Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Di 2022’yan de ruhê 14’ê Tîrmehê

Di ser vê çalakiya lehengî û dîrokî re 40 sal derbas bûye. Belê weke doh çêbû be zindî ye. Lê tegihiştina vê çalakiyê xurtir bûye, ji doh zêdetir hatiye nasîn û her roj xwedîderketin mezintir dibe.

Ev çalakî, ne çalakiyek ji rêzê ye, ne bi tenê berxwedane, belê pêşîbirîn û şikestandina siyaset û zihniyeta dewleta tirk a faşist a derbeya 12’ê Îlonê yê û her wiha serkeftina îrade û biryardariya pêşengên Tevgêra Azadiya Kurdistanê ye. Her wiha rizgarkirina rûmetê/şerefê, ji nava lepê faşîzmê ye.

Vê çalakiya 14’ê Tîrmehê, li ser şopa rohnîkirina rêya ku Mazlûm Dogan, Ferhat Kurtay, Necmi Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn bi agirê canê xwe ronî kiribûn hat despêkirin û bi vê çalakiya “rojiya mirinê” re, îradeya xwedî hişmendî, biryardarî û berpirsiyarî ya şoreşa Kurdistanê tacîdar kirin.

Lewma, Rêberê vê şoreşê û hemû heval û hogir û şopdarên van pêşengên vê çalakiyê dibêjin; “ev ruhê biryardar, berxwedêr û serîhildêr ê Tevgêra me ye”!

Ev ruh, ji hezkirina mezin a di asta evîndariya bi gel û welat re tê. Eger ev hezkirin, hişmendî û biryardarî ne di vê asta ewqas bilind û xurt de bûya, ev îradeya bêtirs a xwedî berpirsiyariya ewqas bilind, dernediket holê û ev çalakiya ewqas bi bandor a dîrokî ya azadîxwaz, nikaribû pêkbihata.

Her wiha eger ev taybetmendî û reseniya vî ruhê serîhildêr û biryardar ne di vê astê de xwedî hêjayî û rûmet bûya, nikaribû ev siyaset û zihniyeta faşizma dewleta tirka û hevalbendên wê yê navdewletî bişikanda û heta roja îro, her bi zêdebûn û mezinbûn nikaribû dewam bikira.

Ev pêvajoya berxwedana qehremanî ya 40 salan, ewqas bawerî û hêviyê dide gelê Kurdistanê û dostên wê, li gel ewqas êrîşên qirker, îşkence, girtin, nefîkirin û hemû kiryarên faşîzan, dîsa jî dest ji têkoşîna xwe bernedan, têkilî û peywendiyên xwe yên bi Rêberî û Tevgêra xwe re ne qetandin, berovajî bêhtir zêde kirin.

Lewma mirov dikare bê dûdilî, berovajî, bi biryardarî û bi bawerî bêje ku “ev ruhê 14’ê Tîrmehê ew ê di serdema niha û ya li pêşiya me jî de, bi hêztir dewam bike”!

Êdî baştir tê zanîn ku faşîzma AKP-MHP’ê, dewama faşîzma 12ê Îlonê ye. Zalimî û qirkeriya faşîzma van faşîstan, ne ji Cuntaya derbekar a 12ê Îlonê kêmtir e, belê dikare were gotin ku gelek jê zêdetir e. Hema yek ji vana, mînaka êrîşên li ser Başûr û Rojava yên qirker, talanker û dagirkerî yên rojane li ber çavan e!

Belê divê were zanîn ku ev êrîşkariyên ewqas wahşî û bêexlaqî, ne jî xurtbûna faşîzma dewleta tirkan tê, berovajî, ji lawazbûn û ji tirsa ku êdî têkçûna xwe dibînin tê.

Lê dîsa jî divê neyar biçûk neyê dîtin. Her wiha mezin jî neyê dîtin. Belê ev faşîstên AKP-MHP’ê, weke tê gotin Hitler, Mussolini û Franko jî li pey xwe hiştine. Ji bo temenê desthilatiya xwe dirêj bikin, li gel xiyaneta “kurdan”, dest avêtine bikaranîna çekên kîmyewî, xaza jahrî, nuklerî û hwd.

Erê li dijî vê wahşet û bêexlaqiya bêyî sînor a faşîzma AKP-MHP’ê,  gerilayên qehreman ên Kurdistanê û gelê Kurdistanê yê welatparêz, berxwedanek dîrokî û efsanewî didin meşandin. Mirov dikare bi hêsanî bêje; “ev Gerilayên Kurdistanê, weke şopdarên ruhê 14’ê Tîrmehê têdikoşin û her serkeftîn e”!

Belê divê hemû gelê Kurdistanê, li dijî vê hovîtî û xwînrijiya faşîzma AKP-MHP’ê, mîna seferberiyê bi ruhê 14’ê Tîrmehê ve, mil bidin milên gerîlayên xwe yên qehreman û di têkoşîna 2022’yan de, xemsar nemîne û bi peywira xwe ve rabin! Bi gotineke din, em her demê hewcedarên ruhê 14’ê Tîrmehê ne. Ji ber ku ev ruh/giyan, weke dermanê rojên xeter e, weke dermanê hemû derda ne!

Di encama vî ruhê 14’ê Tîrmehê de, Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê pêkhat. Ev ruhê hemdemî yê serîhildêr, yê siyaset û zihniyeta teslimiyetê dişkîne û şûna wê gelekî bi şîara BERXWEDAN JIYAN E radike serîhildanê û şoreşê pêktîne diafirîne.

Ev ruhê berxwedêr û biryardar û curetkar çiqas were xurt kirin, qirker û dagirkerên Kurdistanê ewqas tên şikandin, şoreşa gelê Kurdistanê jî, ewqas mezin, berfireh û hêztir dibe û bi serdikeve.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar