Di pêşengtiya Yekitiya Jinên Ciwan li gundê Melesibat ya giredayî bajarê Qamişlo ji bo şehadeta şehid Bawer İniz, Edîp Eli û Dijwar Kobanê meş li ber goristana gund dest pê kir û heta cîhe bûyerê berdewam kir. Meş bi deqeyek rêzgirtinê ve dest pê kir piştra li ser navê Jinên Ciwan Bihar Mihemed daxuyanî xwand û bi slogana şehîd namirin bi dawî bû.
Peyama ku hat dayîn bi vî avayi bû.
“Di salvagera 38 an de ya pêngava 15 tebaxê ya ku bi pêşengtiya fermandarê mezin û nemir şehid Egîd dest pê kir û bû çirûska azadiya mirovahiye, em li Rêber APO û tevahi şehiden doza azadiye pîroz dikin. Bi salanê gele kurd di bin dagirkêriye de jiyan dike û ji ber ku geleki ser tevandine qebûl nake her biye hedefa dijminê faşîst. Lê belê bi derketine tevgêra PKK re û bi teqandina fişeka yekemin re edî dem bû dema gihistina azadi û serkeftinê. Ev yek ji hişt ku hovitiya dewleten faşist û dagirker li hember gelê kurd û tevgera PKK hin xorttir bibe. Ji ber vê yekê di roja îro de em dibînin êrîşên dewletên qirker hin zedetir dibe. Mînaka herî berbiçav di van demên dawî de şehidxistina rêveberên vê şoresê zede bûye. Weke fermandar Jiyan, Dijwar, Rêzan, Bawer û ye ku minakên welatparêziye da nîşandan şehîd Edip û her wekî din ji me re dide xuyakirin ku çiqasî xwesteke me ya gihîştina azadiye zêde bibe ewqasi erîşên dijmin xortir dibin. Ji bona vê yekê em weke ciwanên PYD û Yekîtîya Jinên Ciwan ye ku pêşengtiya ve şorese dikin em dibejin bi ruhe 15 Tabaxê ve ew sal bibe sala têkbirina dagîrkeriyê û gihîştina serkeftine. Li ser ve bingehe helwesta me we ku heyanî welatparêzek jî hebe ve tu carî dev ji tekoşina xwe bernaden. We gav avêtinên me li hember dijmin her tolhildan be û berxedan we berdewam bike. Careke din em ve roja bi nirx tevahî gelên welatparêz pîroz dikin û pêkanina serkeftine mîsogêr dikin.”