Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Li Iraqê rewş ber bi şereke navxweyî diçe

Aloziya li Iraqê her diçe mezin dibe. Ev alozî piştî êrîşa Zaxoyê li Tirkiyeyê jî ji nêz ve tê şopandin. Em carekî din bînin bîra xwe. Dewleta tirk piştî aşkerebûna qetilkirina 9 sîvîlên ereb, êrîşa Zaxo redkiribû. Lê ev derewa dewleta tirk cîhê xwe negirt. Di serî de Tevgera Sadrê hêza herî mezin a Iraqê, hemû aliyên Iraqî bertekên tund nîşan dan. Muqteda Sadr daxwaz kir ku bi Tirkiyeyê re hemû pêwendî werin qutkirin. Berêve aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê jî Tirkiye tawanbar kirin. Di vê heyamê de gel jî bertekên mezin nîşan dan. Di serî de Necef û Kerbela hema di hemû bajarên ereban de gel derketin qadan. Di xwepêşandanan de alên Tirkiyeyê jî hatin şewitandin. Li başûrê Kurdistanê jî piranî di herêma bin kontrola YNK’ê de xwepêşandan çêbûn. Li herêma Badînan mirov dikare bêje ku yek xwepêşandanek jî nehate çêkirin. PDK’ê rê li ber xwepêşandanan girt. Hem nexwest Tirkiye eciz bibe, hem jî nexwest rê li ber bertekan werin vekirin. Li herêma Badînan bi hin çalakiyên biçûk, tenê hin alî bertekên xwe aşkere kirin.

Li Iraqê bertek niha jî didomin. Lê bertek ev car reng gûherand. Gel li dijî dizî û gendeliyan rabûn ser piyan. Pêşengiya vê tevgerê jî dîsa Muqteda Sadr kir. Alîgirên Sadr, li Bexdayê berê xwe dan herêma kesk. Ketin parlamentoyê û bi rojan di parlamentoyê de rûniştin. Sadr bang li hêzeke din a şîayan kir. Daxwaz kir ku hêzên ser bi Hadî Amîriyê ku her wiha fermandarê Heşdî Şabî ye, beşdarî çalakiyan bibin. Hadî Amîrî dij derneket, lê avêtina ser parlamentoyê jî di cî de nedît. Hêzên Sadr, ji parlamentoyê vekişiyan lê dawî li çalakiya xwe neanîn.

Dema hêzên Sadr li parlamentoyê dest bi rûniştinê kirin, hin hêzên din bertek nîşan dan. Ew jî bi girseyî ber bi herêma kesk meşiyan. Ev yek jî bû sedem ku hêzên Sadr dawî li rûniştina parlamentoyê anîn.

Niha li ber hêzên Iraqî dû rê hene. Ya ew ê biryara hilbijartineke nû bigrin û carekî din herin hilbijartineke pêşwext. Yan jî ew ê dest bi şerekî mezin a navxweyî bikin. Sadr niha bi kontrol tevdigere. Hêza xwe nîşan dide lê rê nade ku hêzên dijî hev in werin hemberî hev. Piştî ku hêza xwe nîşan da jî ji bo hilbijartinê bang kir. Ev kontrol heta kê derê bidome, nayê zanîn. Lê diyar e, aliyên din jî bi kontrol tevdigerin. Ew jî naxwazin şerekî navxweyî biqewime. Bi vê boneyê piştgiriya banga hilbijartinê ya Sadr kirin. Heke di rojên pêş de aksiyonek din dernekeve, mimkun e ku parlamento bicive û biryara hilbijartina pêşwext bigre.

Di vê aloziyê de ya herî balkêş, rewşa hêza ye. Başûrê Kurdistanê jî tê de hemû hêzên li Iraqê çekdar in. Hemû aliyên siyasî her wiha xwedî hêzek taybet ya leşkerî ne. Bi dehan hêzên şîa, sunne û kurdan hene. Her hêzek di nav xwe de jî belav  in. Ev yek derfet dide ku dewletên herêmê û dewletên bi bandor yên navnetewî, bikaribin aliyên siyasî yên Iraq û başûrê Kurdistanê kontrol bikin. Di serî de Îran û Tirkiye, ji DYA’yê bigrin heta Erebistana Siudî destê gelek dewletan li Iraqê û başûrê Kurdistanê hene. Wiha bawer dikim ku ev hêz jî naxwazin vê gav li Iraqê şereke navxweyî derkeve. Bi gotineke din şereke navxweyî di berjewendiya xwe de nabînin. Diyar e, heke şereke navxweyî derkeve ew jî nikarin pêşî lê bigrin. Ew ê şereke navxweyî berê Iraqê bide kû derê, ev jî ne diyar e. Mimkun e ku aloziyeke bi vî rengî hemû herêmê bigre bin bandora xwe û rewş ji Suriyeyê jî xeraptir bibe. Ev yek hem dewletên herêmê, hem jî DYA û Ewropayê ditirsîne.

Rast e, vê gav naxwazin şer derkeve, lê naxwazin dawî li alozî jî were. Çareserkirina pirsgirêkên Iraqê, aramî jî bi xwe re tîne. Aramî, destlêwerdana dewletan bê bandor dike. Bo vê yekê jî zext didin da ku alozî bidome, lê venegûheze şereke.

Kin û kurt, ev rewş zêde naçe. Ya rast jî heta aliyên siyasî yên Iraq û başûrê Kurdistanê dev ji berjewendiyên xwe yên hizbî bernedin û ji bo çareseriyek mayînde hewl nedin, ew ê alozî mezin bibe û yeqîn ew ê şereke mezin ya navxweyî derkeve. Şereke navxweyî ya ereban ew ê bandora xwe li kurda jî bike. Mimkun e ku kurd jî careke dest bi şereke navxweyî bikin.

Gotina dawî; aloziya sî-çil salên dawî bi şerê Iraq û Îranê destpêkir. Piştî hatina hêzên navnetewî alozî mezin bûn. Bêsîstemî, ne tenê pêşî li aloziyan vekir. Bi xwe re sedan hêzên ji hev cuda derxist. Niha her hêzek, dewletek e. Di her dewleteke biçûk de jî dehan aliyên cûda yên tenê li berjewendiyên xwe yên taybet difikirin hene. Xetera herî mezin ev e.

Bêgûman, hêzên li Iraq û başûrê Kurdistanê vê yekê ji me baştir dizanin. Lê berjewendiyên wan rê nade ku gavên rastîn bavêjin. Rast e, vê gav rewş ber bi şereke navxweyî diçe. Lê çareserî jî mimkun e. Dermana çareseriyê jî gel e. Mixabin gel westiya ye. Lê hêzek bikaribe bawerî bide gel, ew ê her tişt bi hêsanî bigûhere. Pirsgirêka herî ezin ew e ku vê gav çi hêza ku bikaribe bawerî bide gel tune ye.

Nûçeyên Têkildar