Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Kongreya HDP’ê ya 5’emîn bi hezaran dest pê kir

Bi deh hezaran kesên ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Mezin a HDP’ê ji her çar aliyên welêt ber bi Enqereyê ve çûn, bi dirûşeya “Bê Serok jiyan nabe” peyama xwe ya ewil dan.

Ji Serhed, Botan, Amed, Ruha, Dîlok, Edenê û Mêrsînê her wiha ji Edîrne, Trabzon, Îzmîr û Stenbolê û ji her çar aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi deh hezaran kes ji bo 5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqereyê ne. Ji 7 salî heta 70’ê salî hemû kesî berê xwe dan Eywana Werzîşê ya Arenayê û li pêşiya eywanê goven gerandin.

Di saetên serê sibehê de bi hezaran kes ji hêla Parka Ciwanan bi dirûşm û alayên HDP’ê ketin eywana kongreyê. Di dema ketina eywanê de dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “HDP gel e û gel jî li vê derê ye” berz kirin. Jinên bi şaxên zeytûnan ku sembola aştiyê ne ketin eywanê, li dijî zextan peyama têkoşînê dan.

Beşdaran li eywanê peyamên “HDP gel e û gel jî li vê derê ye” û “HDP hêvî ye û hêvî li ser pêya ye” dan. Her wiha bi daxwaza azadiya girtiyan û yên înfaza wan hatine şewitandin jî dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Beşdarên ku bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

Bi hezaran kesên ji bo kongreyê ji rê û devrên dûr hatin rê û ber bi Enqereyê ve çûn bi coş û kelecaneke mezin beşdarî kongreyê bûn. Jinên ku laçikên spî û cil û bergên kurdî li xwe kiribûn, govend gerandin. Beşdarên ku di saetên zû yên serê sibehê de dest bi gerandina govendê kirin, bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” peyama xwe dan.

Di van kêliyan de Eywana Kongreyê bi coşa deh hezaran olan dide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar