Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Têkçûna kurda, êdî ne tenê têkçûna kurda ye

Êrîşên rejîma Erdogan a li ser rojavayê Kurdistanê didomin. Erdogan careke din hewl dide ku êrîşek berfirehtir bike. Vê carê bi taybetî dixwaze Minbîc û Til Rifatê dagir bike. Ji bo destûra vê êrîşê bigre çi derî nema serî lê da. Di 19’ê tîrmehê de li Tehranê bi Putîn û Reîsî re civiya. Wisa dixwuye îcazeya ku xwestiye nedan wî. Lê di vegerê de ji dêvla gef li Rûsya û Îranê bixwe, gef li DYA’yê xwar. Got, “Amerîka divê wê herêmê terk bike.” Her wiha bi peyvên tund dijberiya Amerîka kir. Wan wekî piştgirê PKK’ê bi nav kir. Ji DYA’yê heta niha çi kesek bertek nîşanî Erdogan nedane.

Di Tehranê de helwesta Moskow û Tehranê jî nedişibiyan hev. Putîn, diyar e hem ji bo rêvebiriya xweser mecbûrî hikûmeta Şamê bike û hem jî ji bo nakokiya navbera NATO’yê zêdetir bibe Erdogan ji bo mesleheta xwe bi kar tîne. Bi vê sedemê jî her tim derî ji Erdogan re vekirî dihêle. Lê Tehran, wekî Moskowê nafikire. Bi kin û kurt, ew naxwazin Tirkiye li herêmê xurt bibe. Her wiha mezinbûna aloziya li Sûriyeyê jî vê gav di berjewendiya xwe de nabînin. Bi vê nêrînê mirov dikare bi hêsanî bêje ku li Tehranê yên pêşî li êrîşa dewleta tirk girt, ne Rûsya bû. Îran vê gavê nexwest êrîşek bi vî rengî çêbe.

Erdoganê ku ji bo êrîşek berfireh a dagirkeriyê destûr wernegirt, zor da suîqestan. Bi balafirên keşfê yên bi çek her roj li ciyekî didin. Di 22’yê tîrmehê de li Qamişloyê bi trompelekî dan û 3 jinên têkoşer şehîd kirin. Yek ji van jinên têkoşer Jiyan Tolhildan a fermandara Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bû. Yên din jî yek fermandara YPJ’ê Roj Xabûr û ya din jî endama YAT’ê Barîn Botan bûn. Ev her sê jin, bi taybetî Jiyan Tolhildan, gelek caran bi hêzên DYA’yê re li dijî DAIŞ’ê operasyonan pêk anîne.

HSD got, “Em ê li hemberî vê êrîşê bêdeng nemînin. Tola hevalên xwe hilînin.” HSD’ê di peyama xwe de ne tenê êrîşa dewleta tirk a hovane, her wiha durûtiya koalîsyona navnetewî jî bi tundî şermezar kir. Piştî êrîşê 3 rojan, ev car li ser navê CENTCOM’a fermandariya hêzên navendî ya DYA’yê peyameke sersaxiyê hat belavkirin. Lê CENTCOM’ê di vê peyama xwe de navê kujeran neda. Ji dewleta tirk re yek tiştek jî negot. Navê kujeran veşart. Di peyama CENTCOM’ê de tiştê balkeş ew bû ku cara yekem e li dijî suîqestan beyanek didin.

Diyar e, Erdogan ji van durûtiyan hêz digre. Sedema van durûtiyan jî aşkera ye: Siyaseta berjewendîparêz… Her hêz tenê berjewendiyên xwe diparêzin. Yên di nabênê de tên ecikandin jî gelên herêmê ne. Çi hêzeke li Rojhilata Navîn in, berjewendiya gelan naparêzin. Her wiha dewletên herêmê jî, desthilatdariyên heyî jî tenê li pey berjewendiyên xwe ne. Heta dawî li vê siyaseta qirêj neyên, ew ê hovên wekî Erdogan jî ji nakokiyan îstîfade bikin.

Yên destê Erdogan xurt dike, ne tenê siyaseta hêzên navneteweyî û dewletên herêmê ne. Her wiha HDP ne tê de, mixalefeta li Tirkiyê bi taybetî jî mixalefeta ‘şeşqolî’ bi helwesta xwe ya nijadperest piştgiriya Erdogan dikin.

Ev mixalefet heta niha piştgirî da hemû tezkereyên şer. Piştgirî da hemû êrîşan. Efrîn hat dagirkirin, ji Erdogan zêdetir ev mixalefet şabûn. Hinek şaredarên wan li ser mûşekan şanenavên xwe danîn. Bi van mûşekan jin û zarokên efrînî hatin qetilkirin. Di dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê de jî heman helwestê girtin. Ev mixalefeta şerxwaz, heta niha yek carek dijberiya êrîşan nekirin û di dijminatiya kurda de bi Erdoganê re ketin lecê.

Di vî warî de wezîfe dîsa dikeve milê kurdan û dostên wê. Kurd, xwe îspat kirine. Ne tenê xwe, cîhanê parastine. Şerê berdêlgiran ya li dijî DAIŞ’ê neba, niha ev hêz li Rojhilata Navîn xwedî dewlet bûn û hemû cîhanê tehdît dikirin. Bi canfedayiya kurdan, dewletbûna vê hêza hov hat rawestandin. Niha jî Tirkiye ji dêvla van hêzan daketiye qadê û tifaqa wan ê herî mezin jî ev hêzên hov in.

Kurd û dostên wan li hember vê rûreşiyê li ciyekî gelek rast disekinin û divê vê yekê bi cîhanê jî bidin famkirin. Her kurdek dilsoz û dostên kurda, her demokrat û mirovperver ji vê yekê beripirsyar in. Têkçûna kurda, êdî ne tenê têkçûna kurda ye. Bi êrîşa Zaxo jî aşkera bû ku heke kurdên şoreşger têk biçin, ew ê hovîtiya dewleta tirk çar havîrdoran dagir bike. Divê rê li ber vê hovîtiyê venebe.

Nûçeyên Têkildar