Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Şoreşa 19`ê Tîrmehê bu hêviya gelên bindest

Mûnzûr Dersîm

Di dîrokê de heta roja me ya îro gelek şoreş hatine meşandin. Yek ji van şoreşan jî şoreşa mirovahiyê ya 19`ê Tîrmehê yanî şoreşa Rojavayê Kurdistan û Bakurê Suriyeyê bû.

Li ser Şoreşa Rojavayê  Kurdistanê re 10 sal derbas bûn. Di nava van 10 salan de li rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek bûyerên ku li Rojhilata Navîn de di sed salan de bikarin pêk werin, bi Şoreşa Rojava re çêbûn. Li gel şahî, xweşî, êrîş û tevahî êşên mezin jî gelê rojavayê Kurdistanê bi berxwedaniya xwe ya 10 salî rêya heqîqetê nîşanî dijminê xwe da. Çewa ku şoreşa rojava di nava van 10 salan de dijminê kurdan û dijminê demokrasiyê bi awayekî zelal raxist berçavan di heman demê de wê ji vir û şûnde jî rastiya hêzên navneteweyî û dijminê kurdan bi hemû berxwedaniya xwe zelal bike û derxe holê. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yek ji şoreşên herî girîng yên ku di Rojhilata Navîn de ji bo tevahî mirovahiyê hatiye destpêkirine. Di heman demê de yek ji cêwaziyên vê şoreşê ew ku tevahî mezheb bi awayekî bêferq û cudahî cihê xwe di nav de digirine. Ji ber vê yekê heya niha çiqas êrîşên hatine kirin rastî berxwedaniya tevahî ciwanên Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê hatin.

Şoreşa Rojava yek ji şoreşên herî pîroz yên ku di dîrokê hatine meşandin e. Ji ber ku ev şoreş, şoreşa exlaqî, wijdanî û mirovahiyê ye. Di roja me ya îro de tevahî mirovahî û neteweyên cîhanî çav li Rojavayê, ji ber ku şoreşek li wir heye. Ji ber ku di nava şoreşa rojava de tevahî hêzên demokratîk û tevahî mirovahî cih digire, ji ber wê çav û siyaseta hêzên hegemon jî li ser Rojava û şoreşa wê ye. Ji ber ku hêzên hegemon şoreşa Rojava weke gefekê li ser xwe dibînin, ji ber vê yekê tevahî hêzên NATO û bi taybet dewleta tirk vê şoreşê weke gefekê li hemberî xwe dibîne.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tu carî li hemberî desthilatdariya ku bi hezaran sale mirovahiyê dike koleyê xwe serî netewand û hertim bi berxwedaniyên mezin bi pêşket. Ji ber vê yekê jî ev şoreş bu hêviya gelên bindest. Her çendî êrîş û gefên dewleta faşîst ya tirk li ser Rojava û Şoreşa 19`ê Tîrmehê hene jî, ji wê yekê ye ku ev dewlet ew qas qels bûye û ji vê şoreşê ditirse.

Bêguman şoreşa Rojava nûnertiya xeta heqîqeta rastiya civaka ku cewherê wê ji rastiya mirovahiyê tê digire û netewa demoratîk ku bingeha wê civakbûna rasteqîne di xwe de dide ava kirine.

Qasî ku di dîrokê de dijminên şoreşê hene, di heman demê hezkiriyên azadî, aştî û wekheviyê jî li hemberî vê yekê hene. Her çendî dijminê gelê kurd û hevkarên wan bixwaze şoreşa 19`ê Tîrmehê têkbibe wê ew qasî hezkiriyên azadî, aştî, wekhevî û dostên wan jî bi hevre li berxwebidin û şoreşa mirovahiyê biparêzên. Wek çewa ku niha bazên çiyayên azad ên Kurdistan û çiyayên Kurdistanê diparêzin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar