Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Deqa xiyanetê li ser malbata Barzanî ye

Faşîzma AKP-MHP’ê ji bo planên qirkirina kurdan a nîvcomayî bi encam bike çi ji destên wan tê dikin. Çeteyên xwe yên hov li Kurdistanê bi cih kirine. Mirov li kîjan alî dinere rastî çeteyên wan tên.  Hin ji wan wekî polîs, leşker, bekçî û hin ji wan jî cerdevan, çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên malbata Barzanî derdikevin pêşberî me. Navê wan çi dibe bila bibe di encamê de hemû parçeyeke planên qirkirina kurdan e.

Li bakurê Kurdistanê, cerdevanên çete bi dehan salan e bi awayekî vekirî tev li vê qirkirinê bûn û hîn jî dibin. Jixwe ji bo têkbirina têkoşîna azadiya gelê kurd wan berê meydanê dan. Ew jî ji bo xwe bi dewleta faşîst bidin qebûlkirin ji wan bêhtir zilm li ser gel meşandin. Hewl dan ku her bihostek xaka Kurdistanê têxin bin lingên dagirkerên Kurdistanê. Heke îro hîn jî dewleta faşîst li ser xaka Bakur e, sedema wê zilma van çeteyan a li ser gel e. Her ku zilma wan mezin bû, ew ji mirovahiyê dûr ketin. Her ku ji mirovahiyê dûr ketin bêhtir li ber deriyê xwediyê xwe sekinîn. Hîn jî li ber deriyê xwediyê xwe direyin.  Hin ji wan rastiya dewleta faşîst fêm kirin û çekên xwe danîn. Lê hîn jî gelek ji wan neyartiya gelê xwe dikin. Vê gavê jî di şerê qadên gerîla de bi awayekî çalak cih digirin. Hîn jî bi neyarê kurdan re êrîşî ser berxwedêrên kurdan dikin. Jixwe ev xiyaneta wan tu carî ji bîr nabe.

Li başûrê Kurdistanê rewş ne cudatir e û heta mirov dikare bibêje ku xirabtir e. Bi tabetî jî ev yek ji bo cihên di bin dagirkeriya malbata Barzanî de ne, derbasdar e. Ji bo mirov  vê mijarê baştir fêm bike hewceye rastiya Başûr û Malbata Barzanî bi awayekî rast vekole.  Dîroka vê malbatê bi xiyanetê tije ye. Ne tenê xiyanetê li gelê kurd kiriye, xiyanetê li malbata xwe jî kiriye. Mîna serkêşên Osmaniyan çawa ji bo desthilatdariyê birayên xwe dikuştin, wan jî înfazên navxweyî pêk anîne. Bi vî awayî malbata Barzanî ji xayinan re maye. Bêguman çend kesên baş û durist mane. Lê ew jî bêhêz û bêvîn in. Tu bandora wan li ser malbatê tune ye. Divê ji niha şûnde ew li hemberî vê xiyanetê derkevin. Divê baş zanibin ku heke ew bi awayekî vekirî li hemberî vê xiyanetê dernekevin,  ew ê jî bibin şirîkê vê xiyanetê. Ji bo deqa xiyanetê li ser malbata xwe rakin divê demildest pêşiya vê xiyanetê bigirin. Heke vê yekê nekin wê ev deq li ser rûyê wan jî bimîne. Hezar carî heyf û mixab in hîn jî ev malbat di nava xiyanetê de ye. Ev xiyaneta wan ji her tiştî bêtir zirarê dide Kurdistanê. Bi taybetî jî hêz û cesaretê dide dewleta faşîst a AKP-MHP’ê.

Jixwe tê zanîn dewleta faşîst a AKP-MHP’ê bi salan e amadekariya dagirkirina Başûr dike. Malbata Barzanî jî dem bi dem vekirî û dem bi dem jî veşartî tev li vê planê bû. Bi êrîşa 14’ê nîsanê re ew jî bi awayekî vekirî cihê xwe li cem dagirkerên Kurdistanê girt. Aliyekî vî şerî ew e ku rûpoşa malbata Barzanî daxist. Wê rip û rût danî pêşiya gelê kurd. Gelê kurd bi vî şerî re xayinên Kurdistanê bi çavên serê xwe dît. Êdî zanin bê kî ji bo Kurdistanê têdikoşe û kî Kurdistanê pêşkêşî dagirkeran dike.

Gerîlayên azadiyê yên hêza xwe ji paradîgmaya Rêberên Gelan Abdullah Ocalan û ew xaka ku şahidiya jiyana azad a bi pêşengiya jinan pêşketiye digire derbên giran li dagirker û xwefiroşan dixe. Jiyan li wan tengav kiriye û ev yek pêl bi pêl li seranserê Kurdistanê belav dibe. Ewqasî tevgav bûne ku malbata xayin newêre vekirî têkeve şer.  Ji bo vê jî li pey provokasyonan e. Dike û nake nikare provokasyonê derxe. Ne ku ew kêr nayê. Ji bo provokasyonê çi jê tê dike, lê ji ber ku gerîla bi tevdîr tev digere provokasyonên van vala derdikevin. Heke ne wisa ba wê ji zû ve bi çeteyên xwe têketa şer.

Jixwe wê deqa xayintiyê carekê li ser eniya xwe nivîsandiye. Jêbirina wê ewqasî ne hêsan e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar