Di 15’ê Tîrmeha 2016’an de li Tirkiyeyê şanoya darbeyekê çêbû. Hinek kesan navê mîzansena darbeyê lêkirin, hinek kesan jî wekî hewldana darbeyê bi nav kirin. Lê di esasê xwe de darbeyek çêbû. Darbe ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP’ê ve hat kirin. Di serî de MHP û çend partiyên din jî ketin nava vê şanoyê. Ji ber ku piştî wê şeva darbeyê AKP’ê çi dixwest ew pêk anî. Piştî wê şevê û şûnde li Tirkiyeyê her tişt guherî. Li dijî HDP û DBP’ê operasyonên qirkirina siyasî pêk anîn. Hevserok, parlementer û hevşaredarên wan hatin girtin. Şaredariyên HDP’ê dagir kirin û bi hezaran endamên wê girtin. Ev yek encama darbeyê bû. Lê AKP’ê wekî ku wê darbe li dijî wê pêk hatiba şerekî taybet meşand. Pêvajoyeke mexdûriyetê ava kir û li ser vê yekê propaganda kir.
Ji bo ku em wê pêvajoya darbeyê fêm bikin, divê em li beriya wê binêrin. Pêvajoya beriya wê ji bo AKP’ê giran bû. Ji ber ku Erdogan û desthilatdariya wî ya faşîst tişta ku dixwestin di siyaseta hundir û derve de pêk neanîn. Erdoganê ku dixwest sala 2014’an Kobanê dagir bike nekarî. Çeteyên wî li Kobanê û gelek deveran têk çûn. Li bakurê Kurdistanê jî bi ragihandina rêveberiyên xweser re derbeke giran xwar. Di wê pêvajoyê de artêşa wî jî ji hev ket. Vê yekê hişt ku dengê partiya wî kêm bibe. Ji ber vê yekê pêdiviya wî bi şer hebû. Ji bo aloziyê jî darbe ji xwe re kir hincet. Di nava rewşeke aloziyê de xwe mexdûr nîşan da û bi wê mexdûriyetê jî destê xwe xurt kir. Çi kesê ku bi wî re muxalif be û astengiyan derdixîne ew avêt girtîgehê. Di serî de cimeta Fethullah Gulen û derdora xwe paqij kir. Çi kelemek li pêşiya wî hebe rakir. Piştre jî berê xwe da siyaseta kurd.
Di encama darbeyê de rewşeke awarte ragihandin û çi sazî, televizyon, rojname û komeleyek muxalif an jî demokrat hebin girt. Wekî darbeya 12’ê Îlonê bû. Lê ferqa vê darbeyê cûda bû. Bi siyaset hate kirin. Berê dema ku darbe çêdibû her kesî dizanîbû darbe çêbûye. Lê vê carê wekî şanoyekê hat lîstin. AKP’ê alîgirên xwe xistin nava vê şanoyê û wekî ku darbe li dijî wê çêbûye nîşan da. Lewma jî pêvajoya şerê taybet wê demê derket asta herî jor. Bi wê pêvajoyê re MHP jî kete dewrê. Bi desthilatdariya faşîst a Erdogan re tifaq kirin. Wezîrê faşîst Suleyman Soylû jî xistin nava wî şerê taybet. Çi kesê ku karê qirêj kiribe, çete û mafya xistin nava wê pêvajoyê. Ji wê rojê û şûnde desthilatdariyeke faşîst, çete û mafya li ser hikm e. Çi kesê ku dixwazin digrin û davêjin zindanê. Li Tirkiyeyê ajans, rojname û televizyon ji wan re kar dikin. Erdoganê ku qala yek al, yek dewlet, yek ziman dikir pêk anî. Li dijî kurdan êrîşên nijadperestan zêde bûn. Kurd ji ber kurdbûna xwe û zimanê xwe hatin qetilkirin. Bajar û navçeyên kurdan bi erdê re kirin yek. Parlementerên kurd ji meclisê hatin avêtin û girtin. Ew pêvajoyeke darbeyê bû û hedefa desthilatdariya faşîst bû.
Erdogan û Bahçelî bi tifaqa faşîzmê re desthilatdariyek despot avakirin. Ji bo mayîndekirina faşîzmê her tişt kirin. Îro li Tirkiyeyê çi kesê rexne li wan bike an tê girtin, an jî tê lînckirin. Lewma di saziyên dewletê de kesî muxalif nehiştine. An wê wekî wan bifikirin an jî wê ne li wir bin. Berê jî digotin an hez bike, an jî biterikîne. Heman zihniyet îro jî li ser desthilatdariyê ye. An wê wekî wan bifikirin an jî wê derfeta jiyanê ji wan re tunebe. Zihniyeteke faşîzan li Tirkiyeyê ava kirine û dixwazin tevahiya civakê jî têxin xizmeta vê faşîzmê. Lê tevî ewqas pêvajoya giran jî HDP’ê û alîgirên wê serî netewandin. Kongreya dawî ya HDP’ê jî nîşaneya wê bû. Ewqas girtin, kuştin û êrîş li dijî HDP’ê çêbûn û dîsa jî neket. Ev yek jî nîşan dide ku desthilatdariya faşîst a AKP û MHP’ê hê jî negihiştine armanca xwe. Ewqas darbe li dijî HDP’ê û kurdan kirin, lê nekarîn îradeya wan bişkînin.