Dengeyên şer, taktîk û berjewendiyên hêzên serdest ên li qadê wisa dike ku rewşa şer bi reng û rêbazên nû bê rawestan dewam bike.
Halê hazir rewşa niha li Rojava û başûrê Kurdistanê bi vî rengê nû di meryetê de ye.
Dewleta tirk a dagirker ku çend salên dawî hemû derfet û hewlên xwe dide di serî de Tevgera Azadî ya Kurdistanê tune bike û kurdeke sexte mirî eger hebe bimîne, xistiye meryetê. Di vê çarçoveyê de hemû plan, proje û lihevkirinên bi hêzên serdest û mêtinger re, dîsa hinek aliyên kurd û welatên cîran re dike, li ser vî esasî tê kirin. Li gel vê jî divê neyê jibîrkirin Tirkiye bi rêya qirkirina kurdan di serî de dixwaze erdnîgariya osmaniyan a di çarçoveya Mîsaqî Mîllî de vegerîne, di rêza duyemîn de jî li herêmê bibe yek ji hêzê xwedî gotin û bibe yek ji welatên ku bikare hikum li ser Rojhilata Navîn bike.
Ji bo vê jî bike, astengiya herî mezin divê di serî de qira kurdan bîne bi gotina wan ‘dijminê hevpar’ vê jî bi dewleta Îran, Iraq, Sûriye û hêzên li ser van herêman serwer, di serî de Amerîka, Rûsya, Îngîltere û hwd. re bike.
Ji bo vê jî bi şerê çekdarî 15’ê Tebaxa 1984’an û vir ve bi aktîf şereke man û nemanê gerîlayên azadiya Kurdistanê dike. 39 sal e bênavber têkoşîneke bi berdêlên herî giranbiha tê dayîn û li ser vî bingehî destkeftiyên hatine bidestxistin, bêberdêl nebûne. Eger ku îro di asta siyasî, leşkerî û dîplomasî de hebûna kurdan li her cihî hatiye qebûlkirin, bi têkoşîn û berdêlên ewladên vî gelî û serhildanên vî gelî ye.
Her qonaxeke têkoşînê dijwariyên xwe hene; bi taybet piştî pêvajoya hevdîtinên çareseriyê ya 2015’an bi dawî bû û şûnde, di çarçoveya konsepta ‘çok danînê’ de, êrîşên dagirkeriyê bi konseptek nû kete meryetê. Ewilê bajar talan û wêran kirin, piştre jî bi teknîka nû ya NATO xwestin bi temamî gerîla li çiya biqedînin û bi wî rengî kurdan serkut bike.
Teknîka nû jî teknîka esmanî û sûîkastên bi vê teknîkê bû. Vê yekê jî li Garê ceribandin. Li Garê têk çûn, hem leşkerên xwe yên dîl di destê gerîla de qetil kirin, hem jî operasyona wan fiyasko derket. Li vir çekên kîmywî bikar anî û negiha encama dixwest. Hêvî dikir wan leşkerên dîl bi saxî bibin, pê şov bikin, dawiya dawî bi darbesta birin.
Piştî Garê çav li rê bû ku operasyonên mezintir bê kirin û wilo jî bû. Operasyonên dagirkirinê yên esmanî ku 14’ê nîsanê destpê kir û 17’ê nîsanê bi bejahî tank û topan di serî de li Zap, Avaşîn, Metîna destpê kir. Ev zêdetirî 3 meh in, bi teknîka xwe ya esmanî, bi tank û topan, bi çekên kîmyewî, bi çekên taktîkî nukleer, çekên fosfor, bombeyên Termobarîk, cureyên cuda yên gazên kîmyewî ku bi belge û dîmenên HPG’ê parve kir bi kar anîne. Tevî vê jî nekarî encama dixwaze derxîne, her diçe li ser hev derbê dixwe. Leşker li çiya felç bû. Nikare şer bike.
Ê wê çawa bike? Nikare li çiya encamê bigire, vê demê divê ji bo serketinek sexte bi dest bixe, divê berê xwe bide aliyek din, vê carê jî Rojava hedef e. Divê encama ji çiya negirtî ji vir bigire. Erdogan ji bo êrîşî Rojava bike, erêkirina Fînlandiya û Swêd ya ji bo NATO’yê weke şantaj bikar anî û xwest PYD-YPG û HSD’ê weke ‘teror’ bide qebûlkirin û wisa di bin navê ‘terorê’ de bikare êrîşî Rojava bike. Ev yek nebû. Ma Rûsya û Îsraîl ku navbeynkarên çareseriya Sûriye bi Astana û Cenevre tê nasîn. Her sê alî li Tehranê li hev civiya û li vir jî peyama derket divê rêz ji xaka Sûriyeyê re bê girtin û her êrîşa bê kirin wê ziyanê bide yekparetî û xaka Sûriyeyê. Erdogan li vir jî dest vala ma. Herî dawî berê xwe da Rûsya. Diyare li vir jî ji bo operasyoneke bejahî mîna Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê erêkirin negirtiye.
A ma di destê Tirkiyeyê de çi bike, bi hewan û topan li kurdan bixe, dîsa ji esmanan ve li wan bide. Li çiya gerîla pêşiya wan girtiye zêdetir nikare bi pêş ve biçe. Ji bo wê li Silêmanî, Kelar, Pêncewîn û dîsa Mexmûr, Şengal bi balafiran lê dide.
Ê li aliyê din nekarî li Rojava jî operasyona dagirkirinê bide destpêkirin. Tenê çi ma, esmanî. Dîsa ji xetên sînor bi topan û hewanan li Rojava bide. Dîsa êrîşên dawî yên bi dronan li herêmê zêdebûyî da nîşandan ku wê bejahî heta derfet hebe ne Rûsya, ne Îran û ne jî Amerîka destûr bide, li aliyê din esmanî destûr hatiye dayîn.
Ji xwe bi êrîşa dawî ya li ser Fermandara YPJ’ê û Hêzên Antîterorê Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê Roj Xabûr û Barîn Botan da nîşandan bê ka siyasetek çawa li herêmê tê kirin. Her wiha rojane li herêmê dron bombe dibarîne li ser xelkê. Jin, zarok û her kesê dikin hedef û lê didin.
Bê serûber hema li kûderê kêfa wan hat lê didin. Ev jî diyar dibe ku qada hewayî bi temamî ji bo Tirkiye hatiye vekirin û bi vê yekê li her derê di serî de şoreşger, welatparêz û hema kî/ê berket lê dide.
Ji bo wê divê hemû kes vê yekê bizane û li gorî wê tedbîrên pêwîst û helwesta xwe raber bike. Teknîka dijmin a dron û keşfê li çiya têk çû, divê li bajaran jî têk biçe. Hinek tedbîr û hinek hestyarî taybet mijara MÎT û îstixbaratê baştir bê vekolîn û baldarî wê bikare van êrîşan kêmtir bike. Ji ber ku agahiyên esasî ji erdê diçin esmanan û esman jî li gorî wê lê dide.
Di vê çarçoveyê de divê di serî de gelê Rojava û dîsa hemû kurd di mijara îstixbarat û kesên nokeriyê dikin de baldar bin. Ji ber konsepta îro ya dagirkeriyê ne tenê aliyek kesek dike hedef, hemû gelê kurd zarokên kurd dike hedef. A îro bi dronan zarokên Rojava qetil dike, sibe li Amed, Hewlêr, Urmiye jî wê li kurdan bide, ji xwe lê dide jî.
Bi têkoşîn û berxwedanê dikare ev êrîş bên rawestandin û têk birin. Di her warî de piştevanî bidin hêzên xwe yên gerîla, şervanên xwe û dîsa li tax, kûçe û kolanan her kesek bi guman û dîsa mijareke ya ewlehiyê hebe, raste rast peywendî bi aliyên eleqedar re bê çêkirin, ziyanê wê ya me tevan e, ji bo wê divê ev yek ji niha şûnde baldartir bê girtina dest. Dîsa jin û ciwanên şoreşger ji her demê bêhtir bi erk û mîsyona parstina ewlehî û taxên xwe bigire, bi aktîf di nava şoreşê de cih bigire û bibe mertalek ji pola li ber dagirkerî, noker û xayînan.