HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên şehîd bûne eşkere kir û got, “Em soza xwe ya tolhildana rêhevalên xwe yên li Wanê şehîd bûne, serxistina têkoşîna wan û zindî ragirtina bîranînên wan li Kurdistana azad, dubare dikin.”
“Rêhevalên me Adil, Dilgeş, Tîrêj, Yilmaz, Sema û Rêber di navbera 21 û 27’ê nîsana 2022’yan de li herêma Kato Marînos a Wanê di êrîşên dewleta tirk a dagirker de şehîd bûn. Van rêhevalên hêja ku her yek ji wan bi jiyana xwe, bi tecrûbeyên xwe yên di şerê li dijî dagirkeriyê de û bi helwesta xwe ya zelal a di bîrdoziya Apoyî de pêşengên milîtan in, heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn. Her çiqas şehîdên me ji parçeyên cuda yên Kurdistanê bûn jî, lê ji bo azadiya gelê kurd li dora îdeolojiya Apoyî bûn yek, sînorên çêkirî yên dijmin ji holê rakirin û di pêkanîna netewbûna kurd de bi ser ketin. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku teqez em ê di xeta şehîdan de hê zêdetir têbikoşin û armancên şehîdên xwe bi ser bixînin.
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên ku gihiştine asta şehadetê wiha ne:
Navê Kod: Adil Amed
Nav paşnav: Şehram Xusrewî
Cihê Jidayikbûnê: Seqiz
Dayik – Navê Bav: Nesrîn – Qadir
Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan
Navê kod: Dilgeş Azad
Nav paşnav: Adem Elver
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Dê – Navê Bav: Cemîle – Rasim
Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan
Navê kod: Tîrêj Botan
Nav paşnav: Huseyîn Ercan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Dê – Navê Bav: Rihan – Ahmet
Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan
Navê Kod: Yılmaz Serxwebûn
Nav paşnav: Tohîd Sadiqî
Cihê Jidayikbûnê: Salmas
Dê – Navê Bav: Ferîba – Adil
Cih û Dîroka Şehadetê: 21 Nîsan 2022 / Wan
Navê Kod: Sema Cûdî
Nav Paşnav: Sema Xelê
Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiye
Dê – Navê Bav: Rexda – Muhammed
Cih û Dîroka Şehadetê: 27.04.2022 / Wan
Navê kod: Rêber Ronî
Nav paşnav: Semîh Sayilgan
Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs
Dê – Navê Bav: Gulperî – Selahattîn
Cih û Dîroka Şehadetê: 27.04.2022 / Wan