Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Gerîla tirsa mirinê xistiye dilê dagirkeran

Dewleta tirk her tim bi qirkirina herî hovane re, hişmendiya faşîzan a “Bila kurd dayika xwe nebîne” dimeşîne. Ji bo kurd rehet nejîn çi jê tê dike. Heke dawiya vê têkçûna wê be jî dîsa wê nehêle kurd dayika xwe bibîne. Hebûn û tunebûna xwe li ser qirkirina gelê kurd ava kiriye. Ev dewleta dagirker bi derûniyeke wisa nêzî gelê kurd dibe. Ji ber vê yekê bi hovitiyeke pir dijwar êrîşî gelê kurd dike. Malbata Barzanî û partiya wê jî di zanebûna vî tiştî de bi dildarî xulamtiya dewleta faşîst dike.

Ji bo mirov rastiya planên qirêj a dewleta tirk baş fêm bike hewceye li pêkanînên wê binêre. Çend roj berê dayika kurd Hedla Aksu (84) jiyana xwe ji dest da. Çîroka dayika Hedla Aksu rastiya faşîzma dewleta tirk radixe ber çavan. Dayika Hedla beriya jiyana xwe ji dest bide daxwaza ku cara dawî kurê xwe yê di girtîgehê de ye bibîne, kir. Li ser vê yekê kurê wê Abdulkerîm Aksu ji bo dîtina dayika xwe  serî li rayedarên girtîgehê da. Ji ber ku ev dewleta faşîst li ser bingeha ‘Bila kurd dayika xwe nebîne’ hatiye avakirin, serlêdan red kir. Dayika Hedla bêyî ku cara dawî kurê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Çavên wê vekirî ji nav me bar kir. Bi Dayika Hedla re hat dîtin ku faşîzma AKP-MHP’ê ne tenê kurd dayika xwe nebîne, divê dayik jî zarokên xwe nebînin xistiye meriyetê.  Ev jî nîşan dide ku ew ji faşîstên beriya xwe hovtir û faşîstir in.

Gerîlayên azadiyê bi berxwedana xwe tola van hemû tiştan ji van faşîstên herî hov hiltîne. Nêzî du meh in li Zap, Avaşîn, Metîna û seranserê Kurdistanê şereke dijwar heye. Gerîlayên azadiyê li hemberî êrîşên dewleta tirk a ku teknîka herî pêşketî ya NATO’yê bi kar tîne li ber xwe dide, ne tenê li ber xwe dide bi çalakiyên dewlemend derbên giran li dagirkeran dixe. Bi taybetî jî berxwedana gerîla yên di tunelan de nîşan dide ji niha de cihê xwe di dîroka gelan de girtiye. Rêya azadiya gelan di wan tunelên berxwedanê de derbas dibe.  Ew gerîlayên di van tunelan de li ber xwe didin ji vê bîr û baweriyê hêzê digirin.

Gerîlayên bi paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bûne vîneke ji pola û hêza ji gelên azadîxwaz  digire, artêşa duyemîn mezin a NATO’yê li çiyayên Kurdistanê tarûmar kiriye. Leşkerên dagirker li çiyayên Kurdistanê newerin serê xwe rakin. Tirsa mirinê ketiye dilê leşkerên dagirker. Di nava sendromeke wisa de ne. Ev tirsa ku gerîla xistiye dilê wan heta hebin wê ji bîr nekin. Yên ku di vî şerî de birîndar dibin an jî direvin heta dawiya emrê xwe wê bi vê tirsê bijîn. Ev tirseke wisa ye ku ew her roj dimirin. Ev heman tişt ji bo malbata Barzanî jî derbasdar e.

Her çiqasî di van demên dawî de deng ji malbata xwefiroş dernakeve jî ji bo derbê li gerîla bixin di kemînê de ye. Çawa ku gerîla ew planên dagirkeran vala derxistiye û deriyê azadiyê li gelan vekiriye, wê hesab ji malbatên xwefiroş jî bipirse. Dem û wexta hesabpirsînê ne dûr e. Ev 50 sal in hesabê komkujiyên li ser gelan meşandine tê pirsîn. Ev jî bi saya berxwedan gerîla pêk tê.

Wexta mirov bi çarhêlî li berxwedana gerîla dinêre dibîne ku wan dîroka dagirkaren a ku li ser komkujiyê hatiye avakirin, berovajî kiriye. Ew bi vê berxwedana xwe dîroka gelan jinûve dinivîse. Dîroka rastîn a gelan bi ber berxwedana gerîlayên azadiyê tê nivîsandin. Divê baş were zanîn ku di nava rûpelên vê dîrokê de her çiqasî berxwedana gerîlayan mijara sereke ye jî malbata Barzanî û pariya wan jî wê wekî Bekoyê Ewan di nava rûpelên tarî de cihê xwe bigire. Her wiha ew tirsa mirinê ya ku ketiye dilê neyaran jî kîte kîte bênivîsandin.

Bi kurt ku kurmancî; dîrok îro bi berxwedana gerîlayên azadiyê tê nivîsandin û Zap, Avaşîn, Metîna jî şahidiya wê dikin.

Nûçeyên Têkildar