîzmê re li hev dike gelo? Dewleta tirk dibêje Mûsil û Kerkûk a me ye û hûnê jî dengê xwe nekin. De rabin û bêjin hûn derewan dikin, Kerkûk û Mûsil a Kurdistanê ye. Heta ku hûn vê nebêjin qala kurd û Kurdistanê nekin. Yên qala kurd û Kurdistanê dikin di oxira wê de canê xwe feda dikin.
PDK tam bûye partî û rêxistinek di bin kontrola dewleta tirk de. Hefsarê wan jî di destê Erdogan de ye. Îca ne tenê ew, civakê jî dixin rewşeke wiha de. Asîmîlasyona ku dewleta tirk li bakurê Kurdistanê pêk tîne ne bes e, vê yekê li başûr jî xistine meriyetê. Hunermendên faşîst ên tirkan dibin başûrê Kurdistanê û stranên wan pêşkêşî gel dikin. Yek ji wan faşîstan jî Mistefa Cecelî ye. Mesrûr Barzanî 120 hezar dolar xist bêrîka wî de ji bo ku kurdan asîmîle bike. Ev kesê qalkirî piştgiriya dagirkirina Efrînê û qetilkirina kurdan kiriye. Kesên bi vî rengî faşîst dikarin biçin Hewlêr û Duhokê û konseran bidin, lê hunermendekî welatparêz û kurd îro nikare biçe wan deran. Li aliyê din dema ku ev yek diqewimî li Tirkiyeyê jî konser û şanoyên kurdî hatin qedexekirin. Dewleta ku kurdî li kurdan qedexe dike, stranbêjên xwe yên faşîst jî dişîne Kurdistanê ji bo ku asîmîlasyonê pêk bînin.
Dewleta tirk PDK xistiye bin çengê xwe û bi dilê xwe axa Başûr dagir dike. Yê ku li dijî dagirkeriyê derdikeve tenê PKK û gerîlayên wê ne. PDK bi ser halan de qadên gerîla dorpêç dike û rê li ber dagirkeriyê vedike. Tiştên li herêma Metîna diqewimin jî mînakên wê ne. PKK û gerîlayên wê ji bo şer neqewime di nava hewldanan de ne. Eger kî bûya wê bersiva wan dabûya, lê sebra gerîlayan heye. Ew naxwazin şerekî kurd bi kurd pêk were. Berevajî vê hewldanê, PDK ji sala 2021’ê ve dorpêçkirina qadên gerîla berfireh kiriye. Çekdarên xwe dişîne qadên gerîla. Ew çekdar jî ji aliyê dewleta tirk ve hatine perwerdekirin û kontra ne. Çiqas çete û cerdevan hebin di nava wan de ne. PDK bi vê siyasetê xizmeta dagirkeriyê dike û dibe şirîkê sûcên dewleta tirk. Yê ku çekên kîmyewî bi kar tîne dewleta tirk e. Yê ku li başûrê Kurdistanê komkujiyan pêk tîne dîsa dewleta tirk e. Lê di rewşeke wiha de jî PDK destê xwe dixe destê Erdogan.
PDK û rayedarên wê bi gotin û kirinên xwe ketina xizmeta faşîzma dewleta tirk. Çapemeniya wan jî dijminatiyê li kurdan dike. Mesela em mînakekê bidin. Hefteya derbasbûyî li Amedê 21 rojnamevan hatin binçavkirin. Çapemeniya AKP-PDK’ê yekser ew kes wekî terorîst nîşan dan. Hê sedema binçavkirinê nehatibû zanîn û parêzeran jî xwe negihandibûn dosyayên dozê, lê çapemeniya AKP-PDK’ê wekî ku îxbarî kiribin nûçe amade kiribûn. Bi vî rengî li aliyekî binçavkirina wan rewa dikirin, li aliyê din hedef nîşan didan. Heman rêbaz û mînakên çapemeniya AKP-PDK’ê gelek caran xwe nîşan daye. Di vê rewşê de sîxurtiya wan a li dijî çapemeniya azad xuya dike. Çapemeniya PDK’ê bûye navendeke sîxurtiyê ya dewleta tirk. Tişta ne xweş jî vê yekê bi kurdî dikin.