3’yê Tebaxa 2014’an ne tenê ji bo civaka êzidî ji bo mirovahiyê rojeke şermê û reş e. Wê rojê li ber çavên cîhanê yek ji civaka herê qedîm a Mezopotamyayê civaka êzidî bi fermana 74’an re rû bi rû ma. Cîhan wê rojê ker û lal bû. Xwefiroşên qewmê xwe PDK û malbata Barzanî mîna laşxuran ketibûn kemînê û li benda qirkirina êzidiyan bûn. Çeteyên DAIŞ’ê wê rojê bi piştgiriya PDK’ê û hêzên hegemon êrîşî Şengalê kir. Ne ji gerîlayên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bûya wê rojê plana xwefiroş û çeteyên hov bi ser biketa. Komek gerîla ev plana qirkirinê hem vala derxist û hem jî hişt ku civaka êzidî bi hêza xwe xwe biparêze.
Ji bo mirov rol û mîsyona xwefiroşên qewmê xwe PDK’ê û malbata Barzanî di vê komkujiyê de baş fêm bike hewceye tiştên bi serê civaka êzidî de anîn her gav û her kêlî bi bîr bîne û têxe çavên xwefiroşan. Beriya çeteyên hov êrîş bikin malbata Barzanî çekên civaka êzidî kom kir û tevî wan çekan revo revo ji Şengalê reviyan. Ji vê xayintiyê mezintir xayintiyeke din tune ye. Civaka êzidî li hemberî wan hovan bêparastin hiştin. Bi gotineke din per û baskên êzidiyan jêkir û avêt ber çeteyan. Rol û mîsyona PDK û malbata Barzanî ji yên çeteyan jî hovtir û bêbextir bû. Wer xuyaye ji ber vê xayintiyê ne li ber xwe dikevin û ne jî pozê wan dişewite. Heta ew li ser rûyê erdê bijîn wê her tim ev deqa xayintiyê li ser eniya wan be û wê tu caran neyên efûkirin.
Heke ne ji gerîlayên azadiyê yên bi paradîgmaya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan a li ser bingeha neteweya demokratîk hatiye avakirin, bûya niha wê rojeva herkesî cuda bûya. Wê xwefiroş û çeteyên DAIŞ’ê li Êzdixanê bûna û yên mayî jî di qirkirinê de derbas bikirana. Gerîlayên Rêber Apo bi berxwedana xwe pêşiya vê planê girt. Ne tenê ev plan vala derxist, hişt ku civaka êzidî xwe bi xwe hêza xwe ya cewherî ava bike. Gerîlayên Rêber Apo hem civaka êzidî ji qirkirinê xelas kir û hem jî wan kir xwedî vîn.
Gerîlayên Rêber Apo civaka êzidî ku heta çend sal berê di nava pençê fermanê debûn, anî asta ku parastina xwe xwe bi xwe bike. Heke îro li Şengalê hêza parastina cewherî û rêveberiya xweser hebe ev yek bi saya gerîlayên Rêber Apo pêk hatiye. Divê civaka êzidî kumê xwe deyne ber xwe û vê heqîqetê bibîne. Bê kê wan bêparastin hişt û avêt ber çeteyan û bê kî di hewara wan de hat û wan ji fermanê xelas kir. Li gorî min bersiva vê ji bo civaka êzidî biqasî girîng e, jiyanî ye jî.
Divê ew baweriya xwe tenê bi hêza xwe bînin. Tişta ku wan ji fermanan biparêze hêza wan bi xwe ye. Wan bi çavên serê xwe dît ku dema hêza mirov tune be bê çi bi serê mirov de tê. Ji bo dîrok dubare nebe hewceye hêza xwe ya cewherî ji her demê bêhtir xurtir bike. Bila tu carî baweriya xwe bi xwefiroşan neyne.
Di êrîşên demên dawî de hat dîtin ku ew xwefiroşên wê demê niha bûne darikê fesadiyê û hewl didin fermana 74’an bi encam bikin. Ji bo hêza cewherî ji holê rake geh xwe davêje ber lingê hikûmeta Iraqê û wan dişîne Şengalê. Geh xwe davêje ber lingê dewleta dagirker a tirk û bi balafirên bêmirov civaka ¨êzidî qetil dike. Xwîna gelê êzidî di destên PDK û malbata Barzanî de heye û ew çi bikin jî nikarin destên xwe ji vî xwînî bişo.
Di encamê de, bi saya gerîlayên Rêber Apo şert û mercên xweparastinê û xwerêvebirinê derketine holê. Êdî civaka êzidî ne bêxwedî ye û ne jî bêhêz e. Hêza wê û rêveberiya wê heye. Tişta ku were kirin vê hêzê û vê rêveberiyê xurt bike. Her ku ev herdu bingehên jiyanî xurt bibin wê ewqasî dagirker û xwefiroş qels û lawaz bibin.
Êdî ji hêla her kesî ve hatiye qebûlkirin ku Êzdîxana pîroz îro bi hêza xwe ya cewherî û xwerêveberiya xweser azad e û dê azad bijî.