Modernîteya kapîtalîst û pergala netew-dewletê ji bo ku serdestiya xwe bide vesazkirin di van 200 salên dawî de li Kurdistanê di şexsê gelê kurd de li dijî gel û baweriyan çiqas kuştin, qetlîam, înkarkirin, bişavtin kirin û her tiştên ku heqîqetê ji holê rake pêk anîn. Ji bo ku dîroka gelê kurd, çand û hemû nirxên wan bên tune kirin; ji bo ku nebîne, nebihîse, neaxive û nefikire her rêbazen qirêj hat bikaranîn.
Dewleta tirk di van sed salên dawî de li Kurdistanê her cureyê komkujiyê li dijî gelê kurd pêk anî. Bi gotinên dînî û bîrdozî, bi zor û zextê dîroka fermî a komarê bi vî awayî ava kirin. Her wiha hem rêbazên siyasî hem jî sembolên pergala kapîtalîst bi berfirehî bikar anîn.
Komara tirk her dema ku li dijî gelê kurd rêbazên tundî û zoriyê kar anî be ev ji xwe re kirine sembol an jî kodên faşîst û heta roja îro bi awayekî ev kodên faşist li dijî gele kurd careke din bi kar anîne. Qetlîamên ku kirine, gotinên neyînî yên ji bo serokên kurdan re gotine, kuştina serokên raperînên kurdan û her wiha van sembolan di roja me de jî bi kar tînin. Lewre ev komar ser hîmên faşîzmê ava bûye, dîvê ku hebûna hemû gel, netew û baweriyan bikin qûrbana gelê tirk. Divê ku hemû nirxên dîrokî, çandî û civakî hilweşînin û van nirxan bi xwe bidin destpêkirin.
Heta niha jî ev nêzîkatiya wan berdewam e. Dixwazin ji hêla siyasî, dîrokî, civakî, çandî û aborî ve hebûna gelê kurd tune bikin. Bi kodên kevin ên dîroka xwe ya reş û qirêj bi tehdît û tirsê peyamên siyasî didin gelê kurd. Wekî mînak, 29’ê hezîrana 1925’an ji bo serdestên tirk sembolek dîrokî ye.
Şêx Saîd û 47 hevalên xwe 29’ê hezîrana 1925’an bi tevlibûna dezgehên çapemeniyê ên navneteweyî, nûner û balyozxaneyên dewletan li Amedê qada Deriyê çiyê hatin darve kirin. Ev dîrok ji bo serdestên tirk sembolîk e. Komkujiya ku li kurdan ferz kirine bi van sembolan vedibêjin û li dijî kurdan, rêberê kurdan, hebûna dîrokî a kurdan qetlîaman pêk tînin. Civaka kurd heta niha jî nizane ku gora Şêx Saîd û hevalên wî li ku derê hatiye veşartin.
Piştî darvekirina Şêx Saîd Kurdistan bi peymana Lozanê dibe 4 perçe û bi destê dewleta tirk ve tê dagirkirin û tevîkirin. Her çîqasî li dijî van kiryaran berxwedanek hebe jî bêencam dimîne û dewleta tirk hemû kiryarên dijmirovahî li dijî kurdan pêk tîne. Hemû sazî û dezgehên komarê ziman, çand û nasnameya gelê kurd di qirkirinê re derbas dikin û li gorî armanca xwe bi kar tînin.
Bi sembolê ku didin avakirin dixwazin tu carî li dijî serdestiya wan berxwedan çênebe û bi vê re tirs û xofê çê dikin. Hemû raperînên kurdan bi kiryarên kuştinê tepisandin, pêşengên kurdan li pêş çavên wan ji bo ku bibe îbret darve kirin û sernavê kurdan çi hebe di qirkirinê de derbas bikin û ev jî ji xwe re kirin amûrê polîtîkayên xwe. Êdî kurd tenê ew kese ku heqaret lê bê kirin, bê xapandin, bibe pêkenokên wan, ji bo her karên giran amade û bêziman û bênasname tê hiştin.
Bi derketina tevgera azadiya kurd re gelê kurd careke din piştî çend salan dibe rojeva serdestan. Lewre raperîna ku çê dibe naşibe raperînên din. Serdestên tirk vê yekê baş dibînîn. Piştî demek dirêj îradeyek siyasî ji nû de ava dibe. Şerê leşkerî, siyasî, civakî, bîrdozî û şerê hebûnê tê meşandin. Civaka kurd ji nû de şerê nasnameya azad bi pêş dixe. Ji bo ku civakek azad ji hemû gelên bindest re bidin ava kirin gelê kurd, pêşengtiya şoreşa demokratîk û wekhevîxwaz dike.
Serdestên tirkan ji xwe re digotin êdî kurd ketine binê axa ku hatî beton kirin û careke din ne gengaze ku hişyar bibin û rabin berxwedanê. Lê derketina tevgera azadiya kurd hemû planên wan têk bir. Ew kurdên ku pêkenokên xwe lê dikirin û heqaret lê dikirin rabibûn serhildan ê.
Lê helbet mêtingeriya tirk wê li dijî berxwedana kurdan bêdeng nesekiniya û wê bi destên dewletên pergala kapîtalîst komployên mezin pêk bianîna. Careke din serokên kurdan dihat hedef girtin û 15’ê sibata 1999’an Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi destê van dewletên komploger dê bihata dîl girtin.
Bi dîl girtina xwe Ocalan, li Îmraliyê di binê tecrîdek dijmirovî û dijhiqûqî dihat girtin. Demildest heman salê dadgehek mîna şanoyê li Ocalan hat vekirin û 29’ê hezîrana 1999’an cezayê darvekirinê li Ocalan birîn. Roja ku ev biryar li dadgehê hat aşkere kirin dezgehên çapemeniyê ên navneteweyî weşana zindî dikirin. Hemû dewletên komloger, nûner û balyozxaneyên dewletan dawetî dadgehê hatibûn kirin. Ev hemû gelekî taybet dihatin kirin. Bi vê yek armanca dewleta tirk hebû û dîroka 29’ê hezîrana 1925’an li kurdan bi bîr dianîn û bi vê careke din dixwestin bêjin ku cihê kurdan tenê darve kirin e.
Tê dîtin ku ji bona dewleta tirk kodên rûreşiyê çiqasî taybet in. Çawa ku 29’ê hezîrana 1925’an Şêx Saîd û 47 hevalên xwe hatin darve kirin careke din 29’ê hezîrana 1999’an xwestin Rêberê PKK’ê jî darve bikin. Di şexsê rêberên kurdan di pêşerojê de bi çi serê kurdan anîbûn dixwestin vê nû bikin. Biryara 29’ê hezîranê ji ber wê ji bo dewleta tirk taybet bû. Ji bo ku kurd bên tunekirin, qutifandin û bê hêvî hiştin ev biryar ji bo komara fermî girîng û taybet bûn.
Lê di vê biryara 1999’an tiştên ku nehatîn hesabkirin hebûn. Ew jî îradeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Ocalan, bi biryara 29’ê hezîranê armanca dewleta tirk fêhm dikir û ji şûna ku dewleta tirk Ocalan bide darizandin, Ocalan, di şexsê gelê kurd de û bi hebûna kurdan a dîrokî ev rejîma qirker û kujer dida darizandin. Gotina ku “ dîrok di roja me de em di dîrokê de veşartîne” ji xwe nehatiye gotin. Lewre Ocalan, di şert û mercên Îmraliyê de zayînek nû da ava kirin û heqîqeta kurdan careke din aşkere kir.